LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (2)

BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (2)

Daxuyanî û piştgiriya berpirsên Partiya Yekitî ya ji dagirkeriya Efrînê re!

NAVENDA NÛÇEYAN- Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê de, her çiqas helwest û daxuyaniyên serokên partiyên di nava Meclîsa ENKS’ê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin hat xuyakirin jî, lê piştre bi guherîna daxuyanî, têkiliyên ser tora civakî ya bi komên çete û MÎT’ê re ya serok û rêveberên Partiya Yekitî ya ENKS’ê Fuad Elîko, Îbrahîm Biro û Abdil Basit Hemo, asta dijbertiya wan derket xiyanetê.

Di hefteya yekemîn a êrîşa dewleta Tirk a dagirkerî ya li ser Efrînê de, helwesta endam û rêveberên ENKS’ê yên li Rojavayê Kurdistanê li ser esasê “Divê dewleta tirk êrîşa xwe ya li ser gelê Efrînê rawestîne û ev êrîş nayê qebûlkirin” eşkere kir be jî lê hevdîtinên rêveberên hikumeta AKP û MÎT’ê ya bi berpirsên bi taybetî Partiya Yekitî ya ENKS’ê yên bi Fuat Elîko, Îbrahîm Biro, Abdil Basit Hemo û hin rêveberên din ku li Stenbol, Enqere û Hewlerê dimînin re hat kirin de ew helwest bi temamî hat guhertin û derket asta xiyanetê ya bi gelê Efrînê re.

Di pêvajoya êrîşa li ser Efrînê ya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayên wê de, her çiqas helwesta rêveber û serokên partiyên di nava Meclîsa ENKS’ê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin hat xuyakirin jî, lê piştre bi guherîna daxuyanî, têkiliyên ser tora civakî ya bi komên çete û MÎT’ê re ya serok û rêveberên Partiya Yekitî ya ENKS’ê Fuad Elîko, Îbrahîm Biro û Abdil Basit Hemo, asta dijbertiya wan derket xiyanetê.

Daxuyaniyên dijber ên van rêveberan a ji gel, şervanên YPG/YPJ û şervanên di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest dane, ne tenê rastî bertekên gelê Efrînê, her wiha bû sedema nakokiyê ya di nava endam, rêveber û serokên partiyên din ên di nava meclîsa ENKS’ê yên li Rojavayê Kurdistanê jî.

Elîko bi daxuyanî û belgeyan piştgiriyê dide dagirkirina Efrînê

Rêveberê Giştî ya Partiya Yekitî Fûad Elîko ku di heman demî de nûnerê ENKS’ê ya di Koalisyona Opozisyona Sûriyê de cih digire, di 3’ê tebaxa 2015’an de wekî endamê Desteya Siyasî di nav Koalisyona Opozisyona Sûriyê de ya ji Tirkiyê hate hilbijartin, bi daxuyanî, belge û nivîsên li ser tora civakî ya bi komên çete yên Artêşa Azad a girêdayê dewleta Tirk re, çawa piştgiriyê dide dagirkirina Efrînê radixe ber çavan.

Di axaftinên Elîko de ku di 30’ê mijdara 2017’an de tevlî bernameyekê televizyonê ya bi navê “Rexneya Azad” ku ji aliyê Arîf Salîm ve dihat pêşkeşkirin bibû, piştgiriya xwe ya êrîş û dagirkirina heremên Bakûrê Sûriyê anîbû ziman. Elîko, di bernameyê de gotibû “ENKS biryarên Koalisyona Opozisyonê bi giştî qebûl dike, eger di nava van biryaran de êrîşên li ser Bakûrê Sûriyê hebe jî.” Piştî dagirkirina Efrînê, Elîko bi daxuyaniya xwe ya di mijara avakirina Meclîsa Xilasiya Efrînê ya li Dîlokê (Entabê) ya ji aliyê hikumeta AKP û MÎT’ê ve pêk tê de li ser navê Partiya Yekitî piştgiriya xwe careke din anî ziman û got “Em wekî partî piştevaniya vê meclîsê dikin û di nav karê wan komîteyan de ne.”

Elîko, di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand ser baskê leşkerî ya Partiya Yekitî û got,“Baskê partiya me ya leşkerî jî heye ku girîngtir koma di nava Feyleq El Şam de ye.” Ev koma leşkerî ya ku Elîko qala wê dike koma sereke di êrîşa li ser Efrînê de bû û her wiha bi hevkariya Tirkiyeyê ya komkujiya herî zêde li ser gelê kurd ên li Ezaz, Cerablus û ya dawî jî Efrînê pêk anîne.

Elîko bi bangewaziyên xwe dixwaze dagirkirina dewleta Tirk rewa bike

Piştî dagirkirina Efrînê ku bi sed hezaran gelê Efrînê neçar ma berê xwe bide kantona Şehba û navçeya Şêrawa bibe, hem komên çete yên Artêşa Azad, hem leşkerên TSK û hem jî rayedarên hikumeta AKP’ê ji bo dagirkirina xwe di rayagiştî de rewa bikin, bi hemû rêbazên ragihandinê hewil didan ku kêm be jî gelê Efrînê vegerin Efrînê. Ligel van hemû hewildanan ku gel ji ber revandin, îşkence, talanî û diziya komên çete li ser gelê Efrînê pêk tanî venagerin, lê Fûad Elîko di serî de rêveberên Partiya Yekitî yên li Stenbol, Enqere û Hewlerê diman, di gelek televizyon, radyo û her wekê din amûrên ragihandinê de bang li gelê Efrînê dikirin ku vegerin.

Elîko di 28’ê adarê de di bernameya Rûdawê de got “Em ji bo vegera gelê Efrînê ya li ser cih û warê xwe bi dewleta Tirk, komên çete û meclîsa ku nû ava bûye di nava tensîqê de ne.” Elîko ku komkujî, birîndarkirin, dizî, talanî, îşkenceyên li ser gelê Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve dihat kirin piştguh dikir, di daxuyaniyên xwe de ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê, TEV-DEM û PYD’ê bi zirardayîna gelê Efrînê tewanbar dikir.

Têkiliya Elîko ya bi MÎT’ê re!

Rêveberên Partiya Yekitî, Îbrahîm Biro, Ebdilbasit Hemo û Fûad Elîko ku li Stenbolê dimînin, bi riya şaneyên razayî yên li Bakûrê Sûriyê agahiyan derbarê hêz û munazamatan kom dikin û didin MÎT’ê. Derket holê ku Fûad Elîko agahiyan ji kesekî bi navê Bavê Hindirîn derbarê herêma Zehir El Ereb û bûyera kuştina fermandarekî YPG’ê de digire û bi MÎT’ê re parve dike.

Her wiha Elîko, ji kesekî bi navê Bawer Merûf ku wek e berpirsê malpera Yekitî Medya ya girêdayê Partiya Yekitî ye, agahiyan derbarê rêxistina Aşûrî dixwaze. Bawer Merûf jî, gelek agahiyan derbarê rêxistina Aşûrî de parve dike û ji Elîko dixwaze ku Koalisyona Opozisyonê li ser vê rêxistinî kar bike an jî tasfiye bike.

Her wiha di axaftinên navbera kesê bi navê Ebdulah Gedo û Fûad Elîko de, diyar dibe ku Gedo ji Elîko daxwaz dike ku bi riya Opozisyonê girtiyekê di destê El Cebhe El Îslamî ya li Şamê ye serbest bê berdan.

Elîko ferza endamên nava Artêşa Azad de jî çêdike

Di berdewamiya diyaloga navbera Elîko û Gedo de, qala perwerdehiyekê ku tê li Tirkiyê bê kirin jî dibe û Gedo dibêje ku perwerdehiya dê li Tirkiyê bê kirin wê ji aliyê hêzên hevpeymanî be û piştî perwerdehiyê ew kes li heremên Cerablûs û Ezazê werin bicihkirin, “Ji bo vê jî divê em jî ferza hinekan çêbikin.” Elîko, diyar dike ku ji bo wê jî hin navan bişîne da ku wan li Cerablus û Ezazê bi cih bikin. Li ser vê esasî jî ji rêveberê Partiya Yekitî ya navçeya Amûdê Evdilah Ocê û kesên bi navê Ibrahîm û Kesra jî tevlî perwerdehiya ji endamên komên çete (Artêşa Azad) pêk tê ku li bajarê Dîlokê (Entabê) tê lidarxistin dibin.

Elîko kaçaxçiya mirovan jî dike

Li gor axaftinên Fûad Elîko ya li ser tora civakî ku bi Endamê Siyasî yê ENKS’ê Mihemed Ebdilkerîm ku weke Bavê Luqman jî tê nasîn dike re, Elîko navê hin kesên girêdayên xwe ji Bavê Luqman re dişîne da ku bi kaçaxî derbasî herêma Başurê Kurdistanê bibin. Bavê Luqman jî pirsa “Ma wê hemû kesên girêdayên we derbas bibin” dike, Elîko jî bersiva erê dide.

Tabûra Mişal Temo û Elîko

Di pêvajoya êrîşê li ser gelê Efrînê de endamên Tabûra Mişel Temo ya di nava çeteyan de(Artêşa Azad) a dewleta Tirk ku di her qetilkirina sivîl, dagirkirin, talanî û diziya mal û milkên gelê Efrînê de, li ser tora civakî dîmen û wêneyên xwe dikşandin û gefan li gelê Efrînê dixwarin, têkiliya wan bi Fûad Elîko re derket holê. Li gor belgeya li ser tora civakî derketiye holê ku kesê bi navê Waîl ku yek ji fermandarek Tabûra Mişel Temo ye, têkilî bi Elîko re daniye û di encama nîqaşa navbera wan de piştî dagirkirina Efrînê ew dê bi hev re kar û xebat bimeşîn in.

Sibê: Ji daxuyanî û kiryarên Biro û Hemo xezeb dibare

12.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً