LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!

Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!

EFRÎN -Bajarê Efrînê ku 850 hezar welatiyên sivîl lê dijîn, ji duh ve ji hewayê ve tê bombekirin. Li bajêr av, ceryan û ragihandin qut bûye û gel bi komkujiyan re rû bi rû ye. Gelê Efrînê bang kir ku bila kes ji komkujiyan re bêdeng nemîne.

Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hêzên ASA’yê 52 rojin êrîşê Efrînê dikin, ji şevê din ve êrîşên hewayî li dijî navenda bajêr pêk tînin. Êrîşên ku nêzî 2 mehin pêk tên, ji gund û navçeyên der û dorê bi hezaran welatî ji ber êrîşan koçî navenda Efrînê kirin û bi koça welatiyan re hejmara welatiyên sivîl li navendê derket 850 hezar kesan. Duh bi şev navenda bajêr bi balafiren şer bombe kirin. Ji ber wê sivîlên li bajêr bi komkujiyê re rû bi rû ne.

Ava bajêr qut kirin

Di şerê 52 rojî de, balafirên şer û êrîşên topan li navenda bajêr 17 firin rûxandin, TSK’ê û hêzên ASA’yê berî hefteyekê navçeya Meydankê bi dest xist xeta ku avê dikişîne bajêr hat qutkirin. Beşeke zêde ya gel li ser bîrên ku hatine vekirin pêwîstiyên xwe yên avê pêşwazî dikin.

Gel bi komkujiyan re rû bi rû ye

Di êrîşên TSK û ASA’yê de heta niha 250 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 700 kes jî di van êrîşan de birîndar bûn. Piştî êrîşan xwe gihand navenda bajêr, bi hezaran sivîl di bin gefa komkjiyan de ne.

Rêyên ketina bajêr bombe dikin

Ji ber êrîşan xetên ragihandinê yên navenda Efrînê jî zerar dîtin.

Ji duh bi şev ve ji bo ketina bajêr bê astengkirin, rêyên bajêr tên bombekirin. Ji ber ku bajar di bin dorpêçê de ye, ji derveyê dermanfiroşan hemû dikanên li bajêr girtî ne.

Efrîniyan bang kir: Ji komkujiyê re bêdeng nemînin!

Lê ruxmê hemû êrîşan jî gelê Efrînê ji dorpêç û êrîşan re serî natewîne û li ber xwe dide. Efrîniyan got ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin, bang li gelê kurd û hemû gelên cîhanê kirin ku li dijî komkujiyan dengê xwe derxin û xwedî li gelê Efrînê derkevin.

Ji ber ku bajarê kurdan e, dixwazin tune bikin’

Mihemmed Horo Ezdîn, ji ber êr êrîşên li dijî gundê Serînceka navçeya Şerayê, koçî navenda bajêr kiriye û der barê êrîşên TSK’ê de ev tişt got: “Ji ber êrîşên dewleta tirk me koçî Efrînê kir. Em dixwazin li vir bijîn, lê dewleta tirk hewl dide vir jî dagir bike. Çima? Ji ber ku ne tenê PKK’ê dixwaze hemû kurdan tune bike. Ji bo wî ferqa Efrîn, Kobanê, Qamişlo, Silêmaniye û Amedê tune. Dixwaze her derê tune bike. Ji ber ku ev der bajarê kurdan e.”

Dê ev gel heta ku bê qetilkirin?’

Ebdurrahman Sîdo yê 52 salî bi malbata xwe ya ji 6 kesan re berî hefteyekê ji gundê Çolaqa Cindêrêsê koçî Efrînê kiriye.

Sîdo got ku ew 52 rojin di nava şerekî giran de ne û ev tişt anî ziman: “Bi çekên mezin û balafirên şer dixwazin me qetil bikin. Em ji hemû gund û navçeyan hatin û li Efrînê di berxwedanê de ne. Em di nava şerekî giran de ne. Her kes dibêje Guta, kes navêje li Efrînê çi diqewime. Kes qetilkirina sivîlan nabîne. Li Efrînê milyonek mirov dijîn, çima radizên? Mafê mirovan li ku ma? Ne dewletên Ewropayê, ne jî Neteweyên Yekbûyî, tu kes vî gelî nabîne. Dê ev gel heta ku bê qetilkirin?”

Divê her kes rabe û pêşî li vê komkujiyê bigire’

Elî Şêxo yê 55 salî jî ji gundê Dumiliya navçeya Recoyê ye. Berî 20 rojan bi malbata xwe re hatiye Efrînê.

Şêxo destnîşan kir ku ev zilma ku li gel tê kirin, dê li dîroka reş a hêzên navneteweyî bê nivîsandin û wiha pê de çû: “Ev gelê ku tu niheqî li kesî nekiriye, 51 rojin di bin êrîşan de ye û bombebaran li ser serê wan tê kirin. Dixwazin malên me talan bikin, me ji holê rakin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, lê divê hemû gelê Kurdistanê û gelên cîhanê li dijî van komkujiyan bikevin tevgerê.”

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً