NAVENDA NÛÇEYAN – Tevî aramiya Rojava û Bakurê Sûriyê û bicihbûna penaberan ji her deverkî Sûriyê û Iraqê gefxwarinên Tirkiyê bidawî nabin. Penaberên ku di kampeyan de bicih dibin û gihiştine astekî ya xwe birêvebirinê piştî ku ew ji ber hovîtî û topbarana rêjîma Sûriyê, Rûsya, Iraq, Heşda Şebî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviya bûn cardî jiyana wan di xeteriyê de te. Ji aliyê welatiyên Bakurê Sûriyê ve dagirkirina Tirkiyê tê şermezar kirin û dibêjin na ji dagirkeriyê re.
Ji destpêka şerê Sûriyê ku dê derbasî sala 8’mîn bibe ji aliyê dewleta Tirk ve gefxwarinên derbasbûna heremên Bakurê Sûriyê tê xwarin.
Dewleta Tirk piştî operasyona xwe ya li dijî herêma Efrînê ku di 20 çileyê de da destpkirin, di 18 adarê de bi topbarana bê ser û ber navenda Efrînê dagirkir û bi hezaran niştecihên Efrînê koçber kir. Piştî ragihandina Tirkiyê a bidawîkirina ketina nava Efrînê û dewamkirina paqikirina navendê ragihand ku ewê ber bi heremên Bakrê Sûriyê de bi sînorê xwe re biçe û gefxwar ku di rêzê de bajarê Minbicê ye.
Li Minbicê li dijî dagirkeriyê şermezarkirin hate kirin
Di berdewamî û tevlîheviya ku dewleta Tirk û hevalbendên wê ku dixwazin li Bakurê Sûriyê û bi taybet li bajarê Minbicê derxin de, ev car Tirkiyê gefan dixwe ku ewê derasî Minbicê bibe.
Ji aliyê welatiyên Minbicê ve protesto û şermezarkirin di meşa îro sate 12 an de dê were kirin. Li gorî belavoka ku ji aliyê Rêvberiya sivîl û demokratîk a bajar ve hatiye bleav kirin de, hate gotin ku ew hemû hemwelatiyên Minbicê û gundewarê wê vexwendî meşa şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê ji xaka wan re dikin. Rêvberiya sivîl destnîşan kir ku meş dê ji çarxereya Seb’a Behrat destpê bike.
Hêjayî bi bîr anînê ye ku li Minbicê 70 hezar û 649 penaber bicihbûne.
Bakurê Sûriyê zêdetirî 9 hezar û 420 malbatên penaber dihewîne
Heremên Bakur Sûriyê ku xwedî statoyeke Demokratîk û federal e di nava salên şoreşê de dikarîbû heremên xwe biparêze ji her êrîşeke ji çeteyên DAIŞ û komên selefî yên radîkal. Heremên Bakurê Sûriyê ku wekî mûzexaneyê ji netewên Kurd, Ereb, Xiristiyan û hwd pêk tê jiyana xwe di bin sîwana Rêvberiya Xweser de îdareya xwe dike.
Li gorî agahiyên ku hatin zanîn li herêmên Bakurê Sûriyê ku parçeyekî aram ji Sûriyê ye karîbû tevî her şert û mercekî zehmet de û dorpêçe ji aliyê Iraq û Tirkiyê ve bi qedexekirina riyan û bazirganiyê û êrîşên ku rastî wê dihat xwe biparêzê her wiha gelek penaberên ji bajar û heremên Sûriyê hewand û gelek kampe ji bo pêşwazîkirina penaberan ku ji ber şer reviyane vekir.
Kampên Penaberên Sûriyê li heremên Rêvberiya Xweser
Kampa Holê: Li navçeya Holê başûrê kantona Hesekê ya bi ser herêma Cezîrê ve dikeve. Di 21 Nîsana 2016 an de hate avakirin, ku di nav de 3 hezar û 900 malbat ku ji 22 hezar û 358 penaberên Iraqî heye, ku piraniya wan ji Mûsil û Enbar li Iraqê ne. Her wiha serbarî vê yekê ji 300 malbatî an jî hezar û 245 kesî ji Dêra zorê li kampê bi cihdibin.
Kampa Newroz: Li bajarê Dêrikê li bakur rojhilatî Sûriyê dikeve. Di 13 Gulana 2014 an de hate avakirin. Di nav de 520 malbatên Êzîdî ku ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê li ser Êzîdiyan koçber bûne.
Kampa Roj: Li bakurê bajarê Dêrikê dikeve. Di 24 Sibata 2015 an de hate avakirin. Di nav de 5 hezar penaber ji Mûsil, Zemar û ElRebî’a hene.
Kampa Recm Silêbî: 39 km li başûrê navçeya Holê dikeve. Kampeyek demkî ji penaberên Iraqî re ye. Hejmara wê li gorî şerê li Iraqê zêde û kêm dibe.
Kampên penaberan li Rojava û Bakrê Sûriyê:
Kampa Mebrûka: Li rojavayî bajarê Serêkaniyê yê bi ser kantona Hesekê ve ye. Di 28 çileya 2016 an de hate avakirin. 5 hezar penaberên ji heremên Reqa, Heleb, û Dêrazorê dihewîne.
Kampa Şedadê: 40 km li başûrê kantona Hesekê dikeve. Di 14 Pûşbera 2017 an de hate avakirin. Hezar û 600 malbatên ji penaberên Meyadîn û Dêrazorê dihewîne.
Kampa Rûbar: Li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrewa li gundewarê herêma Efrînê ye. Di 27 Îlona 2014 an de hate avakirin. 2 hezar malbatên penaberên ji heremên di bin serweriya Tirkiyê de reviyane dihewîne.
Kampa Şehba: Li gundê Kişte’ar li gundewarê herêma Efrînê ye. Di 14 Tîrmeha 2016 an de hate avakirin. Hezar û 140 malbatên penaber ku ji bajarê Babê ne dihewîne.
Kampa Eyn Îsa: Li rojhilatê bajarê Reqayê dikeve. Di 15 Cotmeha 2016 an de hate avakirin. 28 hezar malbatên penaber ji Reqa û gundewarên wê dihewîne.
Kampa Keramê: 5 km dûrî bajarokê Keramê ya bajrê Reqa ye. Di 7 Adara 2017 an de hate avakirin. 7 hezar malbatên penaber ji Reqa û gundewarê wê û Dêrazorê wê dihewîne.
Kampa Tiwêhînê: Li gundê Tiwêhînê li ser gola bendava Firatê rojavayî Tebqayê ye. Di 3 Gulana 2017 an de hate avakirin. 8 hezar û 500 penaberên ji gundewarê Helebê, gundewarê Reqayê û bajarokê ElMensûra dihewîne.
Kapma Em ElSefa: Li gundê Em ElSefa rojavayî bajarê Minbicê ye. Di 14 Adara 2017 an de hate avakirin. 5 hezar penaberên ji Meskena, Dêrhafil û Em ElSefa dihewîne.
ElResim ElExder: li rojhilatî Minbicê dikeve. Di 25 Gulana 2017 an de hate avakirin. 97 malbat an 679 penaberî ji Reqa û gundewarê wê dihewîne.
Kombûn û kampên demkî li Bakurê Sûriyê:
Kampa ElSiltaniya ElŞerqî: ji 15 konan pêk tê
Kampa ElMihterec: Li bajarê Minbicê dikeve. 50 malabatên penaber lê bicihdibin.
Kampa ElMihteriq: Li rojavayî bajarê Minbicê dikeve. 20 malbatên penaber lê bicihdibin.
Kampa ElQera: Li gundê ElQera dikeve. 70 malbatên penaber lê bicihdibin.
Li Rojava û Bakurê Sûriyê piştî herikandina penaberan û bicihbûna nava heremên wê hejmar û rêjeya nifûsê pir zêde bû, ev yek jî bû sedema bihabûn û ne peyda kirina malan. Li gorî ku hate zanîn beriya sala 2012 an bûhaya kirya malekê 15 dolar bû lê niha gihiştiye 150 dolarî. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin hate tekez kirin ku li Bakurê Sûriyê û Rojava hejmara penaberan dighêje 800 hezar penaberî.
Penaberên ku li Bakurê Sûriyê û Rojava bicihbûne ji ber hovîtî û êrîşên bejahî yên artêşa Tirk, artêşa Iraqê, Heşda Şabî, Rûsya, DAIŞ û hwd ji komên selefî reviyane. Rewşa van penaberan di rewşeke ya xwe avakirinê de ye ku ew penaber ji ber zilma ku reviyan bûn ew herem cihekî ewle hilbijartibûn.
Derbarê rewşa van penaberan de ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve her wiha saziyên Rêveberiya xweser alîkarî tê pêşkêş kirin û ev yek derdixe holê ku mûnezemeyên li heremên Bakurê Sûriyê û Rojava lewazin û ti rolek çalak a xizmeta penaberan nalîzin. Hêjayî bi bîr anînê ye ku li Bakrê Sûriyê bi qasî 100 mûnezemeyan hene ku ji wan 20 navdewletî ne. Lê li gorî agahiyên ku ji kampeyan hatiye girtin de tenê bi qasî 30 mûnezemeyan xwedî rolin û alîkariya penaberan dikin.
(Rêvana Mêrxas)
26.03.2018
Rojev24