Yek ji pirensîbên bingehîn ên bîrdoziya rizgariya jinê welatparêzî û parastin e. Jinên kurd ku bi salan e têkoşîna rizgariya netewî didin meşandin êdî bûne nîmone ji tevahî jinên cîhanê re. Ji ber wê bi destpêkirina şoreşa rojavayê kurdistanê re jî jinê rol û misyona xwe di parastinê de lîst. Di sala 2013’an de jinên Kurd yekîneyek bi navê YPJ’ê ji xwe re ava kirin.
Di 4’ê Nîsana 2013’an de jinan hêza xwe mezin kirin û diyarî Rêberê Gelê Kurd kirin, ji ber ku Serokê Gelê Kurd gelekî giringîyê dide hêza jinan.
Di felsefeya rêber Ebdulah Ocelan de jin şaneya bingehîn a jiyanê ye ji ber jiyan li derdora wê tê hûnandin, jin dikare jiyanê biafirîne û azadiya civakê misoger bike, ji bo wê jî Serok APO dibejê azadiya jinê azadiya gerdûnê ye.
Jinên Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana Tevgera Azadiyê de hêza xwe ava kirin û di heman demê de ji bo hêza xwe ya civakî jî çêbikin gelek hewldan kirin, hema hemû jinên rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kirin, ew ji serwerî û zihniyeta zilamperest rizgar kirin. Di serî de zanista xwebûnê li gel wan da avakirin di encamê de jin bûn xwedî vîn û bawarî, Yanî mirov dikare bêje ku piştî hezretê Zerdeşt çû ser dilovaniya xwe di salên 300 BZ de, cara yekemîn e ku jin dikarin vîna xwe ya xweser bi dest bixin, ji bo ku ew hêza ku niha di rojavayê Kurdistanê de hatiye ava kirin mayînde bibe, jina Kurd bi hemu hêza xwe di nava kar û xebatan de ye.
Jina bi îradeya xwe di şerê Kobanê, Reqa û gelek deverên din yên rojavayê Kurdistanê de li hemberî hêza herî hov di dunyayê şer kirin û bi ser ketin, bi serketina xwe li hemu dunyayê dane xuya kirin ku jin dikare şer jî bike. Ji ber ku hêza DAIŞ’ê hêzekî gelekî dirinde û faşîst e. ku artêşa Iraqê jî bi xwe nekarî li beramberî wan ber xwe bide, lê niha jinên Kurd karîn paytexta hovîtiyê (Reqa) hilweşînin û azadî û aramiyê ji jinên Ereb re bînin.
Piştî rizgarkirina Reqayê, bi destê jina Kurd tevgereke jinên Ereb xwe xiste nava hêza jinên kurd ya rast xwe ji zilma xîlafetiyê rizgar kirin û berê xwe dane zanist û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Jinên Kurd bi rizgarkirina Reqayê re karîn baweriyeke mezin têxin dilê jinên Ereb de, jina kurd bi sed hezaran jinên Ereb komî gelek hev kir û zihniyeta Ereban a ku bi hatina Islamê re qalibek hişk di serê wan de ava kiribû şikandin û hema hema azadî xiste nava gelê ku xeyalê azadiyê bîle di serê wan re derbas ne bibû (Erebê Reqa).
Jina kurd niha jî li hember zihniyeta zilam a serdest di Efrîn’ê de şer dikin. Bi qehremanî mohra xwe li dîrokê dide, têkoşîn û berxwedana jinan li Efrînê encama mîrasa têkoşîna jinan a bi deh hezar sala ne. Sekna hêza jina YPJ’ê di berxwedana serdemê de di nava rûpelên dîrokê de dîrokeke nû tê tomar kirin. Bi vîneke xurt bê navbere şervanên YPJ’ê soza xwe bi hezaran rêhevalên xwe yên jin re pêk tînin û parastina xaka xwe ya pîroz dikin.
Li hem wextî wê jî jinên bakûrê sûrî, Şengal, başûrê Kurdistan, Lîbnan û her devera ku lê têkoşîna jinan tê kirin berê xwe dan Efrînê da ku 8’ê Adarê li Efrînê bi jinên Efrînî yên berxwedêr re pêşwazî bikin, her wiha ruhê têkoşîna jina azad zindî hîs bikin. ew jî tê wateya ku hêza jina azad bûye pira gihandina di navbera têkoşîna di tevahî cîhanê de.
(Murad Rojhilat)
07.03.2018
Rojev24