NAVENDA NÛÇEYAN – Televîzyona Erebîstana Siûdî ya herî zêde tê temaşekirin MBCê biryara rawestandina weşana rêzefîlmên Tirkiyê da.
Li gor nûçeya rojnameya ingilîzî ya li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bi navê The National derdikeve, rêveberiya MBCê ferman daye 11 kanalên di bin bane xwe de rêzefîlmên Tirkiyê ji weşana xwe rakin.
Di nûçeyê de tê gotin ku ev biryar ji nişka ve hatiye standin û hê jî sedemên wê nehatine zanîn.
Berdevkê fermî yê grûpa MBC Mazen Hayik ji The Nationalê re biryar piştrast kiriye, lê derbarê biryarê de ti hurgîlî nedane. Mazen Hayek got: “MBC’ê jî weke çend grûbên medyayî biryar daye ku li welatên erebî weşana rêzefîlmên Tirkiyê neke”. Hayik da zanîn ku ew biryar roja 2’yê Adarê hate standin.
Li gorî nûçeya navborî MBC’ê heta niha weşana 6 rêzefîlmên Tirkiyê rakiriye.
05.03.2018
Rojev24