LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Berxwedana serdemê berdewam e

Berxwedana serdemê berdewam e

NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya pêngava duyemîn ya berxwedana serdemê li Efrînê de, hêzên YPG û YPJ’ê çalakiyên bibandor li dijî leşkerên artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê ku di nav de serçeteyên ku ji aliyê MÎT’ê ve ji bo hin wezîfeyên taybet hatibûn erkdarkirin jî hene pêk tîne.

Bi berdewamiya opersayona Berxwedana serdemê de ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê serçeteyê bi navê Cemal El Zexlûl yê ku bicih kirina malbetên çeteyan li Efrînê dikir, di çalakiya ku yekîneyên YPG û YPJ pêkanî de hat kuştin, herwiha hejimarek ji çete û leşkerên Tirkiyê jî hatin kuştin.

Serçete Cemal Ebû Zexlûl yê ku malbatên Efrîn ji malên wan derdixist, beriya niha du caran bi sîxurê MÎT’ê re hevdîtin li Tirkiyê kiribû. Her wiha serçete Cemal ji bo avakirina Hêzên Ewlekiriya Hundir ên çeteyan û saziya bi navê Desteya Rewa û dadgehên wê, ji aliyê MÎT’ê ve hatibû erkdarkirin.

Di Gulanê de Hêzên YPG û YPJ erebeya Ebû Zexlûl li herêma di navbera gundê Kurzêlê û Basûtê de armanc girt û erebeya wî hat rûxandin û Ebû Zexlûl hat kuştin. Piştî vê çalakiyê çeteyên Feyleq El Şam diçin cihê bûyerê û yekîneyên YPG û YPJ jî armanc girt û sê çekdar di encama rûxandina efebeya wan de hatin kuştin.

Ji aliyêkî din ve Koma çekdar ya bi navê Feyleq Al rehman ji herêma Xûta ya Şamê ve di encama li hevkirina bi Tirkiyê û Rûsya yê ji Şamê hatibûn derxistin, li Efrîn ê hatin bicihkirin, di Gulanê de di çalakiyeke YPG û YPJ de Çekdarê bi navê Cemal Zekûr ku endamê koma çekdarên ya bi navê Feyleq El Rehman li derdora gundê Basûfanê hat kuştin, di heman rojê de bi çalakiyekê cuda re ji hêzên YPG û YPJ re li navenda bajarê Efrînê, di encama leşkerek Tirk hat kuştin û çend jî birîndar bûn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha fermandariya YPG bi daxuyaniyekê ragihand ku “li ser esasê parastina nirxên mirovahî bi berdêlên mezin ewlekariya herêmê dê biparêze. Her wiha Efrîn gelek koçberên ku ji ber şer reviyan hembêz kir, ji ber van sedeman em hemû kesên ku bi lîstokên dewleta Tirk û çeteyan hatine xapandin hişyar dikin ku neyên lîstokên wan û nehêlin ku ew bibin alavên kirîn û firotinê di destê dewleta Tirk de. Ji ber ku hêzên me wê her kesê ku têkliyên xwe bi dewleta Tirk re heye ji xwe re bike hedef.”

06.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً