LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e

Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên nêzî navenda bajarê Efrînê bûn, fikarên der barê jiyana sivîlan de jî zêde kir. Rojnamegerê fîlîstînî Hasan Tahravî diyar kir ku Gazze çi be, Efrîn jî ew e û ev tişt got: “Me li Beyrutê dît, dema gel axa xwe neterikîne, êrîş çiqas giran dibin bila bibin bi ser nakevin.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê 51 roj e dewam dike. Êrîşên bi erêkirina Rûsyayê dest pê kirin, bi taybetî bi civîna di navbera DYA-Tirkiyeyê re her ku çû êrîş zêde bûn. Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ji hewa û bejahî ve 51 roj e êrîşê Efrînê dike.

Em komên di nava ASA’yê de nas dikin’

Rojnamegerê fîlîstînî Hasan Tahravî pêşketinên li Efrînê nirxand û ev tişt anî ziman: “Tirkiye şerê xwe li ser hejmara kuştiyan dewam dike. Şer ne çareserî ye, berovajiyê wê dê hêj zêdetir pirsgirêkan kûr bike. Tiştekî ku tê zanîn heye. Ev şerê ku dewam dike dê irsgirêka Sûriyeyê û Efrînê çareser neke. Li gorî mîn Efrîn îro hat asteke wisa êdî pirsgirêkê dest pê kiriye. Hin komên di nava ASA’yê, hin komên El Nusrayê û îslamî hene. Gef û xetereyên van hene. Me ev li Idlib û her derî dîtin. Em dizanin ku ev dê bibin pirsgirêk. Ew bên Efrînê jî dê nebin çareserî. Dê ji şerê 7-8 sal e li Sûriyeyê dewam dike, xirabtir bibe.”

Bi erêkirina DYA û Rûsyayê êrîşên dest pê kir

Tahvarî destnîşan kir ku di êrîşan de rola hêzên navneteweyî jî li pêş e û wiha axivî: “Piştî Rûsyayê destûr da, êrîşan dest pê kir. Qet nebe Rûsyayê qada hewayî ji êrîşan re vekir. Helwesta DYA’yê jî girîng e. DYA’yê got ku ‘Em bi Efrînê re eleqedar nabin.’ Ev jî destûr dayîna êrîşan e. Dema em li dîroka Amerîkayê mêze dikin, qet alîgirê gelan nebûye. Rûsya jî heman tiştî dike. Ev hêzana ne alîgirên gelan, berjewendiyên xwe diparêzin.” Tahvarî diyar kir ku ruxmê NY’yê û Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyanî dan jî êrîşan dewam kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxuyaniya hikumeta Sûriyeyê heye. Sûriyeyê xwest bi kurdan re li hev bê, lê hevhatin pêk nehat bawerim ev neket dewrê. Ji bo hikumeta Sûriyeyê Efrîn ne xala pêşiyê ye. Berî her tiştî dixwazin Guta û Şamê paqij bikin. Ji Sûriyeyê tu hêviyên min tune.”

Bikevin bajêr dê jiyana sivîlan bikeve setereyê

Tahravî derbirî ku îro şûn de helwesta Neteweyên Yekbûyî û Rûsyayê girîng e û ev axaftin kir: “ji 50 rojî zêdetir e êrîş dewam dikin. Îro şûn de dê ev êrîş hêj zehmet bin. Li wir ji milyonekê zêdetir mirov dijîn, ne tenê kurd, ereb û gelên cuda dijîn. Tirkiye dibêje ku ’em zerarê nadin sivîlan.’ Lê dema bikevin Efrînê jiyana milyonek sivîlî di xetereyê de ye.”

Tahravî Efrîn û Gazze şibandin hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gazze jî heman tişt e. Efrîn hêj herêmeke berfireh e. Heman tişt û gelek dişibin hev. Gelên li wir dijîn, sivîl, balafirên nêz dibin, tang, ev hemû gefa li dijî gelan e. Heke gel axa xwe neterkîne, tu hêz bi wan nikare. Em ev li Gazzeyê dît. Heman tişt li Beyrutê jî me dît. Dema gel dernekeve, leşker çi bike jî nikare bikeve wir. Divê çareserî bê dîtin. Ne xwe rûxandin û şewitandin ne çareserî ye.

12.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً