NAVENDA NÛÇEYAN- Şerê TSK û ASA yê li ser axa Efrînê di 20’e Çileya 2018’an de dest pê kir di roja 87’an de berdewam dike. Piştî gelê Efrînê bajar vala kir, vê carê komên girêdayî TSK û endamên OSO dest bi revandina welatiyan kirin. Tugaya Sultan Murad û El Şerqiye 5 hezar ton genim li Efrînê dizîn.
Tirkiye bi hêza TSK û ASA di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê ji hewayî û bejayî bi tang, top û balafiran dest bi şer kir. Şerê li Efrînê di roja 87`an de berdewam dike. Li dijî vê yekê gelê mayî jî cih û warên xwe terk nakin û hewl didin axa xwe biparêzin. Bi sed hezaran welatî ji bo xwe ji komkujiyê rizgar bikin Efrîn vala kirin. Lê welatiyên li gundan mane jî rastî êrîşên dijwar tên. Endamên Koma Ebû Riyad di Lîwa Eswed a Feyleqa duyemîn a Sultan Murad, sivîlên temen mezin û ciwan digirin direvînin. Bi taybet li navçeya Bilbilê welatiyan direvînin û winda dikin. Di dema dawî de komên Sultan Murad li gundê Quta ya girêdayî navçeya Bilbilê sivîl girtibûn û avêtibûn zîndanê. Li gorî agahiyan kesên bi navê Reşîd Sîdo yê 70 salî, Mihemed Sîdo yê 29 salî, Hozan Sîdo yê 16 salî, Arêf Sîdo yê 60 salî, Menan Mistefa û Mihemed Sîdo yên 55 salî revandin. Li gorî agahiyan ev kesana zêdeyi mehekê di bin çavan de tên girtin.
Li gudê Xilalka serê welatî jêkirin
Di rojên dawî de 2 welatiyên Gundê Quta yên xwe rizgar kirin, malbatên wan rastî gefên endamên Koma Sultan Muradê tên. Welatiyan diyar kirin ku komên ASA bi ser gund de digirin talan û wêran dikin û gefan li wan dixwin. Welatiyan destnîşan kir ku endamên ASA, naxwazin welatî ji malên xwe derkevin. Kesên hatin revandin jî rastî îşkenceya giran hatine. Çavkaniyan diyar kirin ku endamên Feyleq El Rehman li gundê Xilalka welatiyê bi navê Bîlal Hemo ser jêkirin û birayê wî Bîlal Hemo jî binçav kirine. Gulîn Bîlal Hemo yê 85 salî îşkence kirin û bi tena serê xwe avêtine odeyekê. Husên Hecî Şêxo yê 55 salî jî hat binçavkirin.
Li gundê Şingêlê ya girêdayî navçeya Bilbilê jî endamên Feyleq El Rehman 2 ciwan binçavkirin. Hat zanîn ku yek ji malbata Sêvar û yê din jî ji malbata Eteş e. Agahî ji wan nayê girtin. Li Hecerê Mezin a Mabeta jî çar roj berê 2 birayên hev Ayet Ehmed Reşîd û Mehêr Ehmed Reşîd hatin binçavkirin û malbata wan agahiyê ji wan nagire. Welatiyên diçin xizmên xwe dipirsin tên binçavkirin. Piştî ASA ketin nava Efrînê û gundên wê talankirin û wêrankirin zêde bû. Niha jî êdî zexîre û genimê gel didizin. Welatiyan diyar kirin ku genimê Rêveberiya Xweser a genim depo kiribû, niha endamên Sultan Murad li Efrînê 5 hezar ton genim dizîn. Welatiyan anin ziman ku endamên Sultan Murat dikevn malan û alav û amûrên welatiyan ên bi qîmet didizin. Li Cindirêsê endamên Tûgaya El Şerqiyê ketin mala Xelîl Cimêk û nêzî 5 hezar Dolarê wî dizîn. Dîsa ketin dikana wî û gef lê xwarin ku hemû tiştên xwe derxîne û bide wan. Ev kom bi rojan e îşkenceyê li welatiyan dikin.
18.04.2018
Rojev24