EFRÎN – Şerê li Efrînê ku di navbera TSK-ASA û şervanên QSD’ê de her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku çalakiyên QSD’ê li dijî TSK-ASA zêde dibin, êdî nikare komên selefî yên li Efrînê bi cih bûne bi rêve bibe.
Di rojên dawî de çalakiyên QSD’ê yên li Efrînê zêde dibin. Piştî çalakiyên QSD’ê yên li dijî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û ASA zêde bûn, ASA û TSK êdî nikare komên selefî biparêze û wan bi rêve bibe.
Ji destpêka 20’ê Çileya 2018`an heta niha şerê li Efrînê berdewam dike. Di 20’e Çileyê de TSK û ASA bi hevre li dijî gelê Efrînê bi hemû cureyên çekên giran ji hewayî û bejayî operasyon pêk anî û şer hêj didome. Tirkiye bi balafirên şer, helîkopter, tank û topan operasyon pêk anî. Di operasyonê de bi sedan mirov hatin kuştin. Bi hezaran sewal mirin û warên çandî û dîrokî zerarek mezin dîtin. Xweza wêran bû. Gelê Efrînê li dijî hemû cureyên êrîşan 2 mehan li ber xwe da. TSK û ASA ku duyemîn Artêşa NATO ye bi 30 hezar leşkeran operasyon pêk anî. Di êrîşê de bi sedan leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Tê diyar kirin ku hêj nikarin cenazeyên leşkeran ji axa Efrînê bigirin. Gelê Efrînê ji ber êrîşên tang, top û balafirên şer zêde bûn di roja 58`an de koç kirin û li Şehbayê bi cih bûn. Komên ASA di 18’ê Adarê de ketin Efrînê û li talanê gel xistin. Piştî gel ji Efrinê derket, komên çekdar ên ASA, komên cuda û malbatên wan ji Xûta rojhilat anîn Efrînê. QSD, YPG û YPJ`ê jî dest bi çalakiyan kirin. YPG’ê diyar kiribû ku êdî dest bi pêvajoyek nû dikin û malbatên ku bên li Efrînê bi cih bibin jî dê bibin hedefa wan. Şervanên QSD’ê di rojên dawî de li navçeyên Reco û Şera çalakî pêk anîn.
Li navçeya Şera şer zêde dibe
Navçeya Şera bi pêkhateya êzîdî û çiyayê xwe ya dîrokî çiyayê Pirseya tê naskirin. Di 10’ê Gulanê de şervanên YPG û YPJ`ê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin. Li gundên Qurtqilaq, Kefer Romê û Meydankê yên girêdayî navçeya Şera ew çalakî hatin kirin. di encam de ji 62 sa`atan de pevçûn di navbera şervanên YPG`ê û çeteyên Artêşa Tirk berdewam dikin. her wiha balafirên şer, helîkopter, tank û top ji nû ve rabûn ser esmanê Efrîn û cihên ku hatine qordînekirin û pevçûn lê diqewimin bi dijawrî hatin topbarankirin. Ji bilî wê jî sewqîyata leşker û komên ASA ya li ser navçeya Cindirêsê û Efrînê didome. Ev yek li ser gel bêaramî û tirsê zêde dikin. Navçeyên din jî ji çalakiyên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê bê par neman. Destpêka navenda navçeya Cindirêsê de erebeyek hat teqandin. Hat diyar kirin ku gelek komên çekdar jiyana xwe ji dest dan.
Encamên çalakiyan
Fermandariya YPG`ê tekildarî çalakiyan daxuyanî da û wiha got: “Di 29’ê Nîsanê heta 12’ê Gulanê li navçeya Şera, navçeya Cindirêsê, navenda bajarê Efrîn (taxa Mehmûdiy) û navçeya Şêrewa çalakiyên curbecur hatine kirin. Li gundên Basûfan û Bihiyê yên girêdayî navçeya Şêrewa kemînek ji hêla şervanên me ve hat lidarxistin, di encam de 4 çeteyên Ehrar El Şerqiyê mirin. Her wiha li navçeya Cindirêsê 3 çete hatin kuştin, ew çete jî girêdayî Ehrar El Şerqiyê bûn û navê duyan hatin zelalkirin (Elî Elderî û Mistefa El Xelîl). Piştî wê çalakiyek din hat kirin tê de 4 çeteyên din hatin kuştin, her wiha di çalakiyek sûyqastkirinê de leşkerek hat kuştin. Di encama van çalakiyan de yên ku heta van xelekan berdewam dibin û wê berdewam bibin heta rizgarkirina Efrîn, hejmara kuştiyên Artêşa Tirk û çeteyên wê ve dighêje 2436 çekdarî. Yên vê dawiyê bi taybet 19 kuştî û 5 birîndar yek ji wan giran e.”
13.05.2018
Rojev24