LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (3)

BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (3)

Ji daxuyanî û kiryarên Biro û Hemo xezeb dibare

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberên giştî ya Partiya Yekitî ya di nava meclîsa ENKS’ê de ne, Îbrahîm Biro û Ebid Elbasit Hemo ku bi Fuad Elîko re li Stenbolê ya Tirkiyeyê dimînin, di pêvajoya êrîş û dagirkirina Efrînê de bi piştgiriya xwe ya bi komên çete yên girêdayên dewleta Tirk re derket asta xiyanetê.

Partiya Yekitî û Biro di êrîşa Serêkaniyê de jî heman tiştî kiribû

ENKS, bi taybetî jî Serokê Partiya Yekitî ya berê Îbrahîm Biro ku niha Berpirsê Têkiliyên Derve ya ENKS’ê ye, ne tenê di pêvajoya êrîşa Efrînê, hê di sala 2012’an de êrîşa Cebhet El Nûsra ya li ser Serêkaniyê ya Hesekê de ya bi ser Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de jî heman piştgiriyê dabû komên çeteyan. Di wê demî de ku tabûrên leşkerî yên li ser navê kurdî hatibûn avakirin û ENKS’ê piştgiriyê dida wan, Tabûra Mişel Temo, Tabûra Azadî û Selahadîn ku raste rast bi daxuyaniyê piştgiriyê didan Cebhet El Nûsra, di pêşengtiya Îbrahîm Biro de ENKS’ê jî polîtîkaya ku divê Cebhet El Nûsra derbasî Serêkaniyê bibe dimeşand. Di wê pêvajoya ku ENKS’ê her roja înê çalakiyan li dar dixistin daxwaza ku hêzên selefî derbasî Serêkaniyê bibin dikirin û di dirûşm û dovîzên xwe de “Em hemû selefî ne”, “Wê di Serêkaniyê de selefî ava bibe” dihatin nivîsandin.

Jixwe piştre di gelek wêne, vîdeo û belgeyan de derket holê ku Îbrahîm Biro û Fermandarê Tabûra Mişal Temo El Hîlalî ku di Serêkaniyê de bi çeteyên Cebhet El Nûsra re li ser kurdan komkujiyê anîn, li Avusturyayê (Nemsa) gelek civînan lidar xistine. El Hîlalî li Avusturya di civînekê ENKS’ê de wêneyêkî xwe bi Biro û Serokê Tevgera Şepêla Pêşeroj Rêzan Şexmûs re kişandiye derket holê. Hat îdîakirin ku di vê civînê de ji bo kar û xebatên kesên Kurd ên di nava Cebhet El Nûsra de cih girtine ji nû ve aktîfkirin, piştî Biro bi rayedarên dewleta Tirk re civîn li darxist divê li ser komên çete yên girêdayên Tirkiyê re her tim di nava têkiliyan de be, hatiye girtin.

Civîna Ibrahîm Biro bi gurupên çete yên li Cerablusê re

Her wiha derketibû holê ku Biro di meha Tîrmeha 2017’an de li Cerablûsê bi berpirsên komên çete yên girêdayên dewleta Tirk re civîn lidarxistiye û di civînê de amadekariya ji bo êrîşê li ser Efrînê de kar û xebatên çawa dê bimeşînin hatiye nîqaşkirin. Li gor agahiyan rêveberên partiyên din ên di nava ENKS’ê de ji ber Îbrahîm Biro bê agahiya wan tevlî vê civînî bûye, nîqaş û nakokî di nava wan de derketine. Hat destnîşankirin ku Biro ji rêveberên ENKS’ê yên nerazîbûna xwe nîşandane diyar kiriye ku wî li ser perspektîfa PDK û Barzanî ya piştî bi rayedarên AKP’ê re hevdîtin kirine de tevlî civînê bûye.

Biro ya YPG’ê ku Efrînê diparêze wek e teror bi nav dike

Biro, gelek caran ku ya PYD û YPG’ê weke terorê bi nav dikir lê piştî daxuyaniyên di 11 gulana 2017’an de li Hewlerê da, ne tenê bertekên gelê Kurd, her wiha di nava endam û hinek rêveberên nava ENKS’ê de jî rastî nerazîbûn û bertekan hat. Lewra Biro, di dema Amerîka ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê çek û cebilxane tê şandibûya, di vê daxuyaniya xwe de gotibû “PYD jî, YPG ji xwe rêxistinên terorîst in. Amerîka alîkariyê dide teroran da ku li hemberê teroran şer bike. Em bang li Amerîka dikin ku alîkariyê nede YPG`ê ji ber ku karê terorî dikin.”

Beriya civîna li Dîlokê li Enqere civîn hatibû lidarxistin

Li gorî çavkaniyên jê bawer, beriya civîna li Dîlokê (Entabê) ku avakirina Meclîsa Xilasiya Efrînê hate îlankirin, di nava wan de Fûad Elîko, Ebdil Elbasit Hemo, Îbrahîm Biro, Feysel Yusif, Ebudilsemet Xelef Biro, Mihemed Îsmail, Hewas Egît, bi rayedarên hikumeta AKP û MÎT’ê re civînek lidar xistine. Li ser pêşniyara Biro, Elîko û Hemo ji bo berpirsê meclîsa ji bo Efrînê ya Hesen Şîndî bê hilbijartin. Hat gotin ku li ser vê esasî dê ji aliyê Biro ve dê daxuyaniyên reşkirina (antîpropagandaya) PYD û YPG/YPJ’ê bike û Rêveberê Partiya Yekitî ku niha Cigirê Serokê Oposizyona Sûriyê Ebid Elbasit Hemo jî piştgiriya xwe ji vê meclîsî re eşkere bike û di vê çarçoveyî de ne bi fermî di koordînekirina meclîsê de cihê xwe bigire.

Ebd Elbasit Hemo Cîgirê Serokê Opozisyona Sûriyê û berpirsê di nava Partiya Yekîtî de. Li bajarê Hesekê sala 1964 an de ji dayik bûye. Hemo Endezyariya Elketrîk li Helebê xwendiye. 22 salan li Elmanyayê bi cih bûye û niha li Stenbolê ye. Di 8 Tîrmeha 2017 an de Cîgirê serokê opozisyonê li şûna Ebdilhekîm Beşar hate hilbijartin.

Hemo dagirkirina Efrînê erê kir

Ji xwe di hemû daxuyanî û ragihandinê de van kesan piştgiriya xwe ya bi “Meclîsa Xilasiya Efrînê” ku ji aliyê AKP û MÎT’ê ve hatiye avakirin tanîn ziman. Li ser vê esasî Hemo di 26’ê adarê de di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir û got “Em ji bo xelqê sivîl ên Efrînê vegere û hilbijartinên heremî çêbibin û bajêr ji aliyê encumena sivîl ve were birêvebirin civînên me yên bi Opozisyona Sûriyê re dewam dikin û li ser vê jî plan û projeyên opozisyonê hene.”

14.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً