LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pentagon: Tirkiyê têkoşîna dijî DAIŞ’ê asteng dike

Pentagon: Tirkiyê têkoşîna dijî DAIŞ’ê asteng dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Her ku çiqas Tirkiyê di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de berdewam be gelek guhertinên hesabê hêzên li Sûriyê zelal dibe, Amerîka ji têkoşîna dijî DAIŞ’ê bêyî Hêzên QSD ê dil girane.

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Robert Manning ragihand ku li herêma Firatê ji ber operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê şerê dijî DAIŞ’ê hatiye rawestandin. Robert Manning di civîna rojnamevanî de bal kişand ser rawestandina operasyonên dijî DAIŞê li herêma Firatê û got “Ev tê wateya ku Hêzên QSD’ê hin operasyonên li qadê dane rawestandin.” Manning herwiha da zanîn ku ev yek bandorê li ser êrîşên koalîsyonê yên hewayî nekiriye û QSD çeperên li erdên ji DAIŞ’ê standine diparêze.

Berdevkekî din ê Pentagonê Galloway jî şahidiya xwe ya terikandina têkoşîna DAIŞ’ê ya QSD’ê anî ziman û diyar kir ku “Hejmarek şervanên di nav QSD’ê de, ji bo operasyonên xwe yên li cihên din ku muhtemele Efrînê ye terk kirin e.”

Berdevkê Pentagonê Robert Manning li ser pirsa piştgiriya YPG’ê navê fermandarekî YPG’ê bilêv kiriye û gotiye, ew dê piştgiriya xwe ya ji bo Fermandar Cemîl Mezlûm re berdewam bikin. Mannîng diyar kir ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo Fermandar Mezlûm û Hêzên Sûriya Demokratîk li deverên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bidomînin.

Hêzên Sûrya Demokratîk QSD ji bo parastina herêma Efrînê tê gotin ku hejmarek ji artêşa wî berê xwe dane Efrînê û bi vê Pintagonê metirsiya lewaziya têkoşîna dijî DAIŞ ê dikşîne.

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً