NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirkityê û komên girêdayî wê êrîşên xwe li ser Efrînê didomîne. Pêve girêdayî ku bi armanca guhertina demografiya herêmê sivîlan qetil dike û wan ditirsînin da ku venegerin cih û warên xwe. Her wiha mal û mulkên sivîlan didizin.
Di 15.3.2018 an de
Balafirên şer ên artêşa Tirk taxa Eşrefiyê, gundên Tiltiwêl û Cumkê yên girêdayî herêma Efrînê bombebaran kir. Balafirên artêşa Tirk piştî topbarana taxa Eşrefiyê, taxa Mehmûdiyê bombebaran kir.
Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li ser navenda bajarê Efrînê 5 sivîl şehîd bûn. Li gorî agahiyan 3 ji şehîdan zarok in, 2 jî jin in.
Di topbarana artêşa Tirk li ser navenda bajarê Efrînê de sivîleke ku nasnameya wî ne hate diyarkirin şehîd bû û 5 jî birîndar bûn. Navê birîndaran, Serdar Mustefa (25), Melek Mustefa (3), Luqman Bekir (46), Nûrî Ehmed (40), Endnan Seqî (17).
Şervanên YPGʹê li gundê Kerê yê navçeya Bilbilê 2 wesayîtên artêşa Trirkiyê bi çalakiyeke taybet teqandin. Gelek leşkerên Tirk ên di wesayîtan de debûn, hatin kuştin.
Şervanên Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîniyên Parastina Gel (YPG) li gundewarên Efrînê maşîneyeke zirxî ya artêşa dagirkeran rûxandin.
QSDʹê ragihand ku li gelek eniyên Efrînê şere û di nava 24 saetên dawiyê de 14 leşker û çete hatine kuştin, erebekî leşkerî jî hate rûxandin.
Di 16.3.2018 an de
Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê bi dijwarî navenda bajarê Efrînê topbaran kir . Di encamê de zêdeyî 6 sivîl şehîd bûn, ji wan nasnameyên 3 kesan hatin zanîn, ew jî ev in, ” Ehmed Exlas (32), Şewket Henan (30) û Qidret Bexlawa (70).Her wiha bi dehan jî birîndar bû, birîndaran; Nezmî Elî (45), Heval Cangora (22), Ebdulwehab El-Xelef (60), Hisên Ebdulwehab (35).
Artêşa Tirkiyê bi obusan êrîşî taxên Eşrefiyê, Mehmûdiyê yên Efrînê kir.
YPG‘ê daxuya kirin ku Artêşa Tirkiyê li ser xeta sînor êrîşa çeperên hêzên wan kir, di encamê de şervanekî wan şehîd bû.
Di encama hedefgirtina navenda bajarê Efrînê û nexweşxaneya Avrînê de 47 sivîl şehîd bûn (di nav de 16 zarok û 14 jin) hene. Her wiha bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Di 17.3.2018 an de
Artêşa Tirkiyê sivîlên Efrînê yên ku dixwastin ber bi Şehbayê ve derkevin, topbaran kir. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.
Li navenda bajarê Efrînê bombe li avahiyekê hate barandin û hate ragihandin ku 3 sivîl di binê enqazê de man. Her wiha Li aliyê din îstasyona petrolê hate hedef girtin û şewatek mezin derket. Dîsan di heman demê de ji ber avêtina topan agir bi malan ketiye.
Li Taxa Nexweşxaneya Hikmê ya Minbicê bombeyek teqiya. Ziyanê madî çêbû.
Di 18.3.2018 an de
Şervanên YPG/YPJ’ê li taxa Mehmûdiye ya navenda bajarê Efrînê li dijî leşker û çekdarên girêdayî Tirkiyê ne çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de 35 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê talan û wêrankirina mal û milkên welatiyên Efrînê didomînin.
Beşek ji gelê Efrînê yên ku dixwestin vegerin Cindirêsê bi balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ve hatin hedefgirtin. Di vê konvoyê de, derdorê 300 kes hebûn, tekez e ku li vir komkujiyek mezin çebûye lê hejmarek zelal nîne.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi hezaran sivîlên li gundê Basûtê yê Şêrawa xistin çemberê û nahêlin ku sivîl derkevin.
YPGʹê li gundê Elemdara yê navçeya Bilbilê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek pêk anî. Di encamê de erebeyeke ku cebilxane lê hatibû barkirin hat rûxandin û zêdetirî 50 leşker û çekdarî hatin kuştin.
Di 19.3.2018 an de
Leşkerên artêşa Tirkiyê topên hawanan avêtin derdora gundên Til Helef, Keşta, Til Erqem û Til Sexir ên girêdayî navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê û sivîl hedef girtin. Di encamê de zarokê bi navê Abdullkerîm Ziyab Nezal birîndar kir û welatiyekî sivîl ê bi navê Ehmed El-Îsa (27) hate qetil kirin.
Şervanên YPJʹê bi çalakiyeke taybet li gundê Kela yê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê erebeyeke leşkerî ya cebilxaneyê ya artêşa Tirk rûxand. Di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê endamê hucreyeke razayî ya bi navê ʺEl-Hût El-Ezreqʺ ku erebeyeke bombebarkirî dajot, girt.
Di 20.3.2018 an de
Balafirên artêşa Tirkiyê gundê Kîmarê yê Êzîdiyan bombebaran kir.
Artêşa Tirkiyê bi çekên keleş û doçkayê gundên Siftekê û Ziravê yên rojavayê bajarê Kobanê gulebaran kirin.
Zarokê bi navê Mahir El-Elî yê ji gundê El-Wehşiya ya girêdayî kantona Şehbayê di encama teqîna mayînekê de li gundê Hesacek jiyana xwe ji dest da.
Şervanên YPG/YPJʹê li gelek herêmên Efrînê li dijî leşker û çekdarên dewleta Tirkiyê çalakî pêk anîn û derbeyên giran lidarxistin. Di encamê de 65 leşker û çekdar hatin kuştin û gelek leşker û çekdar jî birîndar bûne.
Di 21.3.2018 an de
Artêşa Tirkiyê gundên Kîmarê û Beradê yên navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirkiyê li gundê Beradê yê Şêrawa, cihên dîrokî da ber obîsan. Di encamê de cihên dîrokî (ku di nav de dêra mezin (Kilise) jî heye) hate rûxandin.
Şervanên YPG/YPJʹê li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa li dijî erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ku cebilxane lê hatibû barkirin, hedef girtin. Di encamê de erebe hat rûxandin, 5 leşker û çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPGꞌê dîmena çalakiya ku li dijî erebeyeke artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê li navçeya Bilibilê çalakiyek hatibû lidarxistin . Di encama çalakiyê de erebe hate rûxandin û çekdarên li derdora wê hatin kuştin.
Di 22.3.2018 an de
Şervanên YPG/YPJʹê li gundê Kefer Cenê yê girêdayî navçeya Şera hember artêşa Tirkiyê çalakiyek li dar xist. Di encamê de erebeyeke leşkerî ya hate rûxandin û 3 çekdar hatin kuştin.
Di encama çalakiyên ku YPJ û YPG`ê li navend û gundên Efrînê lidar xstin de, zêdetirî 20 leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hatin kuştin.
Di 23.3.2018 an de
Şervanên QSD‘ê li gundên Heyatê yê girêdayî Mabatayê çalakiyeke pêk anî. Di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
24.03.2018
Rojev24