LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi dîmen- Ehrar ElŞerqiyê û ElHemzat li ser parvekirina Efrînê bihevketin

Bi dîmen- Ehrar ElŞerqiyê û ElHemzat li ser parvekirina Efrînê bihevketin

NAVENDA NÛÇEYAN-  Li navçeya Racoyê ya Herêma Efrînê û li bajarokê Babê şerekî dijwar di navbera çekdarên Ehrar El-Şerqiye û Firqeya El  Hemzat de rû da. Di encam de bi dehan çekdarên herdû aliyan hatin kuştin.

Li bajarokê El Bab û li herêma Efrînê ku 10 çekdarên Ehrar El-Şerqiye û El Hemzat de yên bi ser opozosyona Sûriyê ve diçin, bi hevketin. Her wiha hate eşkerkirin ku gelek birîndar û kûştî ji herdû aliyan de çêbû. li gorî nûçegihanê me yê li herêma Efrînê ku sedema wê pevçûnê ji bo dabeşkirina mal û milkên welatiyên Efrînê ku ji Efrînê dizîne. Hêjayê gotinê ye ku dema ku Efrînê kete destê komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê de dizî û talanî da destpêkirin. Ev yek rojane li ser çapemeniyê tê xuyakirin.

Hate zanîn ku çekdarên Firqeya Hemzat erebeyek Ehrar El-Şerqiye hedef girt. di encam de serçeteyekî Ehrar El-Şerqiye yê bi navê Ebû Seqir hat kuştin.

Li gorî nûçegihanê me yê li herêma Efrînê got ku şer  ji navçeya Raco di saetên nîvro rû da heta ku gihişt bajarokê Babê.  Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku çekdaran di şer de hemû çekên giran bi kar anîn. Her wiha hate xuya kir ku di saetên şevê de çekdarên Ehrar El-Şerqiye hemû navend û bargehên çekdarên El Hemzat yên li bajarê Babê desteserkirin û endamên tê de dîl girtin.

 

Hêjayî gotinê ye ku gelek malbatên çekdarên El Hemzat piştî ku ji Xûta rojhilat hatin veguhestin ber bi Efrînê ve hatin şendin û li navçeya Raco hatin bi cih kirin. çekdarên Ehrar El-Şerqiye bi behaneya şerên wan çekdarên El Hemzat de malbatên wan ji Efrînê hatin qewitandin.

26.03.2018

Rojev24

 

 

 

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً