LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Ji şandeya jinan a Elman banga alîkariyê ji bo kampên Şehba hate kirin

Ji şandeya jinan a Elman banga alîkariyê ji bo kampên Şehba hate kirin

NAVENDA NÛÇEYAN -Şaneya jinan a navneteweyî, ji bo rewşa gelê Efrînê lêkolîn bike li herêma Şehba û Şêrewa geriya. şandeyê li ser lêkolîn û daxwazên xwe daxuyaniyek da.

Piştî ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên El Nûsra, DAÎŞ û ASA ji bo dagirkirinê êrîş birin ser Efrînê, bi sed hezaran Efrînî ji neçarî koçî Şehba û Şêrewa kirin. Efrîniyên ku li van herêman bi cih bûne di nava şert û mercên giran de dijîn.

Çar doktorên li Elmanyayê di saziyên cuda de cih digirin, li Şehba û Şêrewayê lêkolîn kirin. Dr. Swantje Illig, endama saziya mirovên nabîne û komeleya Xİristiyan Daniela Nischik, Silvia Hauffe û Berdevka Komîtya Tenduristî û Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê ya ser bi meclîsa Partiya Çep a Elman Sylvia Gabelman, ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên ji Efrînê koç kirin, hatin Şehba û Şêrewa.

Tevî her zehmetî û kiryarên ku li ser gelê Efrînê pêk hat, ji mecbûrî koçberî di kampan de mane. Sazî û rêxistinên navnetewî ji destpêka koçberiya xelkê Efrînê ji 18 adarê de û heta niha tu alîkarî nehatiye şandin. Gelê Efrînê ku qebûl nake dewleta Tirk û komên çete li herêma wan bimîne bi şertên zehmet rû bi rû re dimînin.

‘Bila alîkariya çekan were rawestandin’

Heyet piştî çavdêriya ji sê rojan, tevî Kongreya Star li kampa Berxwedan a Şehbayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Dr. Swantje Illig daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser pirsgirêk û trajediyên ku bi ser penaberên ji Efrînê ve hatine û bang li Elmanya û hemû dewletên NATO’yê yên alîkariya çekan bi Tirkiyeyê re dikin kir ku tavilê bes alîkariyê bidin Tirkiyeyê.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Em jinên femînîst in. Hemû jî li qada tenduristiyê dixebitin. Me serdana herêma Şehbayê kir. Em li 3 kampên penaberan ên li Şehbayê geriyan. Em bi gelek kedkarên tenduristiyê re axivîn. Bi taybetî bi Heyva Sor a Kurd re axivîn. Em bi berpirsyarê wan ê lojîstîkê re axivîn.

Ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên Efrînê em hatin û me gelek çîrokên trajîk bihîstin. Me bihîst ku bûyerên şîdetê û windabûnê rû dane. Em dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin ku mafên mirovan û hiqûqê bin pê dikin. Bi taybetî îro roja rizgariya cîhanê ji faşîzma Elman e. Em dewletên NATO’yê û Elmanyayê ji ber alîkariya ku didin dewleta Tirk şermezar dikin. Em piştgiriyê didin daxwaza gelê Efrînê ku dixwaze bi rengekî ewle vegere Efrînê.”

‘Divê ji bo Tenduristiyê bê’

Endamên şandeyê destnîşan kirin ku weke pisporên tenduristiyê dixwazin alîkariya tenduristiyê bi lezgînî were û gotin, ev yek bi taybetî ji bo jin û zarokên li Şehbayê gelekî girîng e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em dixwazin penaberên Efrînê li nava raya giştî ya navneteweyî weke penaber bên dîtin û destek ji wan re bê dayin. Em dixwazin saziyên weke UNHCR destekê bidin van penaberan. Pêwîste alîkariya çekan a ji dewleta Tirk re tê dayin derhal bisekine.”

Bang li jinan

Di dawiya daxuyaniyê de ji şandeyên çavdêriyê yên navneteweyî û çapemeniyê ya hate xwestin ku biçin Efrînê û bang li hemû jinan hate kirin ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.

Hêjayî bi bîranînê ku jinên di nava Efrînê de rastî her cure kiryar ji aliyê komên çete tên û ew jin ji bo revandin û tecawizê ango fidye li ser wan xwestin têne bukaranîn. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin heta niha nasnameya 4 jinan tenê hatiye eşker kirin ku ji wan ên hatine revandin bê ku rewşa wan were zanîn û ji wan ên ku hatine zewcandin. Li gorî agahiyên herî dawî di 6’ê gulanê de jina ciwan a bi navê Buşra Yûsiv Şêxo ye ku ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin.

08.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً