LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (5)

BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (5)

Efrînî hesab ji ENKS’ê dixwazin: Rêveberên wan ên derve xiyanetek mezin li Efrînê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Efrîniyên ku ji ber bombebarana balafiran ên dewleta tirk a dagirker neçar man koçberê Kantona Şehba bûn, bertek nîşanî rêveberên Partiya Yekitî, Îbrahîm Biro, Fuad Elîko dan û destnîşan kirin ku rêveberên ENKS’ê yên di hembêza dewleta Tirk a dagirker de ne, xiyanetek mezin li gelê Efrînê kirin û dê hesaba vê xiyanetî bidin.

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayên wê ku di 20’ê çileyê de li ser Efrînê dabû destpêkirin piştî 2 mehan bi dagirkirina gundewar û bajarê Efrînê encam bû de, li gor nûnerên Heyva Sor a Kurd, piraniya wan jin û zarok nêzî 500 sivîl jiyana xwe ji dest dane û hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn, şûnwarên dîrokî jî di navê de gelek mal û milkên Efrîniyan hatin hilweşandin û wêrankirin. Li ser bombebarana bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bi sed hezaran gelê Efrînê neçar man cihwarê xwe terk bikin û berê xwe dan Kantona Şehbayê ya ser herêma Efrînê . Gelê Efrînê yên koçber bûn, bertek li hemberê hevkariya endam û rêveberên bi taybet Partiya Yekitî û ENKS’ê yên li Stenbolê dimînin dan û piştgiriya wan a ji dewleta Tirk û meclîsa ku di encama civîna li Dîlokê (Entabê) ji aliyê AKP û MÎT’ê ve hatiye avakirin a bi navê “Meclîsa Xilasiya Efrînê” weke xiyanetek mezin bi nav kirin. ‘Ne ENKS‘ê ne jî ev meclîs kurdan temsîl nake’

Sedhezaran kesên ku ji Efrînê derketin, piraniya wan li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Serpêhatiya komkujiya li Efrînê ser zimanê Efrîniyan e û diyar dikin ku ne tenê dewleta Tirk a dagirker û komên çete, ew kes û partiyên hevkariya wan kirine jî dê ti caran jibîr nekin. Yek ji van kesan Rebîa Cemal Îbrahîm (65) ji gundê Kokanê ya girêdayê navçeya Mabata ya Efrînê hem tiştê hatiye serê wan û hem jî bertekên xwe yên li dijî rêveberên ENKS’ê ji me re vegotin. Rebîa Cemal Îbrahîm, destnîşan kir ku berî êrîşa ser Efrînê wan jiyaneke pir aram derbas dikir û tiştek ji wan kêm tûnebû, heta dawî di Efrîna xwe de man lê Tirkiye û komên çete mal û milkên wan talan kiriye. Dayika Rebîa, bertekê nîşanê rêveberên Partiya Yekitî ya di nava ENKS’ê de ku li Stenbolê, Enqere û Dîlokê hevkarî bi dewleta tirk re dikin da û ev tişt gotin: “Ji ber hevkariya ENKS‘ê bi çeteyan re em gihiştin vê astê ku ji ber zilma wan em di hundir de mabûn û nikarîbûn rehet tevbigerin. Niha jî dibêjin bila vegerin Efrînê werin ber destê me û dewleta tirk. Ne ew meclîs û ne jî ENKS‘ê me temsîl nakin. Bila baş zanibin ku em ê nehêlin ku dewleta Tirk jiyana me li gorî xwe ava bikin” .

ENKS‘ê bi hevkariya dewleta Tirk re wisa dihesibîne ku şoreş kiriye?’

Ciwan Îbrahîm jî ku ji navçeya Mabata ye û bavê sê zarokan e û keçekê wî ya 3 rojan nû hatiye dinyê, zahmetiyên ku kişandine, hêvî, israra vegera Efrîn û baweriya xwe ya bi YPG/YPJ’ê anî ziman. Îbrahîm, piştre jî hevkariya Partiya Yekitî ya bi dewleta tirk a dagirker re bi awayek hêrs bertek nîşan da û wiha got: “Ew Fuad Elîko, Îbrahîm Biro ku li Stenbolê di hembêza dewleta Tirk de rûniştine, destê xwe xistine destê wan û dibêjin em temsîla kurdan dikin. Ew temsîla me nakin. ENKS’ê hevkariyê bi dewlet Tirk re dike ma wisa dihesibîne ku şoreşê kiriye? Ev ne şoreş e ev xiyanet e. Niha radibin îdîa dikin ku wan şêniyên Efrînê ji YPG û YPJ’ê xilas kirine. ENKS‘ê wê me ji kî rizgar bike, em bi saya YPG û YPJ’ê di nava aramiyê de bûn. Em bi hêzên xwe bawer in ku dîsa Efrîn bistînin ji wan û em ê vegerin Efrînê.”

Mustefa Ibrahîm (40) jî anî ziman ku ENKS’yiyên ku destê xwe dane destê dewleta Tirk helwesta wan ne kurdewariye û got: “ENKS û çeteyên xwe ji cihê ku hatine wê dîsa lê vegerin û eger bi rastî ew rêveberên ENKS’ê yên dibêjin em li Efrînê ne, dewleta Tirk nîne, ma çima ala dewleta Tirk rakirine, çima ne ala wan e? Navê vê xiyanet e.”

Xiyanetek mezin li Efrînê kirin’

Jina bi navê Sozdan Weys (26) ku ew jî ji navçeya Mabatayê ye, bi 20 kesan ku piraniya wan zarok in derbarê serpêhatiya xwe de axivî û wiha got: “Tiştên bi serê me de hatiye pir giran e. Tevî dijwariya bombebarana balafiran û topbaran jî heta dawî em di Efrînê de man. Gelek binpêkirinên ku nayên tehmûlkirin me jiyan kir. Dewleta tirk û çeteyên wê li ser sînor di nava malan de talanî kirin, destdirêjiya cinsî kirin, ciwanan bi tuhmetên cuda de revandin û hîn jî ev didom e. Em carinan têkiliyên me bi xizmên me yên li Efrînê de maye çêdibe û dibêjin li gundê Coqa yê navçeya Mabatayê ciwan hatine revandin û heta niha tu agahî ji wan tune ye.” Sozdar, balkişand ser piştgiriya rêveberên ENKS’ê ya bi dagirkirina dewleta tirk re û ev tişt gotin: “Gelek telefon ji me re tên ku daxwaz dikin em vegerin Efrînê lê em bi ENKS’ê ne bawerin, ji ber ku ya dijmin xistine nav me de û destek dane artêşa tirk. Rêveberên ENKS’ê yên li Stenbolê rûniştine xiyanetek mezin li Efrînê dikin.

Mihemed Ibrahîm Cemîl jî komkujiya ku di dîrokê de ji Osmaniyan heta niha ya bi serê kurdan ve aniye bibîrxist û got “Ma ENKS‘ê dîroka Osmaniyan heta niha ku komkujiyan serê kurdan tîne jibîr dike? Ez bawer nakim jibîr bike lewra ew jî vê yekî dixwazin û ev jî xiyanetek mezin e. Em ne ji rêveberên ENKS’ê yên di hembêza dewleta tirk de û ne jî ew meclîsa qaşo xilasiya Efrînê hatiye avakirin, bawer nakin. Nezîra Ibrahîm (34) jî balkişand ser dizî û talaniya ji aliyê komên çete ve tên kirin û destnîşan kir ku ew rêveberên ENKS’ê ji wan dîmen û wêneyên ku leşkerên tirk û komên çete li serê kurdan dikin jî şerm û heya nakin ku piştgiriyê didin wan?

Fuad Elîko jî talanker û dagirker e’

Xedîce Şexo ku ji navçeya Reco ya Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûye û di şert û mercên zahmet de têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku çawa dewleta tirk û çeteyên wê wan kuştin, talan û wêran kirin bi taybetî Fûad Elîko û rêveberên Partiya Yekitî yên li Stenbolê derbarê Efrînê de biryaran distînin, ew jî talanker û dagirker in. Şêxo, wiha got: “Heta niha me ji ENKS’ê tu xêr nedîtiye, ew jî bi alîkariya dewleta tirk re dibin dagirker, em wan qebûl nakin. Ma Fûad Elîko nabîne, çewa gundên me xira kirin, ciwanên me direvînin û destdirêjiyê dikin, diziyê dikin, çima piştgiriyê didin wan. Elîko dev davêje YPG û YPJ’ê ku ji bo me biparêzin canê xwe feda kirin, lê ew bixwe li Tirkiyê, ewropayan digere û piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker. Em ne dewleta tirk a dagirker dixwazin û ne Fuad Elîko û ne jî ENKS’ê dixwazin. Em zarokên xwe yên şervanên YPG’ê YPJ’ê dixwazin, ji bo parastina me çi kirin wan kir.”

Emîne Mihemed jî ku li Kantona Şehbayê bi cih bûye, diyar kir ku wan 6 salin li Efrînê jiyanek aram derbas kirin lê niha hemû tiştên wan hilweşandin û talankirin, di serî de jî Îbrahîm Biro, Fuad Elîko û ENKS’yî piştgiriyê didin wan. Mihemed, anî ziman ku ew wan qebûl nakin û ew dê tu carî xiyaneta wan jibîr nekin û got: “Gundên me xira kirin, malên me talan kirin, niha jî radibin meclîs ava dikin û qet şerm û heya nakin bang li me dikin dibêjin ‘vegerin’. Ew hemû xiyanetkerin û em wan di nava xwe de naxwazin, ji ber ku namûs û rûmeta me dixin destê van talankeran. Lê bila baş zanibin ku em dê xwe teslîmê wan nekin û heta dawî jî berxwe bidin. ”

Em van kesan baş nas dikin, ev xiyanet ne yekemîn e’

Ciwanekî Êzidî yê bi navê Gîvara ku li Efrînê 58 roj li berxwe da û piştre derbasî Kantona Şehbayê bû, diyar kir ku ew kesên wekî wan baş nas dikin, ji ber ku ev xiyanet ne yekemîn e û ev tişt gotin: “Partiya Yekitî û ENKS’ê bi hêzên dagirker re qaşo meclîsek sivîl ava kirine, em vê meclîsî naxwazin û nas nakin, ji ber ku bê îradeya gel hatiye avakirin. Tu meşruyeta vê meclîsî tune ye. Lewra ew bixwe jî di nava hêzên dagirker de bûn. Fûad Elîko û kesên wekî wî ne cara yekemîn e xiyanetê li gelê xwe dikin. Li dîrokê binêrin mînakên wekî vê pir in. Kesên wekî wî li ser nirxên gel ên bi salan rant û berjewendiya kesayeta xwe dixwazin bigirin. Bi taybet gelê Efrînê, wek e Êzidî û tevahî gelê kurd kesên wekî van baş nas dikin û ti caran bi wan bawer nakin. Ne kurd, ne ereb û ne jî gelên din temsîl nakin. Ji ber ku wan xiyanetê kir û bi rêxistinên çete re hevkariyê kirin.”

Efrînîyê bi navê Huseyîn Omer ku li Kantona Şehbayê ye, diyar kir ku komên çete yên dagirker li Efrînê êrîşê hemû nirxên mirovahiyê kirine û got “Yên wijdana wan heye divê tiştên li Efrînê tên kirin bibîne. Mal û milkên gel tên talankirin, tên qetilkirin. Em 6 salin bi rûmeta xwe bi awayek aram dijiyan. Leşkerên dewleta Tirk û endamên komên çeteyên wî destdirêjiyê namûsa axa me û malê me dikin û Fûad Elîko û yên wekî wî jî piştgiriya herî mezin dide wan. Elîko û partiya wî bi dewleta dagirker re hevpeymanî danî û xiyanetê gelê kurd kir. Em wan li ser axa xwe naxwazin.ʺ

15.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً