LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê

Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê

EFRÎN – Hat zanîn ku Tirkiye xwe amade dike ku 170’î hezar kesên malbatên endamên El Nusra û Ehrar El Şam ên ji koka El Kaîdê tên, ên li Ezaz, Îdlîb û koçberên di kampên Hatay û navçeyên Belkîs, Elbeylî û Kîlîsê yên Dîlokê de, li Efrînê bi cih bike.

Şerê li Efrînê di roja 55’an de berdewam dike û TSK bi balafirên şer û obusan Efrîn û derdora wê bombebaran dike. Li herêmê gelek pevçûnên dijwar dinavbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û TSK’ê de rû didin. Bi sedhezaran Efrîniyên li bajêr dijîn bi komkujiyê re rû bi rû ne. Hat diyar kirin ku TSK hewl dide malbatên komên selefî li gundê û navçeyên kirin bin kontrola xwe bi hic bike. Hat diyar kirin ku di vê çarçoveyê de amadekariya 170’î hezar kesên malbatên El Kaîdê li Efrînê bi cih bikin, tên kirin.

170’î hezra malbatan dê bînin Efrînê

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan û rayedarên dewleta Tirk, berê jî bi dehan car gotin ji bo veguhestina sivîlan ketine nava tevgerê de. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk xwe amade dike ku malbatên kompên penaberan ên li Hatay û navçeyên Belkîs, Elbeylî û Kîlîsê yên Dîlokê, ligel mabatên Îdlîb û Ezazê, nêzî 170’î hezar kesan li Efrînê bi cih bikin.

Lîsta amade kirin, destpêkê komên Tirkmen

Hat got ku ev amadekarî li kanpên penaberan bi veşartî tê kirin û malbatan kom bi kom ji kampan derdixin. Carke din ji bo malbatên li Efrînê bên bi cih kirin lîste amade kirin û li herêmên krîtîk malbat û tugayên Tirkmenan dê bi cih bikin.

El Nusra û Ehrar El Şam

Hat destnîşan kirin ku di nava van malbatan de bi giştî malbatên komên El Nusra û Ehrar El Şam hene û dê di rojên pêş de van malbatan li herêmên Efrînê bi cih bikin. Tirkiye dixwaze komên selefî yên di sînorên xwe de, li van herêman bi cih bike.

Rojavayê Firatê encama polîtîkayane

Tirkiyê ji destpêka şerê Sûriyeyê ve dixwaza demografiya rojavayê Firatê biguhere. Ji ber vê yekê heya niha gelek rêbaz ceribandin. Hemû rêbazên leşkerî û siyasî kirin dewrê, lê bi tu awayî serketin bi dest nexist. Lê Tirkiyê niha bi awayekê vekirî hewl dide malbatên komên selefî li Efrînê bi cih bike û demografiya herêmê biguhere. Dûre dixwaze girêdana Efrînê bi Ezaz û Îdlîbê re çêbike.

15.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً