LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Suad Hiso: Li Efrînê êrîşî nirxên jinên Êzidî dikin

Suad Hiso: Li Efrînê êrîşî nirxên jinên Êzidî dikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên Êzidî yên ku di her pêvajoyê de bi zext û zordestiyan rû bi rû mane, careke din ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê bi tundî û binpêkirina mafên mirovan rû bi rû dimînin.

Tevî derfetên xwe ên kêm jî, Efrîn himbêza xwe ji bo sed hezaran koçberên Sûrî re vekir û xwedî li wan derket. Bajarê Efrînê ku beriya şer hejamara şêniyên wê 400 hezar bû, di nava 2 salan de ev hejmar gihîşte mîlyonekî.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, hemû pêkhateyên li Efrînê bûn xwedî jiyaneke hevpar û aram. Di van rojên ku mirovahî li benda bidawîbûna şer û aloziyan bû, dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çile’yê 2018’de bi armanca dagirkirin û herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin bi hev re êrişî Efrînê kirin.

Jinên Êzidî ku herî dawî bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê, bi pêkanînên dijmirovî rû bi rû man niha jî li Efrînê rastî êrîş û îşkenceya dewleta tirk û ASA’yê tên. Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan Suad Hiso anî ziman ku jinên Êzidî li Efrînê nikarin derkevin derve û ji ber nasname û baweriya xwe bi êrîşên tund rû bi rû dimînin.

Suad Hiso diyar kir ku pêkanînên ku li Şengalê li dijî jinên Êzidî pêk hat niha jî tê xwestin ku li Efrînê pêk were û got: “Ji ber ku dewleta tirk bi tundî êrîşî Efrînê kir jinên Êzidî jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Niha jî jinên ku li Efrînê ne bi tundî û talûkeyên mezin rû bi rû mane. Li Efrînê jinên Êzidî bi zorê dikin misliman û ji ber nasname û baweriya wan heqaret li wan tê kirin.”

‘Dixwazin jinên Êzidî ji xwe re bikin kole’

Suadê diyar kir ku li Efrînê jinên Êzidî dixwazin ji xwe re bikin kole û wiha dewam kir:”Li Efrînê leşkerên tirk û ASA êrîşî nirxên Jinên Êzidî dikin û tiştên wan ên pîroz li pêş çavên wan tên şewitandin. Dixwazin jinên Êzidî ji xwe re bikin kole û li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.”

‘Jinên Êzidî serî natewînin’

Suadê anî ziman ku ligel hemû zor û zehmetiyan jinên Êzidî serî natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Jinên Êzidî heta niha rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên hovane hatin lê dîsa jî heta dawî berxwe dan û serî netewandin û ew ê dîsa jî serî netewînin.”

12.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً