LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Artêşa Tirk li Serêkaniyê sivîlek qetil kir

Artêşa Tirk li Serêkaniyê sivîlek qetil kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Di berdewamiya tehîd û tecawiza dewleta Tirk a sînorê Bakrê Sûriyê, li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê sivîlek karker hate qetil kirin û zarokek jî birîndar bû.

Bi tehdîd û gefxwarina dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyê, piştî Efrînê û koçkirina niştecihên herêmê, ev car li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Tirkiyê guleyan li welatiyên sivîl berdide.

Hate ragihandin ku di encama hedefgirtina artêşa Tirk ji sînorê bajarê Serêkaniyê yê bi ser kantona Hesekê ve sivîlek jiyana xwe ji dest da û zarokek birîndar bû.

Di encama guleyên ku ji aliyê artêşa Tirk ve ya li ser sînorê bajarê Serêkaniyê de welatiyê bi navê Ehmed ElÎsa (27) ji gundê Hisan yê bi ser Serêkaniyê ve jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatin girtin de hate zanîn ku weltiyê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hate qetil kirin di fabrîqeya Bilokan de li gundê Kişto yê di navbera Serêkaniyê û TiHelef de bû.

Piştî armanckirina Ehmed di pişta xwe de ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê re hate veguhestin, lê ji ber birîndariya xwe jiyana xwe ji dest dide.

Ehmed ElÎs bavê zarokê ye..

Duh jî di 18 Adarê de zarokê bi navê Ebdlkerîm ziyab hate hedef girtin û niha birîndar e.

19.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً