LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Saziya Şopandina Qirkirina Navneteweyî hişyar kir: Wê kurd bên qirkirin

Saziya Şopandina Qirkirina Navneteweyî hişyar kir: Wê kurd bên qirkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Şopandina Qirkirina Navneteweyî diyar kir ku dê li ser kurdan qirkirin pêk were û sazî û welatên navneteweyî hişyar kir.

Serokê Saziya Şopandina Qirkirina Navneteweyî (Genocide Watch) Dr. Gregory Stanton diyar kir ku kurd bi qirkirinê re rû bi rû ne. Serokê saziyê Dr. Stanton, cihên ku îhtîmala qirkirinê heye lêkolîn dike û ji bo pêşî lê bigire di asta navneteweyî de xebatan dimeşîne, destnîşan kir ku di hêla kurdan de qirkirin dê pêk were.

Dr. Stanton, da zanîn ku ew wek e Saziya Şopandina Qirkirina Navneteweyî ji bo pêşdîtina qirkirinan xebatê dimeşînin û diyar kir ku di vê mijarî de ew perwerdekirî û bi tecrübene û êdî ew pêşî de dikarin dê qirkirin wê çewa destpê bike dibinin.

Stanon, di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em pêşdîtina ku dê kurd rastî qirkirinê werin, di vê mijarî de me hişyariyan kir. Kurd bi xeteriyek mezin re rû bi rû ne.

Hê jî hin hêzên êrîşê kurdan dikin hene. Di rewşa niha de li gor nêrîna me tehlîkeya herî mezin Tirkiye ye. Ev zelal li holê ye ku Tirkiye hemû kurdên ku ji xwe re wek xeterî dibine dixwaze tune bike. Mînak Serok Komarê Tirkiyê hemû kurdan wek terorîst îlan dike. Li gorî em dizanin pênaseya terorîzmê li dijî kesên ku li hemberê mirovahiyê sûc dikin tê bikaranîn. Yanî Erdogan dibêje ‘Hemû dijberên min divê tune bibin.’ Ev jî qonaxeke diçe qirkirinê ye.

Ji niha ve dosya kurd ketiye nav dosyaya qirkirinê; di nêzîkatiya Efrînê de zelal hat dîtin. Armanca Tirkiyê ew e ku heta bakurê Iraqê pêş de biçin û dest deyinin ser cihwarên kurdan.”

19.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً