LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / BERXWEDANA SERDEMÊ: DAIŞ’î ji bo dagirkirina Efrînê hatin kirîn

BERXWEDANA SERDEMÊ: DAIŞ’î ji bo dagirkirina Efrînê hatin kirîn

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên DAIŞ’ê yên li herêma Mertala Firatê ji aliyê Komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve hatin girtin û ji bo MIT a Trikiyê hatin firotin. Her yek bi qasî 5 hezar dolarî ta hezar dolarî hate firotin. Ev yek di dema amadekariyê operasyona dijî Efrînê hate kirin.

Wek ku tê zanîn ku dewleta Trikiyê û ASA di bin navê operasyona mertala Firatê di 24’ê Tebaxa 2016’an de li dijî DAIŞ’ê pêk anî. Lê herêm ji aliyê DAIŞ radestî dewleta Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê yên bi navê ASA’yê, hate kirin. Piştî ku herêmên bakurê Helebê û Minbic kete bin destê dewleta Tirkiyê û ASA endamên DAIŞ tevlî nava ASA’yê bûn û ji aliyê MIT a Tirkiyê ve hatin bikar anîn.

Li gorî çavkaniyê me yê li herêma Mertala Firatê ku di dema amdekariyên operasyona li dijî Efrînê komek ji endamên DAIŞ’ê li Babê û herêmên Mertala Firatê ji aliyê ASA’yê ve hatin girtin û bi hezarê dolara ji bo MIT a Tirkiyê ve hatin firotin.

Her wiha çavkanî domand ku DAIŞ’î ji bo dadgeha Babê ya leşkerî hatin şandin. Dadgehê beramberî firotina her endamekî DAIŞ ji MIT’ê re pereyan ji hezar dolarî ta 5 hezar dolar xwestiye. Firotin di riya Cîgerê giştî yê dadgeha Babê Tewfîq El Elî hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku lîsteya navê endamên DAIŞ’ê yên ji bo MIT hatine firotin hate bidestxistin. Çavkanî destnîşankir ku firotin di eynê dema amadekariya dewleta Trikiyê ji operasyona li dijî Efrînê pêk hat.

Debarê vê yekê de lîsteya bi navê 145 endamên DAIŞ’ê yên ku hatine firotin hate bidestxistin. Çavkaniyan tekez kirin ku ev tenê beşek ji hejmara giştî ya nava ye. Ji ber ku hejmara giştî ya nava bi hezarê nava ye.

Têkliyên Tirkiyê bi DAIŞ’ê re

Ev ne cara yekemîne ku têkliyên dewleta Trikiyê bi DAIŞ re derdikeve holê. Mîna Firqet Hemat ya girêdayî dewleta Tirkiyê ye ku serkêşê wê berî ku ev firqe ava bibe di 2014’an de cihê xwe di nava DAIŞ’ê de digirt, ev li ser ragihandinê hate eşkerkirin û wêneyên wî belavbû.

Hêjayî bîranînê ye ku di 17’ê sibatê de li gorî dîmeneke ku Hêzên Sûriya Demkoratîk li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû derdikeve holê ku çawa leşkerên Tirk ên birîndar ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve têne rakirin û ji bo tedawiya wan têne veguhestin. Her wiha gelek caran wêneyên ASA yên beşdarî operasyona li dijî Efrînê ku cilên DAIŞ’ê berg kirine, hate belavkirin.

Di 7’ê Sibatê de rojnameya Independet ya Birîtanî di nûçeyek xwe de destnîşan kir ku li gorî dîmenekî ku hatiye belavkirin tê de eşkere dibe ku endamên DAIŞ’ê di nav operasyona dijî Efrîn de hene, ku di dîmen de 3 çekdar derdikevin û dirûşmeyên terorîstan davêjin wekî endamên DAIŞ’î yên Şîşan û Tora bora li Evxanistanê ne.

15.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً