NAVENDA NÛÇEYAN- AKP’ê ji piştî derbeya 15’ê Tîrmehê de zext li ser opozosyona Tirkiyê da destpêkirin bi taybet piştî opereasyona li dijî Efrînê zext li ser civaka Tirkiyê, Ragihandin û çalakvan û siyasetmedaran li Tirkiyê çêkir. Endama HDP’ê di rûniştina perlemantoya Tirkiyê de qirêja komên yên navê ASA li xwe kirine di operasyona li dijî Efrînê eşkere kir.
Erdogan ji derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi tesfiyekirina opozosyona AKP’ê qezenc kir. Serokmarê Tirkiyê Erdogan piştî derbeyê artêşa Tirkiyê xist bin destê xwe de. Her wiha Ceneralên dijî AKP’ê ji kar hatin rûrxistin. Hêjayî gotinê ye ku zext li ser civaka Tirkiyê, çalakvanên siyasî, Ragihandin û Partiyên dijî AKP’ê hate kirin.
Di rûniştina perelamtoya Tirkiyê de endama HDP’ê û wekîla wîlayeta Istanbûlê Huda Kaya axifî û got ku çekdarên navê ASA’yê li xwe kirine ew artêşek kûjerin. Her wiha Kaya anî ser ziman û got ku Tirkiyê bi zarokên malbatên feqîr û kêm wan dixe şerê Efrîn tenê ji bo berjewendiyên Erdogan yê qirêj. Erdogan gihişt asta ku kesên li dijî operasyona li dijî Efrînê derkeve wî wekî xayin û terorîstekî nîşan dide. Her wiha Erdogan vê opereasyonê ji bo vegerandina AKP’ê ji hêza xwe ya ku di hindirê Tirkiyê de wida kiriye.
Kaya di berdewamiya axafina xwe de bl kişand ser têgîna ku dewleta Tirkiyê eê bi kar tîne di êrîşa xwe li ser Efrînê ku ew di Islamê de ya Cîhad û got ku şerê li dijî Efrînê ew ne Cîhade wek ku Isalmê û Qur’anê pênasa kiriye. Komên Islamên radîkal yên ku niha bi TSK’re şerê Efrînê dikin ew li dijî Jinê ne wek DAIŞ’ê ku civakê gelek zilma kişand mîna avakirina bazarên firotina jinan têde û kuştina mirovan.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber axaftinê perlementera HDP’ê serokê perlemtoyê rûniştina peremantoyê da rawestandin. Piştî rûniştina perlemantoyê de Huda Kaya ji aliyê polîsan de radestî dezgehê hate kirin bê lêpirsînê.
Hêjayî bîranînê ye ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê para wê ji çewisandinê li Tirkiyê hebû. Di Îlona 2016’an de hevserokên HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Fîdan Yoksak Dag û 12 HDP’yên din hatin girtin. Ev gav piştî biryara pelementoya Tirkiyê ya ku di Gulana 2016’an de hate girtin ser rakirina parastinê li ser endam û rêveberên partiya HDP’ê hate girtin. Ji ber vê biryarê êdî polîs dikarin endam û rêveberên vê partiyê bidin bi girtin bê ku vegerin perlemantoyê.
Lê partiya HDP’ê têkoşîna xwe li hêmber AKP’ê domand. Di 2’ê Sibatê de HDP’ê di kongira xwe ya salê de Sîzan Têmêlî û Perwîn Baydemîr wek hevserokên nû ji partiyrê hatin hilbijartin.
14.03.2018
Rojev24