NAVENDA NÛÇEYAN -Balefirên şer ên artêşa Tirk bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 50’î de didomin. Artêşa dagirker di van êrîşan de jîngehên sivîlan dike hedef. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di van kêliyan de balefirên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne.
Balefirên şer ên artêşa Tirk heta niha bombeyan li navenda bajêr dibarîne.
Di êrîşên dewleta Tirk û komên ASA ên girêdayî wê heta niha zêdetirî 200 sivîl hatine qetilkirin û 650 sivîl jî birîndar bûne.
10.03.2018
Rojev24