EFRÎN – Biryara QSD’ê ya hêzên xwe yên ji Reqqa û Dêra Zorê şandina Efrînê, hesabên DYA, Koalisyon û Rûsyayê xira kir. Metirsî heye ku ev biryar şerekê nû ya navxweyî û dibe ku DAIŞ careke din qada tevgerandinê ji xwe re bibîne.
Êrîşa dagirkirinê ya Artêşa Tirk (TSK) û komên Artêşa Azad (OSO) ya bi balafir û bejahiyê ya li ser Efrînê kete roja xwe ya 47’emîn. Dewleta tirk ku biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tune hesiband bê ku navbêr bide êrîşên xwe berdewam dike, li dijî vê aktorên qadê polîtîkayên xwe di ber çavan de derbas dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya di pêşengtiya YPG/YPJ bi hêzên xwe yên li Efrînê heta niha li dijî êrîşan berxwedaniyek bêhempa nîşan didin, biryara hêzên xwe yên li Reqqa û Dêra Zorê yên li dijî DAIŞ’ê têkoşînê didin vekşînin Efrînê girt. Rûsyaya ku sehaya asîmanê ji êrîşên dewleta tirk re vekir û hevkariyê kir, dixwaze ji Amerîka û koalisyona navneteweyî re vebêje ku ev biryar xapandin e.
Ji nû ve şerê navxweyî
Tê gotin ku têkiliyên QSD û Rûsyayê hatiye asta xilasbûnê, tê îfadekirin ku dê DYA ji biryara QSD’ê ya vekişandina hêzên xwe re bê bersiv nemîne. Li ser vê esasî dest bi bangewaziya “navbêr bide, dawî bike operasyonê “ li Tirkiyeyê kir. Hat diyarkirin ku her çiqas DYA û hêzên koalisyonê dibêjin ew xwe têkil rojavayê çemê Firatê nakin jî lê dê ji vekişandina hêzên QSD’ê ya ji Minbic, Reqqa û Dêra Zorê re bêdeng nemînin. Lewra ditirsin ku şerê navxweyê ya Sûriyê û DAIŞ a bi rizgarkirina Reqayê re hatibû asta xilasbûnê ji nû ve derkeve.
Hesaban jê bibe û were serî
Ligel vê yekê tê nirxandin ku ji roja êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê dest pê kiriye heta niha Amerîka yê di her firsendê de piştgiriya xwe ya ji QSD’ê tîne zîman, esas armanc ya Tirkiyeyê texrîk bike û êrîşan meşrû bide nîşandan e. Lê bi biryara YPG’ê girtî re hişt ku di serî de DYA, Rûsya û hemû aktorên qadê polîtîkayên xwe berçav derbas bikin. Fikara ku dikin jî, piştî hêzan veguhezînin Efrînê dê DAIŞ ji nû ve qada tevgerînê bibîne û dê windahiyên rojavayê Firatê pir zêde bibin û dê ev jî bixwe re destpêka şerekî nû ya encama wê nayê texmînkirin pêş bikeve ye. Tê diyarkirin ku ev şer jî dê hemû hesabên hêzên serdest xira bike û eger xira neke jî dê dereng bixe.
QSD hêza xwe ji gelan digire
Hêzên QSD’ê jî, tê zanîn ku di qada Sûriyeyê de baskê leşkerî ya siyasetekê ku xwedî projeyên çareseriyê û herî xûrt e. Tê destnîşankirin ku bi vê bawerî û xwedî biryarî QSD bi mehan şerê li Efrînê dikare li berxwe bide û eger têk biçe jî di serî de Tirkiye, DYA û Rûsyayê re mezin bide windakirin. Tê ziman ku dema QSD vê yekê dike jî pişta xwe bi gelên ku ji wan û projeyên çareseriyê bawer dikin qewî dikin. Çewa Fermandarê Giştî ya YPG’ê Sîpan Hemo gotî, hêza cewherî ango hêza piştevaniya gel, xwe di Kobanê, Girê Spî, Tebqa, Reqqa, Dêra Zor û di gelek qadan de xwe îsbat kiriye. Tê payîn ku gel dê jiyana xwe ya hevpar a bi salane bi QSD’ê re ava kirine dê bernedin û çewa heta niha li Efrînê de nîşan dane dê li kêleka şervanan bisekinin.
Ji ber vê yekê jî tê bawerkirin ku ev helwesta gel dê bide qezanckirin.
(Erdogan Altan)
08.03.2018
Rojev24