LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Di navbera 2018 – 2030’î de dê 10 milyon zarokên beriya ku bibin 5 salî jiyana xwe ji dest bidin’

‘Di navbera 2018 – 2030’î de dê 10 milyon zarokên beriya ku bibin 5 salî jiyana xwe ji dest bidin’

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber gelek sedemên ku zarok tê de nayên prastin de UNICEF hejmara mirina zarokan ji sala 2108 an heta 2030 de di riya raporekê de eşkere kir û got ewê bi milyonan zarok jiyana xwe ji dest bidin.

Mûnezemeya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku zêdetirî 500 milyon zarok li welatên ku ji aliyê NY ve bi awayekî baş nayên çavdêrîkirin, dijîn. Li 64 welatan amarên zanyariyên kêm hene û 10 milyon zarokên din jî beriya ku bibin 5 salî ji ber sedemên ku mirov dikare pêşî lê bigire, jiyana xwe ji dest didin.

UNICEF raporek amade kiriye û diyar dike ku eger rewşa tendirustî û perwerdeya zarokan neyê baş kirin:

– Di navbera 2018 – 2030î de tevî hejmara heyî, 10 milyon zarokên din jî beriya ku bibin 5 salî, ji ber sedemên ku mirov dikare pêşî lê bigire, dê jiyana xwe ji dest bidin.

– 31 milyon zarok ji ber kêmasiya xwarin û vexwarinê, dê laşê wan bi awayekî baş mezin nebe.

– 22 milyon zarok dê nikaribin perwerdeya pêşdibistanê bibînin.

– 150 milyon keç beriya ku bibin 18 salî dê bizewicin.

– 670 milyon kes ku piraniya wan zarok in, dê ji dabînkirina xizmetguzariyên ava paqij a vexwarinê bêpar bimînin.

Di raporê de hatiye eşkerekirin ku ji 520 milyon zarokan derbarê 2 ji 3 de ti zanyarî di dest de tine ne, yan jî bi têr û tijî datayên ku pêşketina rewşa wan zarokan bide nîşandan tine ne, ji ber vê yekê jî ev zarok li derveyî hejmartinê dimînin.

Dîrektorê Beşa Zanyarî, Lêkolîn û Siyaseta UNICEFê Laurence Cahdy diyar dike ku “li piraniya welatan, ew zanyarî tine ne ku nîşan bidin gelo li gor armancan pêşketin heye an na? Tevî ku zarokên cîhanê bi me bawer dikin, hêj em nikarin bi temamî hejmara wan diyar bikin”.

10.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً