LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav berbelav dibe

Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav berbelav dibe

ŞEHBA – Bi sedhezaran kesên ji Efrînê koçber bûn, li Kantona Şehbayê rojên zor û zehmet derbas dikin. Hat diyarkirin ku di navbera efrîniyên koç kirin de, nexweşîna jana zirav (werem) berbelav dibe. Her wiha hîn jî raya giştî, sazî û dezgehên navnetewî li hemberî vê rewşê xwe li bêdengiyê datînin. 

Di 20’ê Çileya 2018’an deTirkiyeyê bi hevkariya Komên Çekdar êrîşî Efrîn û navçeyên wê kir. Ligel vê Tirkiyeyê bi hemû hêz û teknîka xwe û balafirên şer li êrîşî qadên sivîl kir. Di encama van êrîşên dijwar de bi sedhezaran mal û dibistan hatin şewitandin, bendav û nexweşxane hatin rûxandin, gund û bajar hatin talankirin û bi sedan sivîl hatin kuştin. Ji ber ku  qirkirina dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser gelê Kantona Efrîn gihêşt asta herî jor, di 16’ê Adara 2018’an de gel ji Efrînê derket û berê xwe da cihên ewle yên wekî Şehba û navçeya Şêrewayê. Di encama koçberiya gelê Efrîn de kampa bi navê “Berxwedan” li navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehba kampek hat avakırın. Rêvebiriya Xweser bi hemû derfet û hewildanên alikarıya kampê kir, lê dîsa jî gelek kêmaniyên kampê hene. Her wiha heta niha ji bo efrîniyên koç bûne tu alîkariyeke navdewletî çênebûye.

Li gel vê rewşê, di demên dawî de di warê tenduristiyê de jî rewşa kampê ber bi nebaşiyê ve diçe. Hat diyarkirin ku li kampê efrînê bi gelek nexweşînan dikevin û niha jî nexweşîna jana zirav (werem) li nav wan berbelav dibe.

Nexweşîna jana Zirav belav dibe 

Hevseroka Heyva Sor a Kurd li Herêma Efrînê Rîm Qirmo aşkere kir ku nexweşîna jana zirav (werem) di nava koçberên kampa Berxwedanê de û li gundên Kantona Şehbayê jî bi awayekî zêde berbelav bûye. Qirmo bi lêv kir ku, heta niha 20 kes hatine teqezkirin û ji vana 5 jê li kampê ne û nêzî 20 kesên din jî li derveyî kampê ne. 

Qirmo got: “Eger ji bo kampa Berxwednê pêdîviyên tenduristî neyên peydakirin, dê rewşa koçberan xirabtir bibe. Ji bilî ku her 20 mirov bi hev re di nava kampekê de dimînin, hinek kes li çolan dimînin û ji bo gel xwarina paqij nayê peydakirin.”

Dr. Ebd El Qadêr Hisko jî anî ziman ku di rojên dawî de zêdeyî 25 kes hatine cem wan û ev kes bi jana zirav ketine. Hisko got: “Di salên heftêyî de jî li Efrînê ev enxweşî berbelav bibû. Li Efrînê beriya êrîşa dagerkeriya, derdora 120 kes hebûn bi vê nexweşiyê ketibûn, ji bo wan jî derman dihat peydakirin û rewş di bin kontrolê de bû. Lê ji ber koçberiyê û piştî êrîşên balafirên artêşa Tirk ên li dijî Nexweşxaneya Avrînê, amûr û derman texrîb bûn.” 

Hisko bêdengiya dewletên navdewletî û saziyên mafên mirovan ên ji bo rewşa Efrînê rexne kir. Hisko, diyar kir ku derfetên wan ên ji bo tedawiyê û amûrên wan pir kêm in. 

Noqteyên Tenduristiyê

Serokê Heyva Sor a Kurd Emar Mihemed jî anî ziman ku eger ji bo penaberan destek çênebe, dê karesatên mezin rû bidin. Mihemed got: “8 noqteyên tenduristiyê ji hêla endamên Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurdî li kanton û gundewarên Şehbayê hatin vekirin.  Ev noqte jî ji bo nexweşiyên giran ên mîna şûştina gurçikan, tengbûna nefesê û jana zirav. Her wiha hin kes hene divê bên emeliyatkirin. Ji bilî van nexweşiyan, Melariya jî belav dibe. Ev nexweşî jî pir bi xeter e. Nemaze jî ji bo zarokan, kal û pîran.” 

Encama belavbûna nexweşiyan

Di encama vê rewşa xirab de du zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku cîhazên nefesê nîn bûn. Her wiha cihek taybet jî nîn bû da ku ew zarok tê de bi cih bibin. Ji bilî wan, malbata Ciwan Xalêd bi temamî bi nexweşiya jana zirav ketiye. Xalêd bêdengiya navdewletî rexne kir û bang li saziyên mafên mirovan kir da ku alîkariya zarok, kal û pîran bikin. 

17.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً