LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê zindana herî mezin ji rojnamevanan re ye

Tirkiyê zindana herî mezin ji rojnamevanan re ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê piştî derbeya 15’ê Tîrmehê ragihandina Tirkiyê xist bin kontrola MIT’ê de. Bi destpêka operasyona li dijî Efrînê dewleta Tirkiyê perspektîvên sînordar da saziyên ragihandinê di hindirê welat de.

Wek ku tê zanîn Ragihandin desthilatdariya 4’mîn e. Ragihandin bi rola xwe ya sereke a çavkaniya buyerên her derê bi azadî tevdigere lê li Tirkiyê rola wê tuneye, tenê di warê propogandeya dewleta Tirkiyê û biryarên wê de maye.

Li gorî rapora Komîteya Parastina Azadiya Rojnamevanan ya sala 2017’an hate eşkere kirin ku Tirkiyê di lîsteya welatê ku herî zêde rojnamevanan digre cih girtiye.

Ragihandina Tirkiyê piştî Derbeya 15’ê Tîrmehê

Piştî derbeya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyê Hikûmeta AKP’ê ragihandina tevahiya Tirkiyê xiste bin serweriya xwe de bi taybet di bin banê rêvebirina MIT’ê de. Her wiha piştî derbeya 15’ê Tîrmehê de hikûmeta AKP’ê zêdetirî 142 rojenmevan û 170 dezgehên rojnemevantiyê ji kenalên TV, Ajans, Radiyo û rojname daye girtin.

Tirkiyê da ku operasyona xwe ya dagirkeriyê li ser Efrînê biserbixe Ragihandin xiste dewrê. Beriya destpêka operasyona li dijî Efrînê pêk were serokweîzîrê Tirkiyê Yeldirim bi Çapemeniya Tirkiyê re civiya û hişyarî da wan ku li gorî perspektîvên dewlet bide wan tevbigerin û nûçeyên li ser qetla sivîlan li Efrînê ti carî nedin. Pêve girêdayê ye ku armanca operasyonê ji raya giştî û miletê Tirkiyê re bidin xuya kirin ku armanca dewleta Tirkiyê ji vê operasyonê parastina sînorê Tirkiyê ye.

Ji destpêka operasyonê û ta niha civaka Tirkiyê tirsekê jiyan dike. Ji ber dewleta Tirkiyê telîfon û Internêt xistiye bin kontola xwe de. Ji ber vê yekê kesên ku nerînê xwe derbarê vê operasyonê dide nîşandan ku ne li gorî propogandeyê operasyonê be ew kes tê dadgehkirin û bi sûcê piştgiriya terorê têne tewanbar kirin. Hate zanîn ku ji destpêka operasyona li dijî Efrînê 845 kes hatine girtin ji ber ku li dijî vê operasyonê derketine di nav de 645 kes ku nerînên xwe li ser malperên torên civakî de parve kirine bi taybet li ser qetilkirina sivîlên li Efrînê.

Hikûmeta AKP rojnamevana qenala TRT’ê Togba Dalîkîtîş ya Tirkiyê da sekinandin ji ber ku di nav axaftinê xwe de di weşana zindî de got ‘’ TSK di bombebaran sivîlên Efrînê de didomîne’’. Togba hate tewenbarkirin û radestî dadgehê hate kirin.

Tirkiyê êrîşî Malpera Rojev24 jî dike

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê ji destpêka operasyona li dijî Efrînê êrîşî sîteya me ‘’Rojev24’’ dike. Ev yek vedgere ser eşkerekirina Malpera me ya heqîqeta vê êrîşê ku ew dagirkerî ye û xerakirina aramiya herêmeke din e. Her wiha mûqayesekirina artêşa NATO ya duyemîn li hemberî herêmek pir biçûk Efrîn e. Derxistina rastiya hejmara komkujî, talanî û xerabkirina bingeha civakî ya Efrînê re ye. Her wiha eşkerkirina têkliyên dewleta Tirkiyê bi rêxistina terorî DAIŞ re ye lê di bin navê ASA’yê de û ev yek di hemû dezgehên Ragihandinê de eşkere ye.

07.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً