LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Efrîn bang û helwesteke netewî ye’

‘Efrîn bang û helwesteke netewî ye’

NAVENDA NÛÇEYAN – Di berdewamiya êrîşên li ser Efrînê, ji aliyê 57 partiyên siyasî û 53 rêxistinên civakî û sivîl Platforma xwedî derketina li Efrînê hate organîzekrin, Platformê helwesta netrewî ji bo Efrîn bi 12 xelan eşkere kir.

Êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê di roja xwe ya 53 an de bê navber didome, niha 600 hezar sivîlên Efrînê di dorpêçê de ne. Rewşa jiyanî ji ber xerakirina malan, firneyên nan, stasyona Avê û Elketrîk her wiha qutkirina şebkeyê di rewşeke xeter de ye. Ji ber vê yekê tê nîşandan ku îro Efrîn bûye helwesteke netewî ji ber wê jî ji her deverê ji bo Efrînê çalakî lidardixin û li kêleka gelê Efrînê di şer û Berxwedaniyê de ne.

Êrîşên li dij Efrînê dibe sedema helwest û xwedî derketineke netewî. Bi vê armanca pêngava yekem ji KNK’ê hat.

Di pêşengtiya KNK’ê li Hollandayê 162 sazî,partî û dezgehên kurd li hev civiyan û li dijî êrîşên bi ser Efrînê de helwesteke netewî girtin.

Li dijî operasyona ku 53 roj e berdewam dike. Ji partî û dezgehên kurdan helwesteke netewî derket. Bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Xwedîderketina li Efrînê, li Hollandayê bi dirûşmeya “Helwesta Neteweyî ji bo berxwedana Efrînê” civînek hat sazkirin. Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê ku ji 57 partiyên siyasî û 53 rêxistinên civakî yên sivîl pêk dihat hat lidarxistin. Ji bilî saziyên Kurdan, nûnerên saziyên Asûrî-Suryanî, Ermenî, her wiha gelek rêxistinên Çep ên Tirkiyeyî û nûnerên saziyên Ereb tevlî bûn. Di civîna platformê de biryara xwedîlêderketina Efrînê hate dayîn.

Piştî civînê Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku Efrîn 52 roj in li ber xwe dide. Plaformê bal kişand ser êrîşa TSK’ê ya duyemîn artîşa mezin a NATO û destnîşan kir ku li Efrînê qetlîaman pêk tîne. Li ser navê Platformê Endomê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar, bi kurmancî encamname xwend. Encamnameya Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê vegot.

Sengerekî parastinê ya neteweyî û niştîmanî li dora Efrînê vehûnin’

Di daxuyaniyê wiha destpêkir: Helwesta Neteweyî û Niştimanî Ji bo Berxwedana Efrînê Em nûnerên dehan partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî, sedan kesayetên serbixwe (Nivîskar, Hunermend, Ronakbîr, Akademîsyen, Rojnamevan) yên Kurdistanî ku em xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo xwedî derketina berxwedana Efrînê, em li Hollanda kombûn û vê banga jêrîn ji reya giştî re pêşkêş dikin. Dewleta Tirk berî 51 roja êrişî Efrînê kir. Armanca wan ji alîyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd li ser axa xwe azad nebin. Dîl bin û welatê wan jî dagîrkirî be. Dewleta Tirk dijî hebûna Kurdan e. Dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk, di êrişa Iraq ê ya li ser Kerkûk, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din yên dabirayî da piştevanîya hukumeta Bexdayê kir. Di êriş û dagîrkerîya DAIŞ’ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî Kobanê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAIŞ’ê dikir. Dewleta Tirk dijî Kantonên Rojavaya Kurdistanê û Federasyona Bakurê Sûriyê, ji sêrî were di opozisyona êrîşkar da ye. Her weha li başûrê Kurdistanê jî dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û dijî deskeftiyên gelê me kar tîne. ‘Bi piranî zarok bi sedan kal, pîr û zarok kuştin’ Herî dawiyê jî êrîşî Efrînê kir û niha gelek gundên sînorî dagir kirine û bêyî navber Efrînê bombarduman dikin. Heta niha piraniya wan jin-zarok-kalepîr bi sedan kes kuştine, sedan kes jî birîndar kirine. Lê belê, xelkê Efrînê, di serî de YPG, YPJ, hêzên QSD’ê û hemû hêzên din yên parastinê berxwedaneke xurt nîşan didin. Herweha xelkê sivîl jî mil bi milê hêzên leşkerî welatê xwe diparêzin. Xelkê Kurdistanê, Kurdên dîasporayê pêkve li ser pêya ne û piştevanîya berxwedan û parastina Efrînê dikin. Herwisa dostên gelê Kurdistanê jî destekeke baş didine parastina Efrînê. ‘Divê parastin mezintir bibe’ Lê eve hemû têrê nakin. Divê di bizava parastina Efrînê de da piştevaniyeke hêjî mezintir û xurttir were organîze kirin. Ji bo vê jî di serî de divê dînamîkên navxweyî aktîv bibin û di asta herî bilind de da zirhekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora Efrînê vehûnin. Efrîn li dawiya tixûbê rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji Dêrikê heta Efrînê rojavayê Kurdistanê kiriye hedefa dagiriya xwe. Ji ber hindê wijdana neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê divêt di Efrînê de xwe nîşan bide. Dilê hemû Kurd û Kurdistanîyan divê di Efrînê de lêbide. Di parastina Efrînê de bedelên giran têne dan.

Efrîn ji me Yekîtiya Netewî dixwaze’

Bi itîfaqek mezin pêkhatî dê Efrîn zûtir serbikeve. Konjonktur di lehê Kurdistanê de ye. Neteweyê Kurd dikare vê rewşa Efrînê vegerîne asta serkeftinê. Serkeftina Efrînê dê deriyên nû li ber azadiya Kurdistanê veke. ‘Efrîn di vê dema teng de ji me yekîtiya netewî dixwaze’ Ji bo vê armancê divê hemû hêzên polîtîk, hemû organîzasyonên sivîl û demokratîk, hemû Kurdistanî li ser esasê berjewendiyên neteweyî û niştimanî yekîtiyeke hê mezintir ava bikin ku ev bibe zemînê herî xurt beramberî dagirkeriya dijminan. Efrîn di vê roja tengaviyê de tiştekî ji neteweyê xwe dixwaze ew jî yekbûn e, itîfaqa herî mezin ya navxweyî ye. Kurd û Kurdistanî divê vê xwezî û daxwaza Efrînê bînin cih û bi itîfaq biçîne hawara Efrînê. Efrîn hêviya vê tevgerê ye.

12 xal ji bo banga Efrînê hatin dayîn’

Şêwira Neteweyî ya Efrînê bi giringî û lezîn bi 12 xalan bangê dide xelkên Kurdistanê û dinyaya humanîter û demokratîk:

1. Bê itîfaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan çeperê parastina deskeftiyên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cebheya dijminan xweş dike. Ev herî dawî di rewşa Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê de hate dîtin. Lê belê, itîfaqa navxweyî êrîşên dijminan dişkêne û rê li ber serkeftina navxweyî vedike ku ev di parastin û serkeftina Kobaniyê de hate dîtin. Lewma itîfaqa navxweyî şertê man û nemanê ye û divê di bextê Efrînê de pêk bê. Ji bo vê armanca mezin Platforma Xwediderketina Efrînê bi tevlîbûna dînamîkên nû yên Kurdistanî firehtir bûye û hêzên Kurdistanî ji hemî deman zêdetir nêzî hev bûne.

2. Divê bizava parastina Efrînê li Kurdistanê, li meydanên dîasporayê piştevaniyeke xurt ya bi kordîne bê kirin û bi germahiya giyanê parastina Kobanê, dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê dengê xwe tevî dengê Efrînê bikin. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat divê xebateke xurt ya diplomasiyê ya hevgirtî ya neteweyî û niştîmanî bê kirin.

3. Ji bo rawestandina êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê û bi cih anîna biryara Konseya Ewlekariyê ya UN’ê ya li ser agirbesta Sûriyeyê, divê giraniyeke xurt bê nîşandan.

4. UN divê li biryara xwe xwdî derkeve û bi giringî û cidî li ser pirsa agirbesta Sûriyeyê raweste ku di pratîkê de bê bi cih anîn û encamgir be.

5. Amerîka USA, NATO, Yêkîtîya Eûrpayê û Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞê, divê bi aktîv li ser pirsa Efrînê rawestin û giraniya xwe ya li ser dewleta Tirk nîşan bidin ku zûtirîn dem ji Efrînê derkeve.

6. Rûsya divê siyaseta xwe ya derbarê Efrînê de bughere, qada hewayî ya Sûriyeyê li ber firokeyên şer yên dewleta Tirk bigire û êrîşkariya wan li ser Efrînê rawestîne.

7. Dewleta Sûriyeyê dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê divê nerazîbûna xwe bi dengekî bilind nîşan bide û ligel rêveberiya Kantona Efrînê peymanê çêbike û di parastina Efrînê de mil bi milê xelkê Efrînê û hêzên Asayîşa navçeyê re cih bigire.

8. Yêkîtiya Dewletên Erebî divê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrîn û Sûriyeyê şermezar bike û ji bo derketina wan ji nav tixûbên dewleta Sûriyeyê tedbîrên pratîk bistîne.

9. Dewleta Tirk bi pratîka xwe ya şerxwaz û êrîşkar, şerê dijî DAIŞ’ê lewaz dike, aştî û istiqrara rojhilata navîn û ewlekariya dinyayê davêje nav agir. Lewma dinya divê dijî vê şerxwaziya dewleta Tirk opozisyoneke xurt bistîne û bi itîfaqî rê li ber vê dewleta hov bigire.

10. UN di qetlîama Cizîr û bajarên din yên bakurê Kurdistanê de bêdeng ma lewma îro dewleta Tirk gelek rehet êrîşî Efrînê dike. Ew hêzên taybetî yên leşkerî yên ku Cizîr kavil û wêran kirî îro ji bo Efrînê hatine rêkirin ku eynî tiştî bikin. Lewma UN divê bi aktîvî li ser pirsa Efrînê raweste û beramberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk gelek lezîn biryarên encamgir bistîne ku Efrîn nebe Cizîreke nû.

11. Em kes û nûnerên li vê kombûnê de amade ne, helwesta xwe ya neteweyî û niştimanî ji bo xwedîderketina Efrînê careke din dûbare dikin û dibêjin “Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye, emê bi hemî imkanên xwe xwedî li berxwedana Efrînê derkevin”. Her weha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayet yên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin.

12. Em bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cîhana demokratîk û xwedî wijdan dikin û dibêjin “Heta niha we helwestek baş nîşan da, hêviya me ewe hûn vê helwesta xwe berdewam bikin û xurttir nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Efrînê bi piştgirtina we heye”.

13.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً