NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî dagirkerina dewleta Tirk ji Efrînê re hovîtiya xwe dijî gelê Efrînê didomîne. Li Efrînê Jin rastî destdirêjiyê hatin û zarok hatin qetilkirin. Her wiha dewleta Tirk êrîşên xwe ser bakurê Sûriyê firehtir kiriye ku rojane êrîşa ser herêma dibe.
Êrîşên dewleta Tirk
Di 26’ê Nîsanê de
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê yê Efrînê jineke ciwan revandin û jinek jî li gundê Til Silorê ya herêma Cindirêsê tecawiz kirin.
Di 27’ê Nîsanê de
Artêşa Tirk zarokek bi navê Mihemed Mustefa Xelîl li Efrînê girtin, kêr lê dan û avêtin qeraxê rê. Di encamê de Mihemed jiyana xwe ji dest da.
Di 28’ê Nîsanê de
Artêşa Tirk bi çekên giran gundê Mizirdawûdê yê rohilatê bajarê Kobanê gulebaran kirin. Şêniyên gund jî şahî li dar xistibûn.
Di 29’ê Nîsanê de
Artêşa Tirk li taxa Eşrefiyê ya Efrînê mala welatiyê (H.M) mal û milkên wan talankirin.
Di 29’ê Nîsanê de
Artêşa Tirk gule avêtin Silûkê ya girîdayî Kantona Girê Spî welatiyên ku li erdê xwe yê çandiniyê dixebitîn, di encamê de du welatî birîndar bûn jina temen mezin a bi navê Dendî Reşo Muslim û welatiyê bi navê Xelûf Mihemed Îsa birîndar bûn.
Balafirek bê pîlot a artêşa Tirk li Efrînê malbatek hedef girt, ji endamên malbatê yek şehîd bû û 2 jî birîndar bûne, çarenûsa birîndaran ne diyar e.
Di 30’ê Nîsanê de
Artêşa Tirk duh gundê Aşmê yê dikeve rojavayê Kobanê topbaran kir û di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên welatiyên gundê Aşmê.
Di 1’ê Gulanê de
Artêşa Tirk gundewarê rojavayê bajarê Kobanê bi hawanan topbaran kir di encama topbaranê de ziyanên madî pêk hatin .
Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê revandina. Welatiyê bi navê Ednan Ebdulhenan (27) ê ji gundê Mezin ê bajarê Efrînê û wî birin ber bi cihên nediyar.
Artêşa Tirk êrîşî gundewarên gundên Çarilxî, Aşmê û Qiran rojavayê Kobanê kir, di encamê de şerekî dijwar rû da û leşkerek Tirk hat kuştin.
Êrîşên DAIŞ’ê
Di 2’ê Gulanê de
Di encama teqîna ku li nêzî Pira Spî li başûrê rojavayê hesekê dikeve pêk hat de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan bi navê Hemûd Ehmed El-Hisên (6), Salihd El-Şihade (10) û Mûna El-Sadiq (10) û 8 jî birîndar bûn. ” bi navên Hisên Ehmed (6), piyê wê yê rastê hate jêkirin, Mehmûd El-Xidir (12) parçe derbasî mejiyê bûn, Hacer Ehmed (11), Macid El-Hisên (10), Xewla Ebid Selmo (13) û Rîm Şihadê (15) û nasnameyê zarokê din nehat zanîn.
Li herêma Hemam Tirkman a girêdayî Kantona Girê Spî ya herêma Firatê teqînek rû da, di encamê de du kes birîndar bûn.
05.05.2018
Rojev24