NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Efrînê di bin topbaran û zehmetiyên ku dikşînin li ber xwe dide, di dîmena ku ji Efrînê hatiye kişandin de berxwedaniya gelê Efrînê bi dîlana li ber topbaranê derdikeve.
Ev 53 rojin berxwedana Efrînê didome, tevî hemû zehmetiyên ji qutkirina avê û elektrîkê, topbaran, armanckirina sivîlan, xerakirina cihên giştî li Efrînê gel hêjî di Efrînê de ye.
Hêjayî gotinê ye ku gelê Efrînê heta niha bi şervanên YPG/YPJ û QSDê re li Efrînê ye, di dîmeneke ku ji Efrînê hatiye kişandin mezintirîn berxwedan radixe ber çavan.
13.03.2018
Rojev24