LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Kurd û şerê cîhanê yê Sêyemîn

Kurd û şerê cîhanê yê Sêyemîn

Di nava statoyeke piştî şerê cîhanê yê yekemîn, gelê Kurd di nava pencên qirrkirinê hate xistin. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya bi hezarên salan, heta radeyekê bilind ev pencên qirkirinê şikandin. Di wê rewşê de ku hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji hevdu dikevin de, derfet û fersendên girîng ji bo Kurd derxistine holê da ku xwe bighînin jiyana azad û demokratîk. Di Şerê cîhanê yê sêyemîn de ku hewl tê dayîn bê hevsengî û statoyên nû bên avakirin, Kurd êdî gihiştine wê astê ku bi hêza xwe ya eskerî û siyasî di statoyên nû de yên ku wê bên damezrandin cih bigirin. Êdî ew rewş derketiye holê ku dewletên netewî yên ku ji bo Kurdan bûne xwedî wateya qirkirinên li pey bêne hiştin, sîstemeke siyasî ya Rojhilata Navîn bê avakirin ku Kurd tê de bigihêjin jiyana azad û demokratîk. Kurdan stratejiya li ser esasê demokratîk kirina welatên herêmê xwe gihandine vê opozîsyonê û da ber xwe.

TC ya ku di qirrkirina Kurdan de israr dike û dijminê demokrasiyê ye, di jiyana azad û demokratîk a Kurdan de dawiya rêjîma xwe ya paşverû û dijminê gelan dîtiye. Desthilatdariya AKP-MHP´ê vê rewşê weke pirsgirêka man û nemanê îfade dikin. Wan pirsgirêka man û nemanê ya sîstema qirker û dijminê demokrasiyê weke ku pirsgirêka man û nemanê ya Tirkiyeyê be nîşan da. Li ser vî esasî, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn hêzên herî dînamîk ên demokrasiyê ne, kirin hedef. Dema ku hikûmeta AKP-MHP´ê bi wê yekê re rûbirû ma ku ji desthilatdariyê bikeve, pirsgirêka man û nemana sîstema qirker û pirsgirêka man û nemana desthilatdariya xwe kir yek, û li her deverî dest bi êrîşa li ser gelê Kurd kir. Ji ber vê sedemê, desthilatdariya AKP-MHP´ê li ser dijminatiya Kurdan bi tevahî şovenîstan re hat cem hev.

Efrîn weke xeleka herî qels hat dîtin. Bi Rûsya re ku yek ji hêzên super ên dinyayê ye, di ser reqabetên siyasî yên li dinyayê û Rojhilata Navîn re peywendiyeke taktîkî danî, û êrîşî Efrînê kir. Rûsyayê û rejîma Sûriyê dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan bi kar anîn û teslîmiyet li ser Kurdan ferz kirin. Lê belê hêzên xwe parastinê yên li Efrînê li ber xwe dan û tevahî lîstikên ristkirî xera kirin. Heger Efrîn teslîm bibûya, Rûsya, DYE û Sûriyê bêyî ku maskeyên wan ji ber rûyên wan biketa wê bighiştina armancên xwe. Bi van êrîşan hin dixwestin ku Kurd teslîm bibin, hin jî dixwestin Kurdan bêhtir muhtacî xwe bikin. Heger Kurd teslîm bibana, bêyî ku li ber xwe bidin wê statoya sedsala 20´an bêyî ku li ber xwe bidin wê qebûl bikira. Kurdan, weke tevahiya miletên ku jiyana azad û demokratîk dixwazin, îradeya berxwedanê nîşan dan. Ji xwe li Efrînê, jiyaneke azad û demokratîk hebû ku diviyabû bê parastin.

Du mehan bi awayekî lehengane di çeper û kozikan de li ber xwe dan. Ji bo ku nehêlin dewleta Tirk bikeve Efrînê, berxwedan û fedakariyeke mezin nîşan dan. Jin û zarok bi qasî 300 jiyana xwe ji dest dan û giştî sivîlên birîndar gighişte hezar sivîlî. Dewleta Tirk her pîvana şer tine hesiband jî û kete nava helwêsteke ku karibe bi hezaran sivîlî qetil bike. Berxwedêran berê xwe da taktîk û stratejiyeke nû ya êrîşê danî ber xwe. Li Efrînê berxwedan û şer ji niha û pê ve jî wê dewam bike. Kurd wê Efrînê ji çeteyên AKP´ê re nehêlin ku ew çete ji derve anîne ku amûrên qirrkirinê ne. Çawa ku Meclîsa Gel a Efrînê jî nîşan kir ku şer ketiye qonaxeke nû. Li aliyê din, şer êdî ne şerekî di navbera gelê Efrînê û Tirkyeyê de ye, êdî veguheriye şerekî di navbera tevahiya gelên Sûriyê û dagirkeran de.

AKP-MHP yên ku Efrînê dagir kirine, bi ser neketine. Bi vê dagirkeriyê re dijminahiya li dijî demokrasiyê û Kurdan li tevahiya Rojhilata Navîn belav kirin. Kurdan nîşan daye ku ew ê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji xwe Tayyip Erdogan got, her ku şer biçe wê belav bibe û dewam bike. Desthilatdariya heyî ketiye şerekî bi vî rengî ku heta desthilatdariya xwe ji dest bide wê vî şerî dewam bike. Aqûbeta Hîtler, Mussolînî û tevahiya wan hêzan ku êrîşkirina ber bi derve desthilatdariya xwe xwestine dewam bikin, bûye ev. Desthilatdariya AKP-MHP li gorî xisleta xwe dikare zirarê li gelan bike; lê belê ev ê pêşiyê li ber wê negire ku ew têk biçin. Desthilatdariyeke ku li hundir û li derve bi Kurdan re ketiye şer, neçar e ku li hemberî Kurdên ku îradeya wan a berxwedanê heye, têk biçin. Yek rêya wan a serkftinê heye, ew jî şikandina îradeya berxwedanê ya Kurd ye. Li gorî ku ev jî neqewime, bi vî navî ew ê bişikin. Serkeftin wê bibe ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê.

Dibe ku hin caran hêzên faşîst serkeftinên xeyalî ragihînin, lê belê ev bi tenê dikare wê rojê yan demekê bi kêrî wê bê; lê nikare desthilatdariya wan a faşîst ji mirinê bifilitîne. Ji xwe desthilatdariya AKP-MHP ya faşîst a ku li hundir, li herêmê û li dinyayê berepaşê herika avê diçe, aqûbeta wê tekez wê bibe hilweşîneke muezam. Kurd û hêzên demokrasiyê wê bibin xwediyê vê rûmetê.

Li Efrînê jî, li Rojava jî li Bakurê Sûriyeyê jî îradeya berxwedanê wê dewam bike. Tayyip Erdogan çi qasî qabedetiyê bike jî, çiqasî şovenîzmê bifûrêne bila bifiûrîne, çi qasî bibêje, ez ê bikevim, filan û bêvan deverê jî di dawiyê de ew ê kursiya xwe ya li Enqerê û hukumdariya xwe jî ji dest bide. Dema ku çavê xwe berda tiştên li derve ew ê ya di destê xwe de jî ji dest bide. Li aliyê din, dewleta netewe ya ku nikare bê dewamkirin jî wisa bi vê siyasetê û êrişkariyê li ser piyan nayê girtin. Sîstemên wan qediya ne bi darê zorê li ser piyan nikarin bên girtin. Ti kesî nikarî wan li ser piyan bigire, faşîzma AKP-MHP jî wê nikaribe ya xwe li ser piyan bigirin.

(Mûrad Rojhilat)

27.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً