BAB – Gelê Babê li dijî pevçûn û êrîşan 3 rojin çalakiyan pêk tînin. Çavkaniyên herêmê îdîakirin ku komên çekdar ên di kontrola TSK’ê de li bajarê Babê li ser welatiyan gule reşandin û 6 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.
Welatiyên Babê li dijî êrîşên li ser wan 3 rojin çalakiyan pêk tînin. Welatî naxwazin komên çekdar li ser axa wan bin. Welatiyan diyar kirin ku komên çekdar ên di kontrola TSK’ê de li bajarê Babê, di 05’ê Gulanê de êrîşî nexweşxaneya Babê kirin. Di êrîşa li ser nexweşxaneyê de komên çekdar sîlah xistin serê doktoran û îşkence li wan kirin. Hemwelatiyan ku li dijî îşkenceya eskeran daketin qadê, xwestin komên çekdar Babê vala bikin û gotin “Bab welatê me ye û bila eskerên Tirk li Suriyê derbikevin.” Di bûyerêde leşkerên Tirkiye yên li Babê bi panzera daketin suka Babê û bi çekên giran li ser hemwelatiyên Babê gule reşandin. Di êrîşa eskerên Tirkiye de gelek kes birîndar bun û gelek kes hatin girtin. Hemwelatiyên Babê di roja duyan de dîsa daketin qadan û bang civaka navdewletî kirin ku qetlîama eskerên Tirkiye rawestînin û leşkeran ji axa Suriyê derxin. Eskeran dîsa bi sîlehên otomatîk êrîşê hemwelatiyan kirin û di êrîşê de 6 hemwelatî hatine kuştin û bi dehan welatîe jî birîndar bûn.
Çalakiyên hemwelatiyên Babê di roja duyemîn de didome. Di encamê de 6 hemweltiyên Babê hatine kuştin û bi dehan kes birîndar in. Hat diyar kirin ku leşker destûr nadin ku welatiyên birîndar biçin li dervê bajar bên dermankirin.
07.05.2018
Rojev24