LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pîlanên Rûsya û Amerîkayê li ser Sûriyê

Pîlanên Rûsya û Amerîkayê li ser Sûriyê

Bi destpêkirina buhara gelan a di salên 2010’an û 2011’an de Amerîka û Rusya dest bi pîlan û pirojeyan kirin. Tiştên ku Amerîka dixwest ew bu ku welatên di Rojhilata Navîn de hemuyan parçe bike û netew-dewletên biçuk li gor xwe ava bike.

Rûsya dixwaze ewe bû ku Soviyeta salên notîde de winda kiriye careka din bi dest bixe, li ser wê esasê Rusya jî her dixwaze aloziyê di Rojhilata Navîn de dewam bike û Amerîka û hêzên NATO mijûl bike û wan di nava van alozîyan de winda bike.

Amerîka li Lîbiyayê û Yemenê de bi ser neket, sedem jî Rus û Îran bû ku mîlîsyat li her derê li dijî Amerîka û pirojeya wan xiste dewrê bi armanca ku Amerîka tangav bike. Mirov dikare bêje ku referandoma Başurê Kurdistanê parçeyek ji pîlanê Rûsya bû ku Amerîka li Iraqê lawaz bike.

Amerîka û Rûsya li Suriyê li hev kirin. Dema ku li Suriyê serhildan dest pê kir ew serhildan wê bi awayekî demokratî bi encam biba, lê Amerîka hêza bi nave Artêşa Azad da avakirin. Di encam de Sûrî zîvirî qada şer û kuştinê. Rûsya jî li ser navê piştgiriya Rejîma Suriyê kete nava xaka Sûriyê û qirkirina mirovan dest pê kir.

Rûsya Îran û Hizbulaha Libinanî kişand bi aliyê xwe de. Amerîka jî dewleta Tirkiyê da kişand bi aliyê xwe de û şerê xwînê dest pê kir. Di şer de xwestin Kurdan ji holê rakin an jî wê bikişînin bi aliyê xwe de. Lê Kurda xeta sêyemîn ji xwe re esas girt û ew jî ketin nava şerê xwe parastinê.

Artêşa Azad a ku Amerîka ava kiribû û radestî Tirkiyê kiribû li hember Kurdan gelek caran ketin nava şeran de. Serokmarê Tirkiyê Tayib Erdogan xwest bi rêya Artêşa Azad Kurdan teslîm bigire. Ji ber vê yekê gelek caran êrîşên mezin li dijî herêmên kurda li darxist lê bi ser neket.

Artêşa Azad her roj li ser axa Sûriyê têk diçû. Gihişt astekê ku êdî nema baweriya Amerîka bi wan tê. Amerîka hema hema di nava xaka Surîyê de têk çû bû lê ji bo têkçûna xwe veşêre û careka din xwe komî ser hev bike lewra hêza DAIŞ’ê xist Sûrî û Iraqê de û hinek gorevên kuştina mirovan dane wan û wa jî li gelek deverên cîhanê qetlîam pêk anîn. Bi vê yekê ji Amerîka re hincet çê bû ku bikeve xaka Sûriyê.

Amerîka wê çawa biketa Surî incix bi Kurdan re bibirya yek û biketa xaka Surîyê, ji ber ku DAIŞ tinê di sînorê Kurdan de çihê xwe hebun. Deverên dî sînorê rejîma Surî bûn. Amerîka kete Surîyê lê ne li ser daxwaza Kurdan, ser esasê ku şerê li dijî terorê gava ku teror xelas bibe Amerîka gere ji Surîyê derkeve.

Lê ji bo ku Amerîka li Surîyê cihê xwe mayînde bike, bi Rusan re li hev kirine li ser erdnîgarîya Suriyayê. Pîlanê wan ew bû ku Surî bikin sê parçeyan. Ew perçe wiha ne:

1- Herêma Bakurê Sûriyê, yanî Minbic heya Dêra zorê di bin serweriya Amerîkan û Kurdan de bimîne.

2- Ji Cerablus heya Idlibê yanî xeteke ku Efrîn jî dikeve navde bin serweriya Tirk û Artêşa Azad de bimîne.

3- Deverên din yên Surîyê di bin serweriya Rûsya, Îran û Rêjîmê de be.

Ji bo ew pirojên wan were vala derxistin, tişta ku ji Kurdan tê xwestin çiye?

(Murad Rujhilat)

13.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً