LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ceyş El Siwar: Em xwe ji Reqayê vedikişînin û diçin Efrînê

Ceyş El Siwar: Em xwe ji Reqayê vedikişînin û diçin Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN -Berdevkê Fermî yê Ceyş El Siwar diyar kir ku wan hêzên xwe ji rojhilatê Firatê vekişandine û ji tevlî Berxwedana Serdemê bibin şandine Efrînê.

Berdevkê Fermî yê Ceyş El Siwar Ebû Amer Edlîbî li navenda Reqayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Efrînî û sivîlên ji Şehba û Îdlibê koç kirine têne kuştin. Em ê gelê xwe biparêzin, em ê destekê bidin YPG’ê.”

Ebû Amer Edlîbî diyar kir ku li Reqayê sê hezar şervanên wan hene û got, “Me beşeke mezin a şervanên xwe şand Efrînê. Di navbera DAÎŞ a li Reqayê û DAÎŞ a li Efrînê de ti cudahî nîne. Ji bo gelê li wê derê ji DAÎŞ’ê rizgar bikin em diçin wir.”

Ebû Amer Edlîbî destnîşan kir ku sivîlên ji Şehba û Îdlibê koçî Efrînê kirine li pêş çavên cîhanê têne kuştin û got, “Em ê gelê xwe biparêzin, em ê destekê bidin YPG’ê, li dijî çete û mêtingeriya Tirk em ê destekê bidin YPG’ê û têbikoşin.”

Berdevkê Ceyş El Siwar got, piştî ku Efrîn hate rizgarkirin ew ê vegerin Reqayê.

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً