LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê ji ber şer di 46 rojan de 43 zarok hê di zikên dayikên xwe de mirin e!

Li Efrînê ji ber şer di 46 rojan de 43 zarok hê di zikên dayikên xwe de mirin e!

EFRÎN – Êrîşa dagirker a TSK û komên çete yên girêdayên wê yên bi balafir, helîkopter û topbaranan berdewam dike, jibilî bi sedan sivîl tên qetilkirin û bi sedan birîndarin, di nava 46 rojan de 43 zarok hê di zikê dayika xwe de mirine.

Êrîşa dagirker a Artêşa Tirk (TSK) û komên çete yên Artêşa Azad (OSO) ya ji 20’ê Çileyê despêkirî di roja xwe ya 47’an de berdewam dike, heta niha di bombebarana balafirên şer û helîkoptêr û topbaranan de 235 zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dane, nêzî 700 kes jî birîndar bûne. Di şer û pêvçûnan de yê herî bandora neyinî li ser wan dike jin û zarokin, bi vê re bebekên (petikên) ku hêj di zikê dayika xwe de ne jî mexdûrê şer in.

Li Efrîn a ku nêzî milyonek xwedî nifuse bûyerên zû zayîn û pitikên di zikê dayika xwe de dimirin di salekî de herî zêde sedî 1 û 2 rêjeyî de tê jiyîn, lê di êrîşa ji 20’ê çileyê heta niha ango di nava 46 rojan de 43 pitik hê di zikê dayika xwe de mirine. Jibilê wê gelek jin berî wextê zayînê (berî 9 meh î) za ne.
Li heremê di encama pêvçûnên germ û bombardimanan gelek jin hene ku berî wextê normal zayînê dikin hene. Gelek pitik berî pêvajoya zaroktiyê di zikê dayika xwe de çêbibe tê dinê. Hemşîre û bijîşkan diyarkirin ku bûyerên bi vê rengî hema bêje her roj li herêma Efrînê pêk tê.

Hemşîreyên di Beşa Unîteya bebekan, anîn ziman ku di encama bombardimana hewayî û bejayî de gelek jinên ducanî (Hemle) psîkolojiya wan û jibilî wê psîkolojiya bebekên nû çêdibin jî ne normal e. Hemşîreyan, diyarkirin ku ji sedî 90 bebekên nû ji dayik dibin di wan de bûyerên acizî, ne aramî peyda dibe û destnîşan kirin ku ev rewşeke awarte ye û divê lezginî mudaxele bê kirin.

‘Şer bebekên hê nehatine dinê bandor dike’

Hemşîre Xusun ku di Beşa Unîteya Bebekan a Nexweşxaneya Avrîn de dixebite, diyar kir ku ji 20’ê çileyê şunde gelek jinên ducanî hatine nexweşxaneyê. Hemşîre Xusun jî ku ew bi xwe jî ducanî ya 5 mehî ye, derbarê jinên tên beşa unîteyê de ev agahî da: “Ji ber bombebarana li ser herêma Efrînê jinên ducanî zayîna berî wextê xwe dikin. Gelek pitik di zikê dayika xwe de hê bedena wan tam çênebûye tên dinê. Bebekên ku bi vê awayî tên dinê, di nefes girtin û standinê de pirsgirêkek mezin dijîn. Şer bandorê li ser zarokên nû çêdibin hê di zikê dayika xwe de ne dike. Ji ber vê sedemî gelek jin tên nexweşxaneya me. Di cihê bebekan de ji bo tedawiya bebekan hema bêje cih nemaye. Di hin rewşan de em neçar dimînin du bebekan di heman deşonî de razînin.”

Hemşîre Xusun, destnîşan kir ku jibilî van wakayan balkişand ser mirina di zikê dayikê de û wiha got: “Gazincê din jî ji ber bombebaranan bandorê li ser derûniya dayikan dike pitik hê di zikê dayikê de jiyana xwe ji dest dide. Em rastî gelek bûyerên zarokên di zikê dayikê de mirin dibin.”
Xusun ê ku demek dirêje di Nexweşxaneya Avrîn de peywirdar e, bi 5 mehî ducaniye. Ji ber her roj bûyerên zayîna berî wext û mirina di zikê dayikê de pir bi fikar e. Hemşîre Xusun, vê rewşî wiha tîne ziman: “Ez jineke ducanî ku di şert û mercên şer de dijîm e. Ez wek hemşîre li vir jinên ducanî çî, çewa dijîn, bebekên ji ber bombebaranan berî wextê xwe tên dinê dibînim. Ez pir ditirsim ku ez jî rewşekê wisa bijîm.”

08.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً