EFRÎN – Balafirên artêşa Tirk navenda bajarê Efrînê ku zêdeyî milyonek sivîl lê dijîn, heta van kêliyan bombebaran bê navber didomîne. Di encamê de 4 jê zarok 7 sivîl şehîd bûne û 12 sivîl jî birîndar bûn. Niha li gundê Meydanekê yê navçeya Şera’yê şer û pevçûnên giran di navbera şervanan û çekdarên girêdayî artêşa Tirk de rû didin.
Ev dibe 55 roj Berxwedaniya gelê Efrînê didome, dewleta Tirk ku gotibû ewê duh Efrînê bi giştî bigre rastî bersiv û çalakiyên şervanên YPG,YPJ û QSD hat. Li gorî çavkaniyan dewleta Tirk ji duh ve bê navber sivîlan hedef digre.
Li gorî çavkaniyên ji nava Efrînê hate ragihandin ku duh ji saetên ber bi êvarî de heta van kêliyan topbaran li ser navenda bajarê Efrînê didome. Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku duh ji saet 5’ê ber bi êvarî de û heta van kêliyan artêşa Tirk bi belafirên xwe navenda bajarê Efrînê û riya Cindirêsê topbaran kiriye û bejahî jî bi obus û topan êrîş dike, hate ragihandin ku di encama topbarana li ser sivîlan ku piraniya wan zarokin 4 zarok jê arok 7 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 12 sivîl jî birîndar bûne. Bi lez û bez birîndar ji nexweşxaneya bajar a Avrîn re hatin veguhestin.
Kadroyên tenduristyê yên nexweşxaneyê diyar kirin ku heta niha 12 birîndên sivîl gihîştine nexweşxaneyê. Nasnameyên 10 birîndaran wiha ye:
ʺZehîde (30), Avirîn Ebdo (4), Civat Mihemed Beko (30), Roşîn Ebdulhenan Îbo (37), Ebdulhenan Îbo (76), Fatma Horo Hesen (47), Zeyneb Menan Golîn (32), Quseyî (26), Ranya Hemada Mihemed (20), Marûf Dilgeş Memo (17), Robîn Memo (5), Rolyana Memo (11), Mihemed Ebdo Hindam (9), Rozelîn Memo (6), Nêçîrvan Memo (13)ʺ.
Hejmara şehîdan ku ji duh heta niha ve gihişte 7 in. Nasnameya şehîdan 2 zarokên ên bi navên Kajîn Elî (4) û Mihemed Qişlê (6) jî şehîd bûn. Her wiha welatiyê 40 salî yê bi navê Ezîz ku di encama êrîşan birîndar bûbû, şehîd bû. Nasnameyên çar şehîdên jî nehatin naskirin.
Ji aliyekî din ve topbarana li ser navenda bajarê Efrînê bi zêdeyî milyonek sivîl lê dijîn, didome. Niha di van kêliyan de artêşa Tirk û çeteyên wê taxa Zeydiyê û gundê Tertiwêlê yên navenda bajarê Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.
Li kêleka topbaranê ji aliyê Hêzên YPG,YPJ û QSD derbe li çeteyan ku bi obsan êrîşî sivîlan dikin dixe. Li gundê Meydankê yê navçeya Şera şer bi dijwarî rû dide.
Tevî vê hovîtiya dewleta Tirk û kmên girêdayî wê raya giştî bê deng e, lewra dewleta Tirk rehet jiyana milyonek sivîl xistiye xeteriyê.
15.03.2018
Rojev24