LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrînê ji bo komkujiyên Jenosaydê Tirkiyê berê xwe daye Somal û Efrîka

Li Efrînê ji bo komkujiyên Jenosaydê Tirkiyê berê xwe daye Somal û Efrîka

NAVENDA NÛÇEYAN – Di operasyona dagirkeriyê ku li ser Efrîn di roja xwe ya 37 an de pêk tê, dewleta Tirk bi her awayekî hovane sivîlan hedef digre û da ku operasyona xwe ya ku xetimî ye biserbixe berê xwe daye welatên feqîr Nîcîrya û Somalê û kesan birêxistin dike û berê wan dide Efrînê. Ev yek tengavî û lewaztiya dewleta Tirk radixîne ber çavan ku bê çare maye.

Di nav kirîza ku li Sûriyê di sala 2011 an de rû da de gelek welatên Rojhilata Navîn û ên navnetewî xwestin para xwe ji şerê ku heyî werbigrin. Di wateya daxwaza van dewletan de ew bû beriya şer bighêje welatên wan bi sînor bikin ango ger ku mirov rast bêje jî nakokî û pirsgirêkên welatên xwe anîna qada welatekî din û bi dijminê xwe re ew welat kirine qadek a pevçûn û hesab ji hev girtin ê.

Di mentiqê şerê ku tê kirin de welatên ku dizanî ewê di rojên pêş de rastî kirîz an jî tengaviyekê bibe dest bi taktîka şer dûrî welatên xwe kirin dike. Ger ku mirov wateya gotinê lêbar bikin, Sûriyê bi taybet û Rojhilata Navîn di nava bencên gelek hêzan de ye. Amerîka, Rûsya, Îran, Israyîl û Tirkiyê jî di nav de ye.

Li Efrînê bi armanca qirkirinê komkujiyên dewleta Tirk

Dewleta Tirk ku armanca wê sivîl in û valakirina heremê ji niştecihên wê ye wekî ku çawa çeteyekî ASA yê di dîmeneke li ser Tora civakî de dibêje “Êdî teslîm bibin, me Basên Kesek ji we re amadekirin e” tîne ziman, ev yek polîtîka Tirkiyê eşkere dike.

Ji destpêka operasyona dijî Efrînê Tirkiyê sivîlan hedef digre, li ser komkujiyên ku Tirkiyê kiriye bibîr bînin ewê di bîra me de komkujiyên dijî kurdan mîna Dêrsim û hwd û ya Ermeniyan veger.

Di 21 Çileyê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li gundê Celebra ya bi ser navçeya Şêrewa a Kantona Efrînê ve komkujiyek pêk anî ku di encama wê de 10 sivîl şehîd bûne, her wiha 12 sivîl birîndar bûne.

Di 26’ê Çileyê de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê komkujiyek din li bajarokê Mebata ya Kantona Efrînê de pêk anîn, ku di encama wê de 6 sivîl ku ji malbatekê ne şehîd bûn.

Di 28’ê Çileyê de cardî artêşa Tirk û çeteyên bi ser ve komkujî li gundê Kobla yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê pêk anîn, di encam de 8 sivîl şehîd bûn, 7 sivîl birîndar bûn û 10 sivîl jî winda ne.

Di 26’ê sibatê de di saet 03:30 an de, di encama tobarana belafirên artêşa Tirk li ser malên sivîlan li gundê Yelanqoz 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Di 5’ê Adarê de balafirên artêşa Tirk gundê Firêra yê herêma Cindirêsê bombebaran kir. Di encamê de du sivîl şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn. Şehîd û birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Di 6’ê Adarê de dagirkeriya Tirk li herêma Cindirêsê komkujiyek din pêk anî û di encamê de 13 sivîl şehîd bûn.

Ev tenê nerînek li ser komkujiyên ku hatine kirine, ku ji ber tobarana Tirkiyê a bê serûber rojane sivîl têne qetil kirin ku heta niha hejmara wan bi seda ye.

Dewleta Tirk beriya û piştî êrîşa li ser Efrînê

Dewleta Tirk bi artêşa TSK’ê û komên girêdayî wê ku bi ASA’yê tê binavkirin de, di roja 47 an de êrîşên xwe yên hovane li ser herêma Efrînê didomîne. Artêşa Tirk ku beriya 6 mehan amadekarî kiribû û daxuyaniyên derbasbûna Efrînê dabû û îdaa kiribû ku ewê di nava 3 saetan de derbasî Efrînê bibe, tevî hemû hewildanên wê ên êrîşê bi her cure çek li hemberî sivîlan bikaranîn ji top û belafiran heta xaza kîmawî ku di encama van êrîşan de heta niha 220 sivîl hatine qetilkirina û 650 kes jî birîndarbûne, lê ji ber berxwedana sivîlên Efrrînê û operasyona şoreşgerî ku bi pêşngtiya QSD, YPG û YPJ hatibû destpêkirin de ku bê bersiv namîne rojane windahiyên mezin dighînin artêşa Tirk û komên girêdayî wê.

Dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe de dibêje ku ew sivîlan armanc nakin û tenê armanca wê tinekirina terorê ye ku ew bi nav dikin. Di vê çarçoveyê de heta niha dewleta Tirk bi qasî 12 dibistan hedef girtiye û xerakiriye, 21 firneyên Nan hilweşandiye, ji sedî 40 çandinî xerab kiriye, ji sedî 50 sewal qetil kiriye, stasyonên avê, bendavên avê, mizgeft û şûnwar hedef girtiye.

Bi qasî vê êşa ku bûye para Efrîn ê û tevahiya cîhanê ku îro rojane kes ji her deverê berê xwe didin Efrînê û cihê xwe di nav Berxwedana Serdemê de digrin heye. Lê cihê balkêşiyê ye ku sivîl û şervanên Efrînê hêrs, têkoşîn û berxwedana wan bilindtir bûye. Lewra ji aliyê şervanan ve rojane windahiyên mezin para Tirkiyayê û komên girêdayî wê ye. Tirkiyê ku îdaa kiribû ewê di nava 4 rojan de navçeyên Efrînê bigre îro rastî zext û daxuyaniyên dijber tê. Dibe ku bi guhertinên niha rû didin de Tirkiyayê rastî nakokiyên hîn kurtir bi Emerîkayê re were ji ber ku hêzên QSD ê ji Dêrazorê dê berê xwe bide Efrînê û ev yek stratejiya Emerîka li Sûryayê bi QSD ê re xerab bike. Bi vê yekê cardî Emerîka daxuyaniya piştgiriya QSD dûbare kir.

Tirkiyê ji ber kirîza xwe ya hundirîn berê xwe ji destpêka şoreşa Sûriyê daye Sûriyê bi taybet heremên ku kurd lê hene ku kurdan bi terror bi nav dike. Lê Tirkiyê bi mûdaxeleya xwe ya xaka Sûriyê her wiha tecawiza hemû yasayên navdewletî û mafê mirovan dîsa ji kirîza xwe ya Tirkiyê xelas nebû. Erdogan ku ji pêketina çirûska serhildanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ditirse, di bin navê operasyona ser Efrînê û piştgiriya hemwelatiyan ji Berxwedana Efrînê re û dijberiya xwe a dagirkeriya Efrînê re anîna ziman bi sedan kes xiste zindanan her wiha rewşa OHAL ku ferz kiriye hîn zêdtir kiriye ku herî dawî li tevahiya Tirkiyê li 115 gundên Tirkiyê qedexeya derketina derve feriz kiribû. Her wiha operasyona dagirkirina Efrînê di demeke wiha de hat ku Tirkiyê bi serkêşiya serokomarê xwe Receb Tayyib Erdogan di nîqaşa Riza Zerab de a genedliyê de bû.

Herî dawî li gorî bendewariyên ku beranberî êrîşa li ser Efrînê derket holê jî berteka hejmarek ji dewlatan wekî Holenda, Siwêd, Mesir, Fernsa û herî dawî li Yanûnê bi şewitandina ala Tirkiyê bû. Tirkiyê rojane siyaset û polîtîka xwe li hemberî dewletan re tecawizî dike lewra ew wekî sultanê Osmanî ku hema çi ji zimanê wî were dibêje de ye.

Bazara Tirkiyê jî di rojevê de ye ji ber operasyona li ser Efrînê hate ragihandin ku Tirkiyê bi leyreya xwe rastî rêjeyeke pir kêm beranberî dolar hatiye û ev yek bû sedema dayîna pereyekî pir kêm ji çeteyê xwe re jî, li gorî ku hate zanîn ev bû sedema vekşandina hin koman ji Efrînê û derketina nakokiyan di navbera wan û artêşa Tirk de ku di dengên belav bûne dibêjin “Em bê pere û lojistk mane”, vê carê wê Tirkiyê berê xw bide çi?

Tirkiyê ji bo ku derbasî heremên Bakurê Sûriyê bibe çi kir?

Dewleta Tirk ku ji destpêka Buhara gelan li Sûriyê hewldanê derbasbûnê kiriye ku niha di nav herdu dewletên Rûsya û Îran bi welatên Garantor tê binakirin de ye. Tirkiyê bi hevkara xwe re Qeter û Erebistana Sûadî ji destpêka kirîza Sûriyê xwedî alîkarî ango avakirina komên radîkal ên Isalamş de bûn, û ev ne gotinên ji xwe de hatine ji ber ku di gelek belgeyên ku ji Raya Giştî re hatine eşkere kirin de. Îro Tirkiyê bûye piştevana komên terorî li Sûriyê ji ber vê yekê ji 26 komên ku niha li Efrînê di nav 4 Feylean de birêxistinkiriye hatine belavkirin. Tirkiyê bi polîtîkeya xwe a hembêzkoirina penaberên Sûriyê û wan ji du aliyan de biakaranîn qezenciyek bidest xist lewara dewlata Tirk ji aliyekî ve ew penaber kire kaxeza istixlal û alîkarî ji dewletên derve girtin bikaranî û ji aliyekî di ve jî ew penaber bi dolar û kirîna kesan bi çek kir ku bi navê Artêşa Netewî a nûnertiya hikûmeta demkî a opozisyona Sûriyê dike de ye.

Tirkiyê bê çare ma lewra Erîkî û Somalî dê bişîne Efrîn ê

Tirkiyê bi pereyên ku li ser van kesan xerckiriye de piştî ku budceya welatê wê kêm bû û rastî kirîza bazara xwe hatiye vê carê berê xwe daye welatên xizan ango (feqîr) û bi pereyên pir kêm ew kes kirîne û berê wan dide Efrînê da kiu plana xwe li ser Bakurê Sûriyê û Sûriyê bi tevahî pêk bîne. Li gorî dîmenên ku vê yekê isbat dikin de derket holê ku Tirkiyê bi ceneralên xwe li kêleka komek ji kesên Somalî ye welatê herî feqîr ku li gorî tê zanîn ew kes bi pereyên kêm ji bo şerê Efrînê hatin e kirîn. Di eynî mijarê de Tirkiyê heman netewî ku ji Efrîkya ji Nêcîrya ne ciwanan birêxstin dike û di daxuyaniya ku ew ciwan didin dibêjin ku ew piştgirya dagirkirina Efrînê dikin û ew ji her tiştî re amade ne.

Plan ango projeya Tirkiyê kêm zêde hatiye zelal kirin lê mijara ku gelo wê Tirkiyê bikare bê dewletên hevkarên wê ango desrûreke nanetewî vê yekê pêk bîne, ev jî mijarek din a nîqaşê ye. Li gorî analîzên ku derdokevin holê ihtîmala rakêşeya Tirkiyê û Emerîka dê zêdetir bibe. Ev yek jî armanca mezin a Rûsyaye ku niha şerê ku li Sûriytê dike şerekî beranberî qutbê dijber Emerîka ye. Welatên ku niha li saheya Sûriyê xwedî kom in ku bi riya wan projeyên xwe pêk tînin de.

(Rêvana Mêrxas)

07.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً