NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk di berdewamiya hovîtiya xwe de ji duh ve 3 caran sivîlan hedef dike ku heta niha 47 sivîl ji wan 16 zarok û 14 jin hatine qetil kirin. Hate eşkere kirin ku armanc qirkirina gelê Kurd e.
Dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ASA’yê bi hovane sivîlên Efrînê qetil dikin.
Berxwedana Efrînê ku di roja xwe ya 57 an de ye bi her cure zehmetî gelê Efrînê li ber xwe da, di vê çarçoveyê de gelê Efrînê heta niha rastî komkujî, kiryarên xerab û zordariyê tên. Sivîlên Efrînê ji ber topbarana bê ser û ber a dewleta Tirk bi belafiran her wiha ji bejhaî ve bi obusan û topan sivîl armanc kirin ku rastî komkujiyan tên.
Sivîlên Efrînê ku bi qasî 800 hezarî ji gundên xwe koçî navenda bjarê Efrînê bibûn, duh rastî 3 komkujiyan hatin, li gorî ku heta niha hatiye zanîn 47 sivîl hatine qetil kirin ku ji wan 16 zarokin û 14 jî jin in. Ev jî dûbarebûna Komkujiya Helebçe ye.
Di topbaran li ser taxa Mehmûdiyê de hejmara qurbaniyan derket 21 û bi dehan birîndar jî hene.
Ji şehîdên ku nasnameyên wan hatin diyarkirin, Fadil Yûsif (46), Azad Bozo, Sebirî Midewir, Hisên Ehemd (70), Ehmed Exlas, Şewket Henan, Qidret Beqlawa.
Her wiha ji birîndaran; Arif Bekir Seydo (54), Mihemed Ferhad Mihemed (25), Fayiq Xelîl (21), Meryem Mihemed (8meh), Seyaran Ayid (24), Fatima Osman (55), Hemîda Reşo (60), Ebdulrehman Reşo (80), Zekeriya Ehmed (60), Silava Osman (2), Ranî Xelef (15), Rîma Xelef (15), Erîfa Îbrahîm (31), Ebdulwehab Xelef (60), Hisên Xelef (35), Emûl Hecî, Emûl Hecî Xelef (55), Emûna Hebeş (39), Serwan Nasan (8), Mihemed Reşîd Hemdûş (42), Zekeriya Emûrî (40), Hozan Elîko (29), Xelîl Mihemed Xelo (52), Mihemed Hesen Ebdo (35), Emîna Îbrahîm (25), Gulîstan Hemdûş (7), Yara Hemdûş (19) û Welîd Mihemed (63).
Dewleta Tirk ev heftiyeke topbarana xwe li ser navenda bajarê Efrînê ne rawestandiye. Dewleta Tirk ku gundên Efrînê vala kir, gel biryara emê ji Efrînê derneyên da, ji ber vê yekê koçberiyeke navxweyî çêbû û gelê Efrînê ên li bajar di nava malên xwe de 3 malbata hewandin. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku ji ber kombûna sivîlên Efrînê li navenda bajar dewleta Tirk dest bi topbaran bê ser û ber kir da ku heremê vala bike.
Duh ji sateên sibeha de Efrînê bû qadeke ya xweînê û li taxa Mehmûdiyê ku artêşa Tirk sivîl hedef girtibûn bi dehan sivîl hatin qetil kirin û birîndar kirin, ku piraniya wan zarok bûn.
Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk ji bo ku sivîl hêviyek wan a mayîna li Efrînê nemîne, duh di saetên şevê de nexweşxaneya Avrîn a tekane li Efrînê ku bi birîndaran dagirtî bû bi 3 fûzeyan armac kir ku di encamê de 15 kesên sivîl hatin qetil kirin.
Herî dawî karwana sivîlên Efrînê ku xwestin jiyana xwe xelas bikin û berê xwe bidin heremên aram ku ew jî Şehbayê bû, rastî topbaran artêşa Tirk hatin. Niha dewleta Tirk bi armanckirina bircên Şebeke û Internetê micûl bûye da ku çarenûsa sivîlên ku noha di dorpêçê de ne neyê zanîn.
Hate ragihandin ku armanc ewe ku Erdogan qirkirina gelê Kurd qezenc bike û ew ji kokê de nehêle. Ku duh ew komkujî di salvegera komkujiya Helebeçe ya sala 1988 an de bû.
17.03.2018
Rojev24