EFRÎN – AFAD’ê ji bo komên ji Guta û Duma tehliye kirin, li Efrînê kamp ava kirin. Kampa hatî avakirin ket ber objektîfên me.
Tirkiye ku dixwaze li ser axa Efrînê kurdekê bi tenê jî nehêle, ji bo bicih kirina malbatên komên ASA yên selefî lez dan xebatên xwe. Ji bo malbatên komên ASA yên selefî ku dixwazin wan li ser axa Efrînê bi cih bikin, li Efrîn, navçeya Cindirêsê û nêzî gundê Dêr Balut ji bo bi hezaran kesan kamp tê avakirin.
Kamp ji aliyê AFAD’ê ’’ saziyek girêdayî dewleta Trikiyê ye ku her tim ji bo koçberan kampa vedike’’ ve tê avakirin û destpêkê dê malbat û komên ASA yên selefî yên ji herêmên Guta û Duma hatin tehliyekirin dê bi cih bikin. Hat diyar kirin ku kar û barên barkirinê berdewam dikin. Hat destnîşan kir ku dê kampên nû jî bên avakirin. Kampa li nêzî gundê Dêr Balut hatî avakirin ket ber objektîfên wênekêşa me. Di wêneyan de jî xuya dike ku kon hatine vedan û vedana kona berdewam dikin.
19.04.2018
Rojev24