LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / BERXWEDANA SERDEMÊ: Nasnameyên biyanî li Efrînê bicih dikin!

BERXWEDANA SERDEMÊ: Nasnameyên biyanî li Efrînê bicih dikin!

EFRÎN – Hikûmeta Tirkiyeyê piştî di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê bi hevkariya ASA ji hewayî û bejayî operasyona leşkerî li dar xist, di roja 58’an de ji ber topbaran zêde bû gelê Efrînê koçî Şehbayê kirin. Piştî gelê Efrînê bajar vala kirin, niha komên çekdar û malbatên nasnameyên wan nediyar li axa Efrînê bi cih dikin û hewl didin demografiya bajar biguherînin.

Hikûmeta Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de bi hevkariya ASA bi 72 balafirên şer, tang, top û bi hezaran tîmên taybet li dijî Efrînê operasyon pek anî. Operasyon hêj didome. Di roja 58’an de gelê Efrînê ku ji gund û navçeyên wê hatin li nava bajar kom bûn, dîsa ji ber êrîşên tang, top û bombardimana balefirên şer zêde bû, koç kirin û li Şehbayê bi cih bûn. Niha zêdeyî 100 hezar gelê Efrînê di 2 kamp û çadiran de dijîn. Bi deh hezaran jî li gundên herêmê belav bûn. Dîsa bi hezaran welatî tevî hemû talûkeyan berê xwe dan gundên xwe û li gundên xwe vegeriyan. Rêveberên kampan diyar kirin ku li Şehbayê, Kampa Berxwedanê, li navçeya Fafînê jî 4 hezar koçber li 800 konan hatin bicih kirin. Li kampa Serdemê ya gundê Sosînê ku ji du hezar malbatan ku li ser du hezar konî hatine belav kirin hatine bi cih kirin. Efrîn a ji 7 navçe û 360 gundan pêk tê, piranî ji ber êrîşan vala bû.

Li Efrînê çi dibe?

Welatiyên Efrînê yên di bin zexta komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de dimînin rojane rastî binpêkirinên mafên mirovan tên. Li gorî çavkaniyên li nav Efrînê agahî dan me, diyar kirin ku li Efrînê girtin, binçavkirin û kuştin didome. Çavkaniyên herêmî der barê rewşa dawî ya Efrînê de agahî dan û got: “Di rojên ewil ên dagirkeriya Efrînê de mal û milkên Efrîniyan kirin hedef. Komên çekdar li talanê gel xistin û dizî kirin. Li ser gel tirs û zextên giran hene. Gelê Efrînê yên li ser mal û axa xwe mane, rojane rastî girtin, işkence, revandin û guhertineke çandî tên. Heta niha li Efrînê zêdetirî 100 ciwanên kurd ku bi tûhmetên cuda re hatine tewanbar kirin, niha di bin îşkenceya leşkerên Tirk û MÎT’ê de ne. Li Efrînê ji ber hebûna ola Êzîdî welatî rastî heqaretê ji aliyê komên ASA ve tên. Ev yek bi dîmenên ku hatin belavkirin hat tekezkirin. Zorê li Êzîdiyan dikin ku olê îslamê qebûl bikin.

Nasnameyên biyanî li Efrînê bi cih dikin

Çavkaniyan, destnîşan kirin ku ji bo demogarfiya Efrînê biguherînin, komên çekdar û malbatên wan ji herêmên cuda tînin li Efrînê bi cih dikin û wiha berdewam kirin: “Guhertina nifîsa Efrinê didome. Roj bi roj kes û nasnameyên biyanî li vir bi cih dikin. Kesên biyanî ji Xûta Rojhilat, Dûma, Qelemon û heremên di bin serserweriya komên girêdayî ASA de ku DAIŞ’î ne li Efrînê bi cih dikin.”

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan, diyar kir ku ji heremên Sûriyê yên Xûta Rojhilat, Dûma, Qelemon 296 hezar û 700 kes şandin Bakurê Sûriyeyê. Hinek ji wan li Idlib û hinek ji wan li Efrînê bi cih kirin. Kesên ji heremên Xûta Rojhilat derketin, diyar kirin ku ji 86 hezar kesên di bin serweriya Feyleq Elrehman, Heyet Tehrîr ElŞam û Tevgera Ehrar Elşam de bûn, jê 46 hezar û 400 kes ber şandin Bakurê Sûriyê. 41 hezar û 400 kes ji heremên Zemelka, Irbîn û Cober derketin. Ev herêm di bin dagirkeriya komên Feyleq El Rehman de bûn. 50 hezar kes ji bajarê Heresta yê di bin dagirkeriya Tevgera Ehrar Elşam ElIslamiya de bûn. Hezar û 300 komên çekdar jî bin baneyê Yekîtiya Islamî ya girêdayî Feyleq ElRehman ji Dûmayê derketin. 12 hezar komên çekdar û 22 hezar ji sivîlên Dûmayê yên di bin baneyê Rêjîma Sûriyê de bûn, 21 hezar kes ji Dûmayê bi basan ve ku di nav wan de 7 hezar çeteyên Ceyş ElIslam hebûnne hatin veguhestin.

Têkildarî vê guhertinê bi peymana navbera Rûsya, Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê van koman dişînin herêma Idlibê û Efrînê. Çavkaniyan, destnîşan kirin ku di plana nû de armanc dikin ku 12 hezar malbatên komên çekdar ji başûrê Sûriyê bişînin û li kampên Mehmediyên û Dêr Belût yên Cindirêsa Efrînê bi cih bikin. Çavkaniyan anîn ziman ku dê ewil 3 hezar kes bên li wir bi cih bibin.

Tirkiye û komên girêdayî wê ASA yên mal û milkê gelê Efrînê talan kirin, destûr nadin ku gelê Efrînê vegerin ser axa xwe û malên xwe. Çavkaniyan a zanîn ku li her derê hewl didin nifûsa gund, navçe û Navenda Efrînê biguherînin.

ASA bi zorê welatiyan ji gund vala dikin

Li gorî agahiyan, hejmarek ji gundên Efrînê û navçeyên wê ji aliyê komên ASA ve bi zorê hatine valakirin û li şûna wan malbatên komên çekdar hatin bicih kirin. Tê diyar kirin ku ev plana Rûsya û Tirkiyê ye.

Rewşa guhertina infuse wiha ye

-Navçeya Şiyê (70 malbat ku ji 270 kesî pêk tê) hatine bi cih kirin. Şiyê ku ji 100 malî pêk dihat ji sedî 50 koçber venegeriyane malên xwe.

-Li gundên navçeya Racoyê (5 hezar koçber) lê hatine bi cih kirin.

-Li gundê Barava hemû niştecih jê hatine derxistin û gund hatiye valakirin û heta niha (9 malbatên çeteyan) lê hatine bichkirin.

-Li gundê Baliya ku ew jî hatiye valakirin niha ji niştecihên Efrînî tenê 3 malabat mane, heta niha (15 malbatên çeteyan) lê hatine bicihkirin.

-Li gundê Kefer Sefra yê bi ser navçeya Cindirêsê ve ku ji 4 hezar û 29 kesî ve pêk dihat ku di nav de 700 mal hene, niha tenê 250 malbat mane û li gorî agahiyan (700 malbatên çeteyan) lê hatine bi cih kirin.

-Li navçeya Şera 110 malbatên niştecihên wê hatine derxiastin.

-Bajarokê Şeran: Niştecihên wê 107 malbatan ,( 60 malabatên çeteyan) lê hatine bi cihkirin.

-Bajarokê Meydankê: Niştecihên wê 110 malbatan, (125 malabatên çteyan) lê hatine bi cih kirin.

-Xerab Reşan: 225 malabat lê hatine bi cih kirin,( 25 malbatên çeteyan) lê hatine bi cih kirin.

-Gundê Matlanî: Niştecihên wê 60 malbatin, (60 malbatên çeteyan) lê hatin bi cih kirin.

-Gundê Sinara: Niştecihên wê niha 67 malbat mane.

-Gundê Neqla: Niştecihên wê niha 62 malbat mane.

-Gundên Efrînê ku hatine valakirin heta niha: Kotana – Abla – Qorna – Bilinlê – Basilhaya – Celbel – Telef

Di nav revandin, zindan û işkencê de jin di hedefê de ne

Ji 18’ê adarê ve sivîlên ku ji neçarî vegeriyan Efrînê rastî her cur xerabiyê tên, li gorî agahiyên heremê sivîlên Efrînê û bi taybet jin têne revandin û mîna alavekê fidye li ser tê xwestin ku bi vê yekê ji her kesekî ku tê girtin fidye ji malbatên wan tên xwestin heta ku werin berdan. Jinên ku têne revandin jî zarokin û di temenê 12 an û bi jor de ne. Hêjayî bi bîr anînê ye ku ev şêwazê ji aliyê terorîsta DAIŞ’ê ve jî li heremên kurdan hatine bikaranîn.

Ji revandina ku hatiye kirin me karûbû hin belgeyan bidest bixin, li gorî agahiyên ku bi zehemtî hatine bidestxistin ji ber zext û hedef gitina rojanemevanan tenê hejmarek ji binpêkirinê ku komên ASA kirine hatin bidest xistin, wekî giştî hejmara ku ketiye destê me hate zanîn ku heta niha 80 sivîl ku di nav wan de 26 welatiyên Êzdî hene hatine revandin. Ji demên dagirkeriyê û heta niha:

18 Êzdî ji gundê Qetma yê bi ser navçeya Şera: Hac Mihemed hemo (70), Nebîl Mihemed (48) û hevjîna wî Ilham Mihemed, Hisên îbo (70), Henan Ibrahîm (65), Azad birîm (35), Hemîd qasim (39), Idnan fozî şemo (55) û 2 zarokên wî yên temen (15 û 16 salî), Eymen hemade (35), Şêxo hemade (28), Sadiq silêman (34). 6 Êzîdiyên din yên bi navê: Semîr arif, Fadî arif, Ibrahîm arif, Henan arif, Ebdulrehman arif, Arif arif û Elî arif.

Di 25 Nîsanê de malabat ji gundê Qîbara: Idnan hecî ji malabata Mendo (Zekeriya, Zergan û Alan).

Di 25 nîsanê de li gundê Kîmar yê navêeya Şera Ehmed hesen û Murad hesen.

Li gunêd Gerzîla ya navçeya Şêrewa: Mihemed elo omer (45) û Ebdulrehman wilo (50).

Li gundê Kul yê navçeya Bilibilê, gundê Xelîlka, Qeşa û Şêxûrza: 10 sivîl, navê hate zanîn Mihemed birîm.

Di 11 nîsanê de li gundê Mîrkan yê navçeya Mabatayê kesek hate revandin.

Di 18 nîsanê de li gundê Kopekê 8 kes di nav heftiyekê de hatin revandin.

Di 13 nîsanê de Endezyar yehya eyûbî (52) li ser destê Ehrar elşam.

Di 7 nîsanê de Dr.Sebrî henan (72).

Ebdilhenan xelîl li ser destê Ehrar elşam.

Mistefa xelîl kalo (38) li ser destê ehrar elşerqiya.

Riwad wehd ehmed (30) li ser destê Ehrar elşam.

Di 15 nîsanê de Ebdulrehman yaqûb (65) li ser destê Ehrar elşam.

Di 12 nîsanê de Ibrahîm ehmed hesen (41) li ser destê çeteyên Sultan murad.

Ismet kalo, Elî kaol, Adil kaol, Zekî kalo.

Di 8 nîsanê de 3 jin ji gundê Şêxotka yê naveya Mabatayê hatin revandin.

Di 6 gulanê de Buşra Yûsiv Şêxo ji navenda Efrînê.

Yasmîm Henan Hesen (12) ji gundê Termoşa.

Di 1 gulanê de Alyşan ebdalo ji taxa Terinda ye, li ser destê koma Hemzat.

Li gundê Goran Mihemed şewket li ser destê koma Ehrar Elşam rastî lêdan û işkenceyê hat.

Di 4 gulanê de 3 sivîlên ji gundê Sorka hatin revandin ji wan nasnameya Ebdo koşkar û Cengîn mamo hate naskirin. Ji aliyê koma Hemze û MIT a Tirk ve hatin revandin.

Çalakiyên gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriyê didome

Her çiqase gelê Efrînê koçbûne û bi zorê hatine derxistin, heta niha dagikereriyê qebûl nakin, li gorî ku hate zanîn di 30 nîsanê de bi hezaran ji koçberê Efrînê û welatiyên Şehbayê daketin qadan û bi meşekê dagirkerî red kirin û banga derketina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê kirin. Efrîniyan anîn ziman ku heta dewleta Tirk û komên çete li Efrînê bin em venagerin wir.

Di nava Efrînê de ku propogendeya artêşa Azad û dewleta Tirk a dayîna mafan ji niştecihan dayîna nasnameya Tirkî û rehet tevgerandinê jî rastiya vê yekê bi xwepêşandeneke bi hêrs ku ji 150 kesan pêk dihat li dijî artêşa Tirk û komên ASA de derxist holê.

Ji aliyê din ve jî hate ragihandin ku li kantona Kobanê ya bi ser herêma Firatê ve festîvala çand û hunerî ku ji hejmarek hunermend û şanogeran pêk tê di 5 nîsanê de hate lidarxistin, fastîval bi silogana Em hemû Efrîn in hate destpêkirin.

Gelê Efrînê nasnameya ENKS’ê qebûl nake

Bi gelek rapor û dozgeriyên ku di der heqê partiya Yekîtî ya di bin banê ENKS ‘ê de derketibin jî, di nav gelê Bakurê Sûriyê û bi taybet Efrîniyan ev partî nayê qebûl kirin, lewra ji aliyê welatiyan ve bi rêyên dadwerî hesab ji ENKS û di serî de partiya Yekîtî ji ber erêkirina dagikeriya li ser Efrînê tê xwestin.

ENKS di vê çarçoveyê de ji aliyê xwe ve daxuyaniyên fermî dide û dibêje ku ew dagirkeriyê red dikin, lê di dîmenên ku ji aliyê komên ASA ve li ser torên civakî ve hatine belav kirin derdikeve holê ku endamên ENKS bi bilindkirina ala herêma Kurdisatn di xwepêşandiana piştgiriya artşa Tirk û ASA de dikin derdikevin.

Ji aliyekî din ve bi helwesta gelê kurd a ku divê ENKS ji nav koalîsyona opozisyona Sûriyê vekşe de gelek daxuyanî û bang ji bo ENKS hatin şandin. Lê berovajî vê yekê ENKS nûnerên xwe yên di nava koalîsyonê de nû kir û hevdîtinên xwe pêre berdewam dike. Li gorî civîna ENKS li Qamişlo ku di 4 gulanê de lidarxist 3 nûnerên ENKS di nav desteya siyasî ya koalîsyonê de û 7 nûnerên din di nav desteya giştî ya koalîsyonê de hatin pejirandin.

09.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً