LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji Rojhilatê Kurdistanê: Rojhilat Efrîn e

Ji Rojhilatê Kurdistanê: Rojhilat Efrîn e

NAVENDA NÛÇEYAN – Li 25 navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo piştgiriya Efrînê wê xwepêşandan bên lidarxistin. Di xwepêşandanan de silogana Rojhilat Efrîn e wê were avêtin.

Êrîşên Tirkiyê yê bi ser Efrînê di roja 52’an de berdewan dike. Piştgiriya gelê kurdistanê li gelek aliyan dom dike. Îro saet 17:00’ê li paytexta Îranê Tahren, li bajarên Sine, Kirmaşan, Urmê, Îlam û dehan bajar û navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandan wê bên lidarxistin.

Ji duh ve li ser torên civakî banga xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrînê li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên kirin.

Efrîn bedewama Kobanê ye

Di banga hate kirin de wiha hate ragihandin; “Efrîn berdewama Kobanê ye. Efrîn sembola berxwedan, niştîmanî zeyton û rojê ye. Ewên dixwazin roja me bikujin û darên me yên zeytonê bi bibirin, tenê hewldanek vale ye. Emê dakevin qadan û bêjin Efrîn ne bi tenê ye. Efrîn bajarê berxwedanê ye. Heya dema êrîş rawestin wê têkoşîna me dewam bike.”

Di bangên hatin kirin de dirûşma sereke ya xwepêşandanan ‘Rojhilat Efrîn e’ bû.

Di vê çarçoveyê de îro saet 17:00’ê li ber balyozxaneya Tirkiyê li Tahranê, li Çar rêyana Newbehar a Kirmaşanê, li Meydana Navendê ya Urmê, li Meydana Îqbal a Sine, li Meydana 22’ê Behmen a Îlam û li Meydana Çiwarçira ya Mehabad xwepêşandan wê bên lidarxistin.

Her wiha biryare li bajarên Merîwan, Kamîran, Şabad, Ciwanro, Serpêl Zehaw, Sehne, Seqiz, Bane, Bokan, Dîwanere, Gêlan Xerb, Pawe, Riwanser, Qurwe, Bîcar, Dêwlan, Abdanan, Pîranşar, Şino, Mako û Xoy ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan werin lidarxistin.

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً