NAVEDNA NÛÇEYAN – Li Tarsûsê jinan ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser wan, bi jixwekirina kincê xwe protesto kir. Jinên ku êrîş li wan hate kirin, xistin odeya bi sînger.
Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê li ser jinan lêgerîna tazî hate ferzkirin. Jineke girtî ya ku ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê sirgunî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hatibû kirin û jineke ducanî ya girtî piştî çûna nexweşxaneyê lêgerîna tazî li wan hate kirin.
PROTESTO KIRIN, ÊŞKENCE LI WAN HATE KIRIN
Piştî ku ev jinên girtî hatin qawîşên xwe û qala rewşa xwe kirin, jinên girtî kincên xwe ji xwe kirin û rêveberiya girtîgehê protesto kirin. Ji ber protestoyê gardiyanan 15 jinên di qawîşa C7’ê de derb kir û 17 saetan ew di odeya bi sînger de dan sekinandin. Hate ragihandin ku hin jinan krîz derbas kirine û nexweşiya wan a tansiyonê ew bêhal kirine.
Ev bûyer Şemiyê di dahnê êvarî de pêk hat û girtiyan roja Duşemê xwe gihandin malbatên xwe. Girtiyan diyar kirin ku hevalên wan hê jî di hucreyan de ye û hemû mafên wan ji destê wan hatiye stendin.
Girtiyan banga alîkariya hiqûqî û bihistyariyê kirin.
07.03.2018
Rojev24