LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Li Îranê girtîgehên taybet ji bo jinan hovîtiya desthiladariya wê radighîne

Li Îranê girtîgehên taybet ji bo jinan hovîtiya desthiladariya wê radighîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê her sal 250 jin ji ber sûcên bêhemdî bi rêk û pêk tên girtin. Li gorî raporên ku derdikevin jinên ku têne girtin zarokin û di jêr temenê 18 salî de ku der heqê wan de cezaya darvekirinê dixwin. Ji bo jinan li Îranê girtîgehên taybet ku veşartî ne bi hezaran jin têde dimînin hene.

Her sal 250 jin ku temenê wan yê zaroktî ye li Îranê têne girtin

Li gorî ajansa nûçeyan Îrna, Alîkara Seroka Plansazî û Kordînasyona Karên Malê û Jinê Athareh Nejadî bal kişande ser rewşa jinên ji ber sûcên bêhemdî hatine girtin. Nejadî got, “Li gorî texmîna saziya girtîgehê, her sal nêzî 250 jin li gelemperiya welêt ji ber sûcên bêhemdî tên girtin.” Nejadî her wiha rexne kir ku kefaleta ji bo jinên girtî jî zêde ye.

Jinên ku di girtîgehan de ceza dixwin zarokin

Li gorî belgeyên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî hatine eşkere kirin, li Îranê ji sedî 85 jin di girtîgehan de rastî tecawizê tên, serbarê vê xelê jinên ku di van girtîgehan de ji ber sûcên ku ne li gorî yasaya temenê wan yê di navbera 17 heta 37 salî ye.

Îranê ku rastî tawanên netewî yên binpêkirina yasaya navdewletî û darvekirina ji temenê 18 salî û biçûktir de tê, di navnetewî de herdu yasayên ku di peymana navdewletî de derbas dibin ku li ser erê kiriye jî û ew jî peymana navdewletî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî û itîfaqa mafê zarokan tecawiz kiriye. Di vê derbarê de desthildariya Îranê herî dawî di çileyê de 3 zarok ji wan du kur û yek jin ji ber sucên ku di temenê xwe yê 16 salî de kirine hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Îranê di lîsteya dewletên ku herî zêde zarokan darvedike li pêşe, di vê derbarê de agahiyên heyî piştrast dikin ku Îran di nava salên 2005 û 2015 an de 160 zarok der heqê wan de cezaya darvekirinê standiye, di vê derbarê de rapor diyar dikin ku hejmar ji vê zêdetir e, ji ber ku bîlançoya darvekirinê li Îranê herî dawî di sala 2015 an de gihişte darvekirina hezar û 84 kesan ve.

Li Îranê girtîgehên taybet: Jin para mezin girtine

Ji dervey girtîgehên fermî li Îranê 31 girtîgehên sirî ango veşartî ji aliyê Pesdarên Îranê “Qiwat ElHeres ElSewrî” ji dema avakirina wê de ji sala 1979 ve hene. Tevî girtîgehên belavbûyî li seranserî welatê Îranê, lê di girtîgehên taybet û sirî de teknîka herî pêşketî ku têbikaranîn heye, ji giringtirîn girtîgeh li sernaserî Îranê ku tundiya herî mezin li ser jinan tê kirin ev in:

Girtîgeha tirsê “Qirtişek” ango Kerhrîzek

Tevî ku girtîgeha Êvîn li Îranê xwedî bendewarî û xerabiyeke mezin e, lê li gorî ku tê xuya girtîgeha Qirtişek a jinan ji girtîgehên herî tarî, tund, îşkence û xerab li Îranê ye, ev girtîgeha taybet bi jinan di rêza yekemîn a girtîgehên jinan di cîhanê de ye. Li gorî raporeke dadwerî li ser vê girtîgehê ku li ser mesacên jinan hatiye amade kirin ku êş û zehmetiyên wan vedinêjin jiyana jinan di wê girtîgehê de diyar dike.

Girtîgeh ji 7 qatan pêk tê, niha du hezar girtî di nav de hene, di her qatekî de ji 200 heta 300 jinî dimîne û ew jî bi zarokên xwe re lê hatin danîn. Rûbara girtîgehê dighêje (1500) çargoşe ku bi vê yekê qat û beşê rêvberiyê ji 400 metreyî ne zêdetir e ku bi vê yekê her girtiyek tenê cihê wê 20 cm re ye.

Raporê diyar kir ku di vê girtîgehê de odeyên taybet tune ne, lê saloneke bi tenê heye ku 600 text lê hene û ew jî hezar û 400 jin û zarok jî tê de dimînin, raporê diyar kir ku jin û zarok li erdê bê tu tiştî radizên. Raporên tenduristî jî diyar dikin ku rewşên di girtîgehê de dibe sedema belavbûne nexweşiyên giran mîna penceşêrê, Îdiz û hwd. Ji aliyê xwe ve rêxistina Micahidî xelq diyar kir ku jinên di vê girtîgehê de rastî cureyên işkenceyê wekî heqaret, lêdan û ji wan herî giran tecawizê tên.

Girtîgeha 59: Ji giringtirîn girtîgehê pesdarên Îranê ye, li kampa Badcan işret avbad dikeve. Aliyê jinan li rojavay wê dikeve. Di vê girtîgehê de amûr û teknîka îşkenceya pskolojî û bedenî heye, ronahî tê de ji girtîgehên din kêmtir e û ji ber binerdiya çêkirina wê dengê îşkenceyê qet nayê bihîstin.

Girtîgeha Şabûr: Kesên ku bi tûhmetên taybet wekî vexwarina madeyên hişbir têne tawanbar kirin tê de dimînin. Hejmarek pir zêde ji jinan di vê girtîgehê de ne ku ji aliyê Hêzên Basîc ango istixbarat, polîsên pîvan û exlaq û polîsên sirî di Îranê de têne girtin. Li gorî bîlançoyên ku herî dawî hatine eşkere kirin girtiyên di vê girtîgehê de hejmara wan dighêje 12 hezar girtî.

Girtîgeha Awîn: Bi girtîgeha demkî tê naskirin, ji girtîgehên herî xeter li Îranê ye, di 1972 an de hatiye avakirin. Bi çargoşeya 24 hezar metir di bin erdê de li Sadet abad li paytexta Îranê Tehranê ye. Ji du beşan pêk tê, beşê yekemîn: Ji aliyê serweriya dadwerî ve tê birêvebirin, beşê Duyemîn: Ji aliyê wezaretiya Ragihandinê ve tê birêvebirin. Ji giringtirîn avahiyên wê beşê jin ku mezintirîn girtîgeha jinan li Îranê tê hesibandin.

12.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً