LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Gelê Efrînê: Her tişt li Efrînê hatiye dizîn, xwediyên itîfaqê xwînê hîn vedixwin

Gelê Efrînê: Her tişt li Efrînê hatiye dizîn, xwediyên itîfaqê xwînê hîn vedixwin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji navenda Efrînê li pêşiya firneya nan ku rêzeke ya ji sedan insan pêk tê rewşa insanî ya xerab ku her tişt li Efrînê hatiye talan kirin tê reva kirin. Sivîlên Efrînê ku koçberî Şehbayê bûne di rewşek zehmet de derbas dibin û sivîlên ku dixwazin ber bi heremên Rêjîma Sûriyê de jî biçin 100 hezar dolarî didin.

Di dîmeneke ku ji navenda bajarê Efrînê hatiye kişandin de hate eşkere kirin ku ji ber dagirkirina artêşa Tirk û komên girêdayî wê navenda bajar ti derfeteke ya jiyanê nemaye û gel tenê nan dixwe. Di dîmenê ku li pêşiya firneya nan li navenda Efrînê hatiye kişandin de hate xuya kirin ku tenê li navenda bajarê Efrînê firneyek a nan tê şûxlandin û firneyên din ji ber topbarana belafirên artêşa Tuirk hatine rûxandin. Sivîlên Efrînê ku berê xwe dane nan bigrin li bendeya rêza xwe ya bi sedan li pêşiya wan e.

Hate eşkere kirin ku ji ber topbarana bê navber ku zêdetirî 50’î roj li ser navenda Efrînê û gundewarê wê dewam kir stasyonên avê û elketrîkê, firinên nan, dibistan û nexweşxane hatin xerakirin.

Hejmarek kêm ji niştecihên ku li Efrînê mane anîn ziman ku ti tuşt li Efrînê nemaye ku nehatiye dizîn û gotin: Evên ku derbasî Efrînê bûne û dagirkirine grûpên Mafya ne ji ber ku ti tişt nehiştine û her tişt hatiye talan kirin. Welatiyên Efrînê gotin: Tenê di Efrîn de derabiyên mehelan maye. Di hêrsa gelê Efrînê ku hate rave kirin de hate eşkere kirin ku kiriyarên van çeteyan ji dervey exlaq e û gotin dê hesabê bidin.

ASA’yê diziyê dike û artêşa Tirk jî ciwanan direvîne

Çavkaniyên ji Efrînê eşkere kirin ku ji dema derbasbûna çeteyên bi ser artêşa Tirkiyê ve ku xwe bi nav dikin artêşa Azad talanî û diziya hemû amûrên teknîk, çandinî û pereyên sivîlan didome. Gelê Efrînê ku ji ber dorpêça artêşa Tirk nikarîbûn xwe xelas bikin eşkere kirin ku niha Efrîn di rewşeke mirovî xerab de ye.

Ji aliyekî din ve jî li gorî ku ji heremê hate zanîn ciwanên Efrînê û her kesekî ku li dijî dagirkeriya Tirk dijbere rastî girtin, revandin û işkenceyê tê. Di dîmeneke ku ji aliyê komên ASA’yê ve hatiye weşandin de sivîleke ku bi tûhmeta alîgiriya Hêzên YPG hatiye girtin rastî işkence û heqaretê tê. Her wiha hate zanîn ku ji ber gitina ciwanan û bi hincetên curbecur têne revandin û ji bo vegera wan ciwanan pere ji malbatên wan tê xwestin.

Rêjîma Sûriyê Xûta girt û şelandina gel jî dike

Ji ber topbarana dijwar a belafirên artêşa Tirk li ser Efrînê û xerakirina cihên jiyanê bi awayekî bê ser û ber malên sivîlan û cihên giştî hatin rûxandin ji ber wê ji aliyê hêzên di nava bajarê Efrînê de gel ji bo Kantona Şehbayê ya bi ser herêma Efrînê de hate şandin ku niha bi hezaran sivîlên Efrînê li çolê rastî şert û mercên zehmet tên. Her çiqasî ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve alîkarî tê dayîn jî lê ji ber hejmara zêde ya penaberan û astengkirina gihandina alîkariyê gel mecbûrî koçberiyê dibe.

Di plana Tirkiyê ya valakirina Efrînê de qirkirina niştecihên Efrîn û bicihkirina penaberên kampeyên li Tirkiyê bû. Lewra ji aliyê Tirkiyê ve gef û tehdîd didomin mîna ferq û cudatiya olan û netewan her wiha tawana alîgariya hêzên YPG. Hejmarek ne kêm ji sivîlên Efrînê da ku ber bi şert û mercên jiyanê yên mûnasib de biçin berê xwe didin heremên Helebê yên di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de. Li gorî agahiyên ku hatine girtin de hate eşkere kirin ku li noqteyên Nibil û Zehra ku bendên kontrola Rêjîma Sûriyê ne sivîlên ku dê berê xwe bidin Helebê 100 hezar dolar pere ji wan tê girtin.

25.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً