HELEB – Siyaseta Tirkiyeyê ya bi daxuyaniya “Em ê li Şamê nimêj bikin” dest pê kir û heya operasyon û êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê çû, têk diçe. DYA, Îngîltere, Fransa û hêzên rojava yên bi hemleya Şamê serê xist destê xwe, hewl didin vê bi Rûsyayê bidin qebûl kirin, komên selefî, Tirkiye û Îranê ji derveyê qadê bihêlin.
Şerê Sûriyeyê bi hevsengiyên cûda ket sala 8’emîn. Bi şerê li Efrîn û Şamê re dinava aliyên li Sûriyeyê dimînin de, di warê siyasî û leşkerî de hevsengiyên nû hatin avakirin. Di encama hevsengiyan de, hewl tê dayîn ku bandora hezên herêmê yên mîna Tirkiye û Îranê kêm bikin. Di hevsengiya DYA û Rûsyayê li hev kirin de, li başûrê Sûriyeyê herêmek dibin kontrola Suudî Erebîstan, Misir û Urdunê de tê avakirin. Hat diyar kirin ku DYA, Awropa û hêzên koalîsyonê ji bo Cenevreyek nû jî amadekariyan dikin. Hat ragihandin ku di warê leşkerî û siyasî de Sûriye dê li herêmê biçe hin guhertinan.
Mûxalefetek nû
Hat destnîşan kirin ku hêzên koalisyona Navneteweyî, hewl didin li Sûriyeyê xeteke ku ji sînorê Urdun destpêdike û heya Kuneytra û Dêra Zorê diçe ava bikin. Dest bi xebatên amadekariya vê xetê hatin kirin. DYA û hêzên Ewropa, ji bo hêza Tirkiye, Îran û Rûsyayê li herêmê kêm bikin, ketine nava hewldanan. Dixwazin hêza ku li herêmê pêşengtî bike, ji Suudî Erebîstan, Urdun û Misirê pêk were. Tê payîn ku navê vê hêzê jî bikin “Koalîsyona Neteweya Sûriyeyê.” Bi vî awayî dê rola Tirkiyeyê ya sahaya Sûrieyê jê bigirin.
Li Başûrê Sûriyeyê herêmek tê avakirin
Ji bo hêza siyasî ya bê avakirin, dê qadeke leşkerî jî ava bikin. Tê payîn ku vê yekê li Başûrê Sûriyeyê ava bikin. Hat zanîn ku Kuneytra, sînorê Urdun, sînorê Iraq û aliyekê Dêra Zorê dê ji bo vê baregeha leşkerî bê veqedantin. Hêza leşkerî ya bê avakirin dê ji aliyê Suudî Erebîstan, Misir û Urdunê ve bê fînanse kirin û komên selefî yên Heleb, Efrîn û Sûriyeyê tar û mar kirin jî dê bên tesfiye kirin. Hat diyar kirin ku di encama bazara dinavbera Rûsya û Tirkiyeyê de ev kom ji holê hatine rakirin, komên li Îdlîbê hatine komkirin jî dê bi Rûsyayê şer bikin.
Amadekariyên Cenevreyek nû
Piştî sererast kirina li Sûriyeyê, hêzên navneteweyî ji bo krîzê çareser bikin dê bikevin nava hewldanan. Ji ber vê yekê amadekariya Cenevreke nû tê kirin. Dê Cenevre ya bi şer û mercên nû û aktorên nû re pêk bînin.
Dê 3 madeyan amade bikin û pêşkêşî BMKG’ê bikin
Hêza ji DYA, Îngîltere û Fransayê pêk bê, ji bo pêvajoya çareseriyê dê hin madeyên nû amade bikin. Li ser 3 madeyan amadekarî tên kirin. Piştî ev made hatin amadekirin dê pêşkêşî Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) bikin û bi vî awayî dê biçin biryarê. Ji bo Tirkiye û Îran divê pêvajoya çereseriyê de rol negirin, tedbîr bên girtin.
Rola Bakurê Sûriye zêde dibe
Cardin li bendêye ku li Bakurê Sûriyeyê gelek pêşketinên nû çêbin. Hêzên Bakurê Sûriyeyê dê zêdetir dinava vê pêvajoya nû de rol bigirin. Li bendêye li Mînbîc, Reqqa, Tebqa û Dêra Zorê pêşketinên siyasyî yên nû bên jiyîn. Efrîn ji bo hevsengiya nû ya bê avakirin pir girînge. Biryara berxwedana hêzên Bakurê Sûriyeyê, dê cardin bajar û qadên Tirkiye û komên hevkarên wê dagir kirin, rizgar bikin.
(Erdogan Altan)
08.05.2018
Rojev24