LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Di salekê de li Trikiyê 286 jin hatine qetilkirin

Di salekê de li Trikiyê 286 jin hatine qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Federasyona Komeleyên Jinan bi hevkariya Baroya Amedê li ser rewşa tundiya li dij Jinan li Tirkiyê, li bajarê Diyarbekir “Amedê” komcivinek lidarxistin.

Seroka Federasyonê, Canan Gullu da xuyakirin ku, li Tirkiyê di sala 2017’an de 286 jin hatine qetilkirin.

Canan, destnîşan kir ku, di destê dewletê de li ser tundiya li dij jinê ti xebat an lêkolîn ne hatiye amadekirin, hemû zanyariyan ji rêxistinên sivil verdişêrin.

Canan da zanîn ku, di sala 2011’an de, li Tirkiyê jibo tundiya li dij jinê kêm bibe, peymana Stembolê îmze kir bû, lê bi ti awayî şertên peymanê ne hatine bicî anîn.

Canan got, piştî hewla derbeya leşkerî ya 2016’an de, qetla jinan pir zêde bûye jiber ku, bi hezaran polîs jikar hatin derxistin û nihe kadiroyên hêzên ewlekariyê yên ku taybet li ser mijara tundiya li dij jinê hatibûn perwedrekirin nemane.

Seroka Federasyona Komeleyên Jinan diyar kir ku, mijara tundiya li ser jinê ne girêdayî ti partî an îdyolojiyekê ye, ev pirsgirêk û mesleyek netewî ye.

01.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً