LEZGÎN
الرئيسية / Jin / UNICEF: Ji sedî 15 zewaca di temenê biçûk de kêmbûye

UNICEF: Ji sedî 15 zewaca di temenê biçûk de kêmbûye

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerde û Zarokan (UNICEF) raporek derbarê hejmara keçên zarok ên hatine zewicandin de belav kir.

Li gorî amarên UNICEF’ê yên ku îro hatine belav kirin de, di 10 salên borî de ji sedî 15 zewicandina keçên zarok li seranserê cîhanê kêmbûye. Li gorî UNICEF radighîne, salane li hemû cîhanê nêzîk 12 milyon keçên biçûk ên bin temenê 18 salî tên zewicandin.

UNICEF amaje bi vê yekê dike ku niha bi giştî ji 5 keçên biçûk li cîhanê yek ji wan tê zewicandin û eger ev rêje bi vî awayî berdewam bibe, heta sala 2030’ê, 150 milyon keçên zarok dê bên zewicandin.

06.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً