LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bilbilê di stratejiya xwe de bi çend xêzikan

Bilbilê di stratejiya xwe de bi çend xêzikan

EFRÎN – Navçeya Bibilê bi giringiya xwe ya stratejîk bi çend xêzikan ve ji aliyê Ajansa ANHA’yê ve hate pênasekirin.

Navçeya Bilbilê li bakur-rohilatê kantona Efrînê dikeve. Li rojhilatê wê navçeya şer û beşekî wê sînorê Tiriyê heye, li bakurê wê sînorê Tirkiyê ye, li rojavayê wê navçeya Raco û ji aliyê başûr jî beşek ji navçeya Şera û beşek ji navçeya Raco ye.

Hejmara niştecihên wê li gorî agahiyên hikûmeta Sûriyê yên sala 2010’an 46 hezar e. Navçeya Bilbilê di aliyê îdarî de girdayî herêma Raco ye, pê ve girêdayî 47 gund hene. Piraniya nişteciyên wan kurd in, kêmek malbatên çerkes jî hene. Hemû şêniyên navçeyê ji ola islamê ne.

Di navçeya Bilbilê de gelek mezrên olî wekî , mezara Şêx Hemze û mexara Yexmûr hene.

Di navçeyê de derdora 33 dibistanên astên seretayî û navîn hene. Şagirtên navçeyê yên asta amedeyî jî berê xwe didin dibistanên Navçeya Meydankê û li wir xwendina xwe didomîn in.

Bilbilê bi xwezaya xwe ya çiyayî û asê tê naskirin. Daristnên fireh lê hene, darên wekî merx, sinorber, simaq û belût hene, her wiha darên zeytûnan û tirî jî lê pir in.Çiyayê Gur ya li ser navçeya Bilbilê yek ji lûtiknê herî bilind ên Çiyayê Hawar a herêma Efrînê ye û bilindbûna wê ji ser riwê deryayê hezar û 269 metre.

Navê vê lûtikê ji ber pirbûna guran li wê herêmê wiha hatiye naskirin. Di lûtika çiyayê Gur de hesin û rixama rengîn heye.

Li navçeya Bilbilê û gundên wê gelek kanî hene. Ji wan kaniyan ên herî bi nav û deng kaniya Bêgê, Elîkaro, Xere û Berkaşe ne. Gelê herêmê dibêjin ku navê Bilbilê ji pirbûna bilbilan li ser kani9ya Berkaşê ku di navenda navçeyê re derbas dibe, hetiye.

Di navenda navçeyê re riyek derbas dibe, ew rê dibe du beş a yekem wê dighîne navçeya Raco û ya din jî wê dighîne navçeya Şiyê.

Girîngiya navçeya Bilbilê bi hebûna çiyayên wê yên bilind ku gelek gund û bajarokên herêma Efrînê lê hene, digre. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cehet El-Nusra, DAIŞ û komên din) ji 20’ê çile ve êrîşî gundên sînor ên bakurê Navçeyê dikin.

05.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً