NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 8’ê Adarê jin li tevahiya cîhanê çalakiyan lidardixin di vê çarçoveyê de li Enqerayê îro ji ber çalakiya jinan polîsên Tirk 15 jin girtin.
Li gorî ajansa Dogan a Tirkiyê Hate ragihandin ku ji ber çalakiya jinan li Tikrkiyê ji bo 8’ê Adarê dewleta Tirk bi xazê, meşa jinan belavkir di heman demê de 15 jinên ku tevlî meşê bibûn girt.
Dikeya Jinên Enqerayê ku bi vê çalakiyê rabibû di çalakiyên xwe de pankartên “Bi yekîtiya xwe em xurt dibin” hatibûn hildan. Di vê çarçoveyê de jin rastî gev û tehdîda polîsên artêşa Tirk hatin. Hate ragihandin ji ber têkoşîn û israra jinan a berdewamiya çalakiya xwe ve ji aliyê polîsan ve xaz bi ser wan de hate barandin da ku meşê rawestînin. Her wiha hate tekez kirin ku di encama vê yekê de 15 jin ji xwepêşandanêran hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha ji aliyê dweleta Tirk ve qedexeya lidarxistina çalakiyên ji bo 8’ê Adraê de hatibû ragihandin û ew yek bi hinceta tevlîheviya di nava bajar de hatibû kirin.
05.03.2018
Rojev24