LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di şeva 10 Adarê de li Cîhanê çi çêbû ?

Di şeva 10 Adarê de li Cîhanê çi çêbû ?

NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser esasê banga lezgîn ya KCDK-E ya Ewropa bang li tevahiya gel û dostên kurdan kirin û yên li Ewropa dijîn, di vê qonaxa kirîtîk de dakevin qadan, nerazîbûnên xwe ya demokratîk bidin nîşandan, û ji raya giştî ya Ewropa yê têxe tevgerê de ,KCKD-E ya ku daxuyaniyek nivîskî parve kir, destnîşan kir ku êrîşên agirkeriyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên mîna El Nûsra, El Qaîde û DAIŞ’ê yên li ser Efrînê ev 52 roj derbas kir.

Piştî bangewaziya KCKD-E gelê kurd yê her çar parçeyên kurdistanê her wiha yên welatên Ewropa yê û ciwanên Enternasyonal di saetên şevê de berê xwe dan qadan û kiryarên hovane yên faşîsta tirkiya yê şermezar kirin û silogana Efrîn ne bi tenê ye rakirin.

Li Rojavayê kurdistanê û li herema cizîrê bi hezaran gelê Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê û Dêrikê her wiha herema Firatê heman demê Gelên herêmên Cizîrê, Firatê û Efrînê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê  ji  bo xwedîderktina li gelê Efrînê û şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker, daketin qadan.

Başûrê kurdistanê jî  ji bo piştgirya berxwedana Efrînê cihê xwe di nava heremên ku derketin qadan  girt, bajarê Helebça yê û Raniya jî di saetên şevê de berê xwe dan qadan û kiriyarên Dewleta Tirkiya yê li dîjî sivîlên Efrînê şermezar kirin.

Her wiha Kurdistaniyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê ji saet 21:00’an ve li Qada Comedîa kom bûn, bi dirûşman êrîşên qirkirinê protesto dikin., êrîşên dewleta Tirk û qetlîamên wê ya li ser Efrînê protestokirin.

 

 

 

 

 

Heman demê Li Dortmûndê li dijî qirkirina Kurdistanî daketin qadan

Li Berlînê ji saet 21:00 û pê ve li Hermannplatzê çalakî tê lidarxistin. Li bajarê Bîelefeld jî Kurdistanî wê saet 21:00’an de li pêşiya HBF kom bibin.

Li Bonn jî Kurdistaniyên ku di saet 20:00’an de li pêşiya HBF kombûyî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto dikin.

Li  Dûîsburgê saet 20:00, li Dûsseldorfê jî saet di 18:30’an de li pêşiya Studyoya WDR, li Hannover li pêşiya HBF çalakî tên kirin.

Dîsa ji saet 21:00 û pê ve li Essen, Frankfûrt, Hambûrg û Mannheîmê çalakî hatin destpêkirin.

 

 

 

 

 

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li ser banga Ciwanên Azaed girseya ku kom bibû, êrîşên dagirker û qirker ên li ser Efrînê protesto kirin. Girseya ku li pêşiya HBF’ê kom bûn.

 

 

 

 

 

Ji aliyekî din ve Kurdistaniyên kul i bajarên Velbert, Recklinkghausen, Herne, Bochum, Gelsenkirchen û Essenê yên Elmanyayê çalakî lidar xistin. Çalakiya li pêşiya HBF’ê hate lidarxistin bi sedan kes tevlî bûn.

Û Ciwanên girêdayî anarşîst û endamên çepên alternatîf ên Swîsreyê ji bo Efrînê daketin kolanên Bernê, banga mezinkirina piştgiriya Efrînê kirin.

Her wiha Êrîşên talankirin û qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê li paytext Londra ya Îngiltereyê bi çalakiyeykê hate protestokirin.

 

 

 

 

 

 

Li gelek bajarê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê li qadan bûn û çalakiyên protestoyî lidar xistin.

Bern

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aurau, Bern, St.Gallen, Lozan, Cenevre,Luzern, Basel û Zurîh ên Swîsreyê dijîn, bi armanca êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk herikîn qadan û çalakiyên protestoyî pêk anîn.

Lozna

Bi dehan Kuridistaniyên l istasyona Trenê ya Navenda Lonzanê kom bûn bi çalakiyekê êrîşên li ser Efrînê protestokirin.

Bern

Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Parlemetoya Federal a Bernê kom bûn êrîşên dewleta Tirk a qirker protestokirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin qîrkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin kul i dijî êrîşên qirker ên Tirk têkevin tevgerê.

Basel

Kurdisanî û dostên wan ên li stasyona Trenê ya Navenda Baselê kom bûn pankart vekirin û bi dowîzên li ser “Kujer Erdogan” hatî nivîsandin êrîş protestokirin.

Cenevre

Kurdistaniyên ku li Cenevreyê dijîn êrîşên qirker ên artêşa Tirk a li ser Efrînê bi çalakiya bêîtihatiya sivîl a li pêşiya Televîzyona Dewletê ya Swîsreyê (RTS) protestokirin.

Zurîh

Kurdistaniyên li pêşiya Parlemetoya Kantona Zurîhê bi dirûşmên qîr kirn ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve meşiyan. Di meşê de Kurdistaniyan dirûşmên “Kujer Erodogan” û “Qatil Erdogan” qîr kirin.

St.Gallen      

Kurdistanî û dostên wan ên li derdotî St.Gallenê dijîn li gara trenê ya navendê kom bûn û çalakiyeke bêîtihatiya sivîl lidar xistin.

Aarau

Kurdistananiyên li Aurauyê dijîn li gara trenê ya navendê kom bûn û li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk çalakiyek lidarxistin.

 

 

 

 

 

Hêjaye bi bîrxistinê ku gelên derketine ji bo Efrînê al û wêneyên komkujiyên Dewleta tirkiyayê ya faşîst der heqê sivîlên Efrînê rakirin , her wiha wêneyên ku dide xuya kirin ku Erdogan terorîste û piştgirya terorê dike hat rakirin

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً