EFRÎN– Êrîşên artêşa Tirk û çekdarên wê li ser navenda bajarê Efrînê bi dijwarî didome. Ji ber topbaran bi hezaran sivîl ji bajar derdikevin û xwe li herêma Şehbayê digirin.
Êrîşên artêşa Tirk û çekdarên wê yên bi armanca qirkirinê yên li ser bajarê Efrînê di roja 57`an de bi dijwarî didome. Ji ber êrîşan bi hezaran sivîl ber bi herêma Şehbayê ve diçin. Artêşa Tirk sivîlên ku dixwastin ber bi Şehbayê ve derkevin, topbaran kir. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.
Lê heta niha jî bi sed hezaran sivîl di nava bajarê Efrînê de mane.
Berxwedan didome…
17.03.2018
Rojev24